• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Duþem
12
gulan
Mal arrow Kakþar Oremar arrow Dijminatiya kurdan a Îranê
Dijminatiya kurdan a Îranê Binivîse E-posta
 

Dijminatiya Îranê ya ji kurdan re, di van salên dawîn de, di çapemeniya kurd de, ji berê bêtir hate rojevê. Ev yek bi dageriya Iraqê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve girêdayî hate axivîn. Lewra tevî çend dewletên dinê, rêveberiya DYA`yê Îran jî di nava dewletên dijminên mirovahiyê de jimartibû.

Ev yek ji kurdan re ew fikir çêdikir ku qedera Îranê bibe heman qedera Iraqê. Gelekî bi xweþbînî ev yek dihate zimên ku êdî doza parçeyê li vî welatî ji amerîkiyan re hatibû hewalekirin û hewcetiya têkoþîna sist a li vî parçeyî jî her hatibû sistkirin.

Piþtî ku endamê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK’ê, Hesen Hîkmet Demîr ê bi navê kod Egîd ji aliyê rejîma mola ya Îranê ve hat bidarvekirin, dijminatiya vê dewletê ya ji kurdan re bêtir aþkera bû. Lê Îran her dijmin bû, dijmin e û bi vî halê xwe dê her dijmin be jî! Li ser vê dijminatiyê bawer nakim kesek xwedî fikreke cihê be. Tabî ji bo ew kesên xwediyên bîr û baweriya kurdayetiyê dibêjim. Lewra gelek kesên –bi taybetî oldarên îslamîst- dijberê vê dîtinê jî her hebûne.

Lê bi taybetî ji bo bakuriyan ev dijminatî wisa pir nedihate hîskirin. Her çendî em bi qetilkirina siyasetmedarên pêþeng ên kurdên ji vî parçeyî welêt diêþiyan jî, dîsa wekî parçeyên din, me zilma li vê derê hîs nedikir. Dîsa ji aliyê çûn û hatinê ve, vî parçeyê welêt ne bi qasî yên din populer bû. Ew wekî pêþmergeyan bi qasî baþûr derneketibûn pêþ û ji bilî qaçaxçîtiya heyî, bi qasî deverên dinê neketibû nava jiyana bakurê Kurdistanê. Tabî ev hemû ne sedem in ku mirov bi dijminatiya rejîma Îranê ya li dijî kurdan nehese. Bi ya min, hingî rejîmên din ên dewletên dagirker ên Kurdistanê, xwediyê zilmeke zêde bûn, ku zilma Îranê ya wê demê, di bin siya wan de dima.

Lewre bi nisbî be jî, Îran li gorî dewletên din xwediya naskirina kurdan bû. Çanda kurdan bi awayekî mafê jiyanê ji xwe re peyda kiribû. Li ser navê kurdan mirovên kurd dikanîbûn biketibana meclîsê û hwd. Vê yekê jî dihiþt ku ew dijminatiya Îranê, di mejiyê kurdên parçeyên din de, cihê heq dikir peyda neke. Dîsa þerê di navbera wê û Iraqê de ku li salên dirêj belav bûbû jî sedem bû ku Îran, dijminatiya xwe ya li dijî kurdan pê veþêre û kurdên parçeyên din jî bi vê yekê dixapiyan.

Bi ya min xapandina herî mezin a di vî warî de, ji aliyê rêxistinên parçeyên din ve hatin pêþxistin. Lewra hin rêxistinên xwediyên doza azadiya Kurdistanê, axa Îranê ji xwe re kirin stargeh. Bi taybetî jî di dema þerê Iraq û Îranê de ev yek li pêþ bû. Hêzên kurdan ku yên di vê demê de, xwe spartin Îranê, tevgera kurdan a li rojhilatê Kurdistanê asteng kirin. Heta hin caran ev astengî, gihîþt asta qetilkirina þoreþgerên vî parçeyê welêt jî. Ev yek jî hiþt ku, tevgera li vê derê þikesteke mezin bijî.

Em îro dibînin ji bo berjewendiyên xwe yên hizbî, hin rêxistinên kurdan vê yekê hê jî bi hemû qirêjiya xwe didomînin. Di fikir de, Îran yek ji dijminên têkoþîna li dijî wan divê ye. Lê mixabin di pratîkê de ev yek jiyanê ji xwe re peyda nake. Bi ya min tunebûna saziyeke sîwanî ya hêzên kurdan vê yekê bi xwe re tîne. Fikr û tevgereke neteweyî ya ku her çar aliyên welêt bigihêjîne hevdu peyda nebûye û bêyî vê jî ew ê her berjewendiyên rêxistinî serdestiya xwe bidomînin.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be

12-01-2008 09:33 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 12-01-2008 09:33. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 34 time. You can leave a comment. Last update on 12-01-2008 09:33
Views: 505    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;