Di ser hewldana dageriya Baþûrê
Kurdistanê ya artêþa tirk re hefteyek derbas bû û
hîn jî þerê li herêmê li hin deveran
berdewam dike. Bîlançoya hefteyek a vî þerî
binketineke mezin a artêþa tirk nîþan dide. Li gorî
ku di daxuyaniyên Fermandariya Giþtî ya artêþa
tirk de tê îdiakirin, bi sedan gerîlayan jiyana xwe
ji dest dane û birîndar bûne.
Dîsa li gorî vê
derewa artêþê gerek bû heta niha, hêza
þerkirinê ya Hêzên Parastina Gel ji holê
rabûba. Lê mirov hema wisa di se re li lê binêre
jî windahiyeke mezin a artêþê dibîne. Hêzên
Parastina Gel HPG`ê ji aliyê xwe ve bi qasî ku
jimartine hejmareke bi qasî sed leþkerên kuþtî
radigihîne. Tabî ji vê hejmarê jî
zêdetir windahiyeke artêþa Tirk heye ku ew jî
prestîja wê ya þerkirinê ye û îmaja wê
ya heyî ya erênî têk dibe.
Artêþa tirk ku xwe di nava
NATO`yê de wekî artêþa duwemîn derdixe pêþ
û bi hêzên xwe her îftixar dike di operasyonê
de pêþketina ku dixwest bi dest nexist. Bi qasî ku
dixwest artêþa tirk nekaniye bikeve baþûrê
Kurdistanê û êrîþê gerîlayan
bike. Di operasyonê de helîkoptereke wê hate xistin
ku bi qebûlnekirina vê yekê xwe li nava raya giþtî
ya hundir û cîhanê rezîl kir.
Piþtî ku serkeftina wê ya
li hemberî gerîllayan pêk nehat, artêþê
berê þûrê xwe da sivîlan, di êrîþa
hewayî de li Duhokê pir bombe kirin. Gundiyên
herêmê xistine bin zextê û kî li nava
Tirkiyeyê li dijî vê êrîþê
biaxive, dibe xayinê welat ê ku artêþê îlan
kiriye. Her wiha gelek cerdevanên ku nexwestin herin operasyonê
ji aliyê artêþa tirk ve hatin girtin. Hê jî
gelek ji wan di bin çav de ne.
3 leþkerên wê yên ku
di þer de birîndar bûbûn ji ber bêxwedîhiþtinê
qefilîn û cesedê wan ji aliyê pêþmergeyan
ve hate dîtin û teslîmkirin. Hêzên
pêþmergeyan li herêma Kanîmasiyê cenazeyên
heft leþkerên tirk jî girtin û teslîmî
wan kririn. Agahiya ji vê derê tê ew e ku li qada
þer gelek cesed hene û artêþ ji ber tirsa bikevin
kemîna gerîlayan, nikane leþkerên xwe biþîne
cenazeyan bînin. Ji ber vê jî ji hêzên
Baþûrê Kurdistanê û ji gundiyên
derdorê xwestine ku cenazeyên leþkerên wan rakin.
Fermandariya giþtî ya artêþa
tirk di roja destpêkê de hewl da windahiyên xwe
veþêre û ji bo vê çapemeniya tirk jî
hiþyar kir. Diviyabû ji bilî nûçeyên
fermandariya giþtî dide tu nûçeyên din
nehatibana bikaranîn. Lê belê li ser nûçeyên
rast û bêsansor yên çapemeniya kurd û
nûçeyên çapemeniya navnetewî mecbûr
ma hin windahiyan qebûl bike. Piþtî vê jî ji
ber zêdebûna windahiyan û darbeyên mezin,
artêþa tirk vê carê jî dest pê kir bi
gotinan dileyîze. Gotina herî balkêþ jî li
ser xistina helkopîterê bû.
Fermandariya giþtî ya artêþa
tirk helîkoptera ji aliyê gerîlayan ve hate xistin,
demeke dirêj qebûl nekir.
Lê belê helîkopîter
tiþtekî mezin bû nekanîbûn veþêrin û
di encamê de mecbûr ma qebûl bike. Lê belê
qebûlkirineke bi leyîstina bi gotinên nayên
famkirin. Artêþa tirk ji bo nebêje helîkopter ji
aliyê gerîlayan ve hatiye xistin, gotineke ecêb ya
wekî 'helîkoptera me rastî qirimê hatiye` bi
kar anî. Di kurdî de maneyeke din a vê yekê
heye tabî; heke mirov baþ bixwîne, wê maneya wê
peyda dike… Hele maneya wê ya di Zazakî de hê
pirtir hêjayî zanînê ye...
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 01-03-2008 08:25. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 22 time. You can leave a comment.
Last update on 01-03-2008 08:25 Views: 503
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 503