• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Duþem
12
gulan
Mal arrow Kakþar Oremar arrow Encamên 11ê îlonê
Encamên 11ê îlonê Binivîse E-posta
 

Ew avahiyên mezin li dû hev hilweþiyabûn. Lewre ew ne fîlmekî holywoodê bû, ne ji studyoyê dihate çêkirin, tu efekt nehatibûn bikaranîn, ew avahiyên navenda bazirganiya cîhanê hilweþiyabûn. Ew dîmenê hanê dîmenekî wisa bû, ku ew ê di dîroka cîhana me de, her mayînde be. Ji bilî mayîndebûnê jî, ew dîmen xwediyê encamekê ye. Encama guherîna cîhana me an jî serobinobûna cîhanê.

Yek ji encamên vê serobinobûna cîhana me, çalakiyên terorîstî ne ku her mirov hedefa van çalakiyan e. Van çalakiyan, li Madrîd û Londonê dîmenên hovanetiya herî mezin a mirovahiyê derxistin pêþ. Niha jî li her deverê ev hovanetî digere. Di salvegera vê çalakiyê de, niha çalakiyên din tên payin. Mînaka vê yekê van rojan li Almanyayê derket.

Piþtî girtina sê terorîstan ku xwediyê plana çalakiyan bûn, hate ragihandin ku tevî vana ewlekariya Almanyayê li deh kesên jî digere. Rayedarên Almanyayê dibêjin ku ji van deh kesan kesên bi eslê xwe tirk û almanên vê dawiyê bûne misilman hene.

Beriya çend rojan rayedaran aþkera kiribûn ku balafirgeha herî çûn û hatina Ewropayê lê tê kirin balafirgeha Frankfûrtê û biryargeha leþkerî ya Amerîkiyan a bi navê Ramstein ji êrîþeke terorîstî filitîne. Hêzên ewlekariya Almanyayê sê kesên xwediyê amadekariya êrîþan girtibûn. Ji kesên hatibûne girtin, duduyê wan hemwelatiyê Almanyayê ne û yê din jî ji Pakistanê ye. Dozgeriya Almanyayê dibêje ku kesên hatine girtin endamên rêxistineke terorîst a Îslamî ne.

Îroj di binhiþê her mirovî de, ew hedefbûyina çalakiyeke terorîstî peyda bûye. Dikane ev çalakî, li derve we bike hedefa xwe an jî li malê. Di trênê de, li metroyê, li dema gereke li kolanê. Di dema girtina zarokê xwe de ku ji dibistanê, ji hêlûnê derdikeve. Yanî li her deverê, mirov dikane bibe qurbanê vê çalakiyê.

Lewra ev çalakiyên hanê ne wekî çalakiyên berê yên terorîstî ne, ku hingê wateyeke bûyina we ya qurbanê çalakiyeke wisa hebû. Mirovên siyasî hedef bûn, an jî mirovên xwediyê dewlemendiyeke ku kesekî din dike dijber bûn. Hedefbûyina ji bo çalakiyeke terorî, para her kesî jî nediket. Kuþtineke xwediyê wateya siyasî, encama çalakiyên terorîstî yên hingê bûn.

Heta me kurdan jî ev çalakiyên terorîstî gelekî dîtin û gelekî bihîstin. Bi taybetî di salên nodî de, kuþtinên ji aliyê hîzbîkontrayan ve, tirsa me ya herî mezin bû. Eger mirov li Kurdistanê bûya û xwediyê baweriya siyasî ya tevgera kurdayetiyê bûya, hedefbûna mirov tiþtekî gelekî ji rêzê bû. Mirov bi wê tirsê dijiya û bi wê tirsê jî tevdîrên xwe digirtin. Lê niha, mirov li ku derê dibe bila bibe, xwediyê çi baweriyê be an jî xwediyê çi mewqî û malî be jî disa her hedef e. Belkî jî encama herî mezin a piþtî ew hilweþîna wan avahiyan derketiye ev tirs e. Tirsa bûyina hedefa êrîþeke bêwate ya terorîzmê.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be

05-10-2007 14:48
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 05-10-2007 14:48. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 26 time. You can leave a comment. Last update on 05-10-2007 14:48
Views: 453    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê