• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
10
gulan
Mal arrow Kakþar Oremar arrow Daxwaza çekdanîna PKKê
Daxwaza çekdanîna PKKê Binivîse E-posta
 

Di çapemeniya Tirkiyeyê de van rojan planên ji bo bêçekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê gelekî populer bûne. Ev plan wekî planên hikûmeta AKP’ê tên danasîn û bi navê Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan tên hilanîn. Di çarçoveya vê planê de, behsa operasyoneke bisînorkirî jî heye ku ev yek wekî çavtirsandina kurdan tê pêþkêþkirin.

Li gorî vê yekê dê PKK ku hawirdora wê hatiye girtin, nikanibe tevbigere û mecbûrî pêþniyareke dewleta Tirkiyeyê bimîne. Ev pêþniyar jî, dîsa li gorî nûçeyên di çapemeniya tirk de, bêyî þert û merc danîna çeka ya PKK’ê be. Lê belê gelekî tê zanîn ku ji mêj ve ye, planeke hêzên navneteweyî ya çekdanîna PKKê her hebû. Lê bi vê planê ve girêdayî çareseriyeke pirsgirêka kurdan a li gorî berjewendiyên wan hêzan jî heye.

Hikûmeta AKP’ê ji bo planeke wisa xwe adresa nîþan daye. Bi serkeftina xwe ya di hilbijartina borî de, êdî AKP dibêje ew ji kurdan re jî nûneriyê dike. Bi êrîþkirina Partiya Civaka Demokratîk (DTP) re, AKP dixwaze vê nûneriya xwe xurtir bike. Bi vê armancê jî AKP`ê konsepteke zextê pêk aniye û ev demeke dirêj e xistiye meriyetê. Di nava vê konsepta operasyona navxweyî de jî, ji bilî operasyonên bi armanca tunekirina gerîlayan, helwesteke tund a li dijî kurdan û siyasetmedarên wan ên di parlamentoyê de jî tê dîtin. Zorê didin DTP`ê ku, bibe alternatîfa PKK`ê.

AKP mijara efûyê dixe rojevê ku ji bo çekberdan çêbibe gaveke wê ya avêtî jî hebe. Gava ku Tirkiyeyê operasyoneke li dijî baþûrê Kurdistanê xistibû rojevê, ev mijara efûyeke giþtî ji aliyê lîderên kurd ve hatibû zimên.

Hingê rayedarên hikûmeta herêma Kurdistanê, gotibûn ku ancax piþtî ku Tirkiye gav biavêje û eger PKK çekan bernede ew ê wê wekî terorîst îlan bikin. Ji bo vê jî li dijî PKK’ê zextan zêde dikin. Hêzên Baþûrê Kurdistanê jî vê ji rojeva xwe danaxin. Ev konsept e û bi hevkarî dixwazin ku PKK’ê mecbûrî vê planê bikin da ku çekberdanê qebûl bike

Jixwe ev yek wekî helwesta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî, her hebû û di civîna Erdogan û Bush de jî bûbû encam. Niha pakêta hikûmeta AKP’ê ya demokrasiya ji bo kurdan di rojevê de ye. Heta çend rojan ew ê ev plana AKP’ê ya wekî gav-avêtinên di warê çareseriyê de tê nîþandayin, bikeve faaliyetê.

Niha kurd bi çalakiyên xwe hem li Kurdistanê û hem jî li derveyî welêt li pêþ in. Girêdana gel a bi PKK’ê re bi xwepêþandanên girseyî aþkera ye. Hin kesên vê plana AKP’ê dinirxînin ji vê rewþê re dibêjin tenê tevgera kurd dikane gelê kurd, ji bo planeke wisa qanih bike.

Lê her çiqas helwesta tevgera kurd a li dijî vê planê heta niha, di çarçoveyekê de nehatibe zimên jî, zelaliya dîtinên tevgera azadiyê her li holê bûye. Di vî warî de Koma Civakên Kurdistanê (KCK) hikûmeta AKP’ê wekî hikûmeta þer dinirxîne û banga hiþyariyî li kurdan a li dijî vê hikûmetê dike. Di dema gefên Tirkiyeyê yên li dijî baþûrê Kurdistanê de jî KCK’ê amadebûna xwe ya ji þer re dabû diyarkirin, lê belê her wiha amadebûna xwe ya ji bo çareseriyê jî vegotibû. KCK`ê gotibû ku, eger projeyeke li ser çareseriyê were bipêþxistin ew amade ne, vê projeyê guftûgo bikin. Lê wisa dixuye ku armanca vê plana ku AKP di rojevê de digire ne ji bo çareseriyê ye. Aþkera ye ku hedafa vê planê ji çareseriyê bêtir, tunekirina tevgera kurd e.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be

24-11-2007 09:37 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 24-11-2007 09:37. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 34 time. You can leave a comment. Last update on 24-11-2007 09:37
Views: 499    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;