Di van rojan de dîsa hewldaneke
xapandina kurdan a li ser dostaniya amerîkiyan ve tê
kirin. Fermandarê Giþtî yê Dewletên Yekbûyî
yên Amerîkayê Mike Mullen da zanîn ku ew li
dijî PKK`ê bi Tirkiyeyê re di nava hevkariyekê
de ne. Lê ev hevkariya di çend mehên dawîn
de peyda bûye wisa baþ e ku, heta niha mînakeke vê
hevkariyê nehatiye dîtin. Cihê vê daxuyaniya
Komîteya Xizmetên Leþkerî ya Senatoya Amerîkayê
bû. Muller hewl dida ku senatoran qanih bike ku operasyonên
li dijî baþûrê Kurdistanê yên
Tirkiyeyê di cîh de ne. Ji bo biniya vê hîpoteza
xwe dagire, digot, wî bi Fermandarê Duyemîn ê
Artêþa Tirkiyeyê Orgeneral Ergîn Saygûn re
hevdîtin çêkiriye û jê re gotiye ku ew
bawer nakin tenê mesele bi rêbazên leþkerî
were çareserkirin.
Kesên bi hevkariya DYA û
kurdên baþûrê Kurdistanê bawer in, bi vê
hevoka dawî ya Muller girtin û bernedan. Yanî Qaþo
Fermandarê Artêþa Amerîkayê, çareseriyeke
siyasî dixwaze û ev ji Tirkiyeyê re gotine. Ev yek
li ser gelek malperan, li ajansên kurdan û tv yan hate
zimên. Lê ev kesên wisa bi xweþbînî
kanin vê gotina Muller bilêv bikin, naxwazin bibînin
ku di destê DYA`yê de rêbaza bi tenê ya
çareseriya pirsgirêka kurd a li Bakurê welêt
þîdet e. DYA`yê destûra þîdetê li
baþûrê Kurdistanê jî daye Tirkiyeyê û
heta tê îdia kirin ku tevî Tirkiyeyê jî
li dijî kurdan çek bi kar aniye.
Îcar li vê derê ez ê
nikanim bi xwe û ji wan kesên ku hînê ji
neyta baþ a DYA`yê bawer dikin re bibêjim ehmeq. Belkî
bi vê gotinê hinekî dilê min rehet bibe. Lê
pirsgirêk ne rehetbûna dilê min e. Ew ehmeqî
her li holê dimîne. Çawa vana ji malperan, heta
radyoyan û heta tv’yan vê gotina Muller derxistin pêþ
û gotinên wî yên din nedîtin. Dev ji
wan gotinên wî yên din berdin, bi rojekê
beriya daxuyaniya wî, baþûrê Kurdistanê
hatibû bombebaran kirin. Dîsa bi rojekê beriya
daxuyaniya wî, Rêveberê CIA`yê gotibû
ew li bendê ne ku PKK erîþê berjewendiyên
wan bike û dijminatiya li dijî PKK`ê ya amerîkî
û dostên wan gurtir kiribû.
Yanî di rewþeke wisa de, hêj
derxistina pêþ a wê gotina Muller, ger ne ji ber neyteke
xirab be, ehmeqiyeke mezin e. Lê gereke mirov li wê neyta
xirab jî binêre. Lewra vana bi salan e, dixwazin bi gel
bidin bawerkirin ku, amerîkî dostên kurdan e û
dixwazin kirinên li dijî berjewendiyên kurdan ên
DYA`yê bi gel bidin jibîrkirin. Vana dixwazin nifþekî
nû yê kurdan ên alîgirê amerîkiyan
biafirînin. Her wiha bi vê jî namînin, di wan
malper, radyo û Tv`yên xwe de, propagandaya vê
çandê dikin. Dixwazin ciwanên kurd ji rastiya xwe
dûr, bi sempatiya wê çanda amerîkî
bixapînin.
Belê rayedarên amerîkî
ji destpêkê vê dibêjin ku ew, tenê
rêbazên leþkerî yên li dijî PKK`ê
têra çareseriyê nabînin. Hin ji wan
derxistina qanûnan dixwazin ku bi vana kurd rehetir bijîn.
Hin ji wan behsa efûyekê dikin û her wiha nasîna
mafên çandî jî ji devên hin rayedarên
amerîkî hatine bihîstin. Lê belê vana
ew hemû rêbazên çareseriya pirsgirêka
kurd ji dewleta Tirkiyeyê re hiþtin e. Heta ne tenê ya
li Bakur, yên li parçeyên din jî, xwediyê
însiyatîfa Tirkiyeyê. Gereke mirov ji vê
rewþê haydar tevbigere û bi amerîkiyan nexape û
ji vê jî zêdetir xwe ji wan kurdên
porpagandaya amerîkiyan dikin biparêze.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 09-02-2008 08:13. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 20 time. You can leave a comment.
Last update on 09-02-2008 08:13 Views: 344
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 344