Li cîhana me pêþkeftina dewletan a di warê civakî de bi demokrasî, azadî û mafên mirovan tê pîvandin. Çiqasî û çawaniya bikaranîna vana dide zanîn ka ew civak çiqasî pêþketiye. Piþtî pêvajoyên bixwînê dagirtî mirovahiyê xwe gîhandiye van encaman û ji bo xwe kirine pîvan. Ev yek jî ji ber pêwistiya wê ye. Peydabûna îhtiyaca mirovan a bi vana bi taybetî piþtî Þerê Duemîn ê Cîhanê, di bîra mirovan de bûye xwediyê cih. Ev jî bi gotina ji herkesî re demokrasî, azadî û mafên mirovan hatiye zimên.
Êdî li welatên pêþketî mirov bi vê bîr û baweriyê hesiyaye û ji bo xwe û ji bo yên din dixwaze. Ev daxwaza mirovan a vana, her hebûna xwe diparêze û ew ê her ev daxwaz hebe jî. Lewra bi pêþveçûnan ve girêdayî, pêwistiya demokrasî, azadî û mafên mirovan tenê bi yên bingehîn ve namîne û her diguhere. Ev jî dibe sedem ku evana her bi pêþbikevin û welatên pêþketî bi qanûnên nûh mafan garantî bikin. Lê em ji van nirxên bingehîn pêparmayî dijîn.
Li Tirkiyeyê gotinên demokrasî, azadî û mafên mirovan her wekî gotin mane. Bêpariya mirovan a ji vana, bi taybetî li du deh salên dawîn de gelekî xwe nîþan dan. Sedemên vê xwenîþandana bêpariyê jî, darbeya leþkerî ya 12’ê Îlonê û bûyina pirsgirêkê ya doza kurdan e. Ev biwêjên han, bi taybetî piþtî cûntayê xwe wekî îhtiyaca mirovan xiste jiyanê û mirovan êdî bilêvkirin. Em zarokên hingê, di demên ziyaretên zindanan de, tevî ku leþkeran destên xwe datanîn ser serê me, bi pêwistiya vana hesiyan. Leþkeran wekî zarokan ji me hesdikirin û me jî ji tirsa wan bi dawa diya xwe digirt. Ji hingê ve ye, dayik diçin ziyaretên zindanan û têkeliya zarok û leþkeran ya heskirin û tirsê her berdewam e.
Niha rêveberiya Tirkiyeyê famkiriye ku vê pêwistiya xwe demeke dirêj e nîþandaye. Heta Fermandarê Giþtî yê Artêþa Tirkiyeyê Orgeneral Yaþar Buyukanit di vî warî de xwe rexne kir. Wî got ku ew wekî dewlet li demokrasî, azadî û mafên mirovan xwedî derneketine û bûne sedem ku yên dijberên wan van gotinan bikarbînin.
Lê belê nabêje ku ev gotinên han di devên wan kesan de ku xwediyê wê îhtiyacê ne. Dîsa nabêje ku dewletê û wî bi xwe bikaranîna mafan asteng kiriye. Her hiþtine ku azadî û demokrasî bi sînor bin û mafên mirovan tenê ji wan re hebin.
Li vêderê pirs ew e ku, ka ew ê dewlet çawa li gorî vana xwedî derbikeve. Yanî ji ber ku Buyukanit bi xwe ev xwedîderketina dewletê îþaret kiriye, tirs ew e ku xwedîderketin jî li gorî dîtinên wî pêk werin. Dîtinên wî jî li ser tunekirina demokrasî, azadî û mafên mirovan in.
Jixwe gava ku miriv bifikire ku, dewlet bi xwe bi vî þiklê xwe bûye astenga herî mezin a hebûna vana, baweriya mirov a ji mîsogerkirina dewletê ya demokrasî, azadî û mafên mirovan namîne. Bi taybetî jî ji bo kurdan rewþ ev rewþ e. Me wekî kurd bawerî bi vana nîne û heta ku ligel Buyukanit pergala tirk a dijberê demokrasiyê neguhere rû jiyaneke þênber a demokratîk dernexe holê dê em di jiyana xwe de hîsnekin û dê ew bawerî di hiþmendiya me de çênebe.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 17-12-2007 15:22. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 28 time. You can leave a comment.
Last update on 17-12-2007 15:22 Views: 473
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 473