Piþtî çavên xwe li
jiyanê girt û pê ve êdî Burhan dikarîbû
vegere welêt, ji bo vê rêwîtiyê heval û
hempîþeyên wî li bajarê Bochumê
merasîmek li dar xistibûn. Roja bîst û heftê
adarê li ber komeleya kurdan kesên li hev civiyabûn
ji xwe tiþtek winda kiribûn. Êdî ji bo wan
wezîfeya dawîn a ji bo Burhan Karadenîz rêwîkirina
wî ya welatê wî bû.
Hevalên wî, hempîþeyên
wî û dost û xizmên wî axivîn. Her
yekî ji wan behsa beþekî jiyana Burhan Karadenîz
kirin. Êdî dema veqetîna ji Burhan Karadenîzê
parçeyekî jiyana wan hatibû. Wî ji bo welatê
wî yê bi salan bi hesret mabû rêwî
dikirin. A di rojê naaþê Burhan Karadenîz
gihîþtibû Ameda hesreta dilan.
Di ser wê rojê re va ye
pênc sal derbas bûne. Burhan Karadenîz li
Kabristana Mardîn Kapiyê hatibû veþartin, ku li vê
derê Burhan bi dehan caran nûçe þopandibû.
Ew niha li nava þehîdên têkoþîna azadiya
Kurdistanê ye ku ev der bi destê her kesî nakeve.
Jiyana Burhan Karadenîz di sala 1973’yan de li Amedê
dest pê kiribû. Bavê Burhan ji tirkmenên
Bismilê û diya wî ji dimiliyên Amedê
bûn. Lê birayên wî di nava têkoþîna
neteweyî de bûn. Di salên zarokatiya xwe de, li
nava mozaîka gel û çandan kuçeyên
Amedê nas kir. Burhan, tevî diya xwe ji ziyaretên
birayên xwe zindan nas kir, gotinên girtî, îþkence
û berxwedan salên zarokatiya wî xemilandibûn.
Bi vê zarokatiyê Burhan
Lîse xwendibû û di wê demê de ketibû
nava têkoþîna neteweyî ya Kurdistanê. Ku ew
sal salên serhildanê bûn. Kurd bi hêviya
azadiyê careke din derketibûn ser dika dîrokê.
Burhan di sala 1991’ê de, weke karûbarekî di riya
welatparêziyê de, dest bi xebata rojnamegeriyê
kiribû. Rojnameya hefteyî Yenî Ulke bûbû
dilê kurdan û Burhan jî bûbû
rojnamevanê wê yê herî ciwan. Lê li
hemberî têkoþîna kurdan þerê qirêj
dest pê kiribû. Pênûsa rojnamevanên
kurd jî hedefa makîneyên mirinê bû.
Dema ku makîneyên mirinê
li Batmanê Cengîz Altûn qetil dikirin, çapemeniya
kurdî xwe ji rojnameyeke rojane re amade dikir. Huseyîn
Denîz rojnamevanekî din ê çapemeniya kurd bû
ku di wan rojan de hate qetilkirin. Lê rojnamegeriya kurdî
êdî bi rojnameyeke rojane rojeva kurdan radigihand. Di
rojên dawîn ên bihara sala 1992’yan de Ozgur
Gundemê bi eleqeyeke mezin a gelê kurd dest bi weþanê
kiribû. Lê makîneyên mirinê jî
nedisekinîn. Bi çend rojan piþtî derketina
rojnameya Ozgur Gundemê pêþiyê Hafiz Akdemîr,
Yahya Orhan û Cengîz Ababay hatibûn qetilkirin.
Û roja 5’ê tebaxa
1992’yan, vê carê Burhan Karadenîz hedefa êrîþa
makîneyên mirinê bû. Gava ku Burhan ji bo
xebatê diçû buroya rojnameyê, ji piþtre
bera wî dan. Burhan birîndar ketibû, pêþiyê
wî rakirin nexweþxaneya Amedê, ji wê derê jî
nexweþxaneya Enqereyê. Bi saya alîkariya heval û
hogirên xwe ji bo tedawiyê hate Almanyayê, piþtî
demekê dîsa vegeriya Amedê. Lê Burhan
nikarîbû li Amedê bimîne, lewra felc bûbû
û ji bo tedawiyê careke din hate Almanyayê, lê
dîsa bi armanca vegera welêt bû ew hatina wî.
Burhan ma li Almanyayê. Lewra ew
þert û mercên ji bo vegera wî ya welêt peyda
nebû. Weke rojnamevanekî li surgunê jiyana xwe li
Bochuma bajarê Almanyayê domand. Ji rojnameya Ozgur
Polîtîka re nivîsî û di televîzyona
kurd de bername çêkir. Burhan her aktîf karê
xwe berdewam kir. Heta roja çavên xwe li jiyanê
girt.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 15-03-2008 08:52. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 17 time. You can leave a comment.
Last update on 15-03-2008 08:52 Views: 242
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 242