Gelekî behsa wê tê kirin ku helwesta
desthilata baþûrê Kurdistanê ya li dijî PKK`ê, piþtî hevdîtina Serokwezîrê
Tirkiye û Serokdewletê DYA`yê guheriye. Hema hema hemû derdor fikarên xwe yên
ji vê pêþveçûnê vedibêjin. Lê ji aliyê baþûrê Kurdistanê ve, ev yek nîn e.
Gelek kes gotinên Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî, bilêv
dikin. Ku birêz Barzanî gotiye wê tu carî þerê birakujiyê çênebe û li dijî
PKK`ê ranahêjin çekan. Piraniya mirovên baþûrê Kurdistanê û alîgirên wan ên li
parçeyên din, hêviya xwe bi vê gotinê ve girêdane.
Tabî, ev gotina birêz Barzanî beriya pêncê
mijdarê hatibû gotin. Beriya ew zîrveya Tirkiye û DYA`yê, ku li wê derê qedera
têkoþîna li dijî PKK`ê hatibû nivîsîn. Piþtre gotinên desthilata Baþûr her
guherîn. Di daxuyaniyên fermî de gotin ku wan li dijî PKK’ê tevdîr wergirtine.
Dê pêþmergeyên desthilata Baþûr nehêlin gerîla li dijî Tirkiyeyê þer bikin û
hwd.
Niha kesek naxwaze ku ew þerê birakujiyê bê
jiyîn. Jixwe yên dixwazin jî, li ser esasê dijminatiya kurdan tevdigerin.
Kurdên ku dixwazin PKK ji baþûrê Kurdistanê derkeve jî, di rastiya xwe de, ew
þerê li dijî PKK`ê dixwazin, ku gelek caran hate ceribandin û her carê jî
bêserkeftin ma. Vana dibêjin, PKK ne xwediyê wî mafî ye ku li baþûrê Kurdistanê
bimîne.
Wekî ku PKK`ê ji hin deveran destûra li wê
derê mayinê wergirtibe difikirin û diaxivin. Di bingeha vê fikrê de jî,
cudakariya di navbera kurdan de veþartiye. Li gorî van kesan jî hin kurd baþ in
û hin kurd jî nebaþ in. Kurdên neçê jî gereke, rewþa yên çê xirab neke. Ev teng
fikirîn li ser bi sedan malperên înternetê tê dîtin û li gorî min xetera bi vî
awayî fikirînê bi qasî xetera þerê birakujiyê ye.
Li aliyê din, nûçeyên ji baþûr tên vê fikrê
tevî tirsa þerê birakujiyê mezin dike. Bi dezenformasyona çapemeniya tirk jî,
ev tirs li dilê piraniya kurdan peyda bûye. Hiþyariyên ji tevgera kurd jî tên,
tesîreke gelekî mezin çêkiriye ku kurdên dilxwazên PKK`ê ji vî parçeyî welêt
aciz bibin. Bi baweriya min, ev yek jî xwediyê xeterekê ye ku, dikane ev xeter
di dahatûyê de bi mezinbûnê derkeve pêþ. Kurdên ji Bakur, ji yên baþûrê
Kurdistanê sar bibin.
Li vê derê berpirsyariyeke mezin dikeve ser
aliyan, ku ev berpirsiyarî her xwezayî ye. Gereke siyasetmedarên Kurdistanê
nehêlin, kurdên ji parçeyên cihê yên welêt ji hevdu sar bibin û li dijî hevdu
bin. Hevdu bi çêbûn-neçêbûnê kategorîze bikin. Gereke mayina PKK`ê ya li baþûrê
Kurdiatanê wekî mafê xwezayî yê kurdan were dîtin û li ser vê yekê
siyasetmedarên kurd bibin xwediyên argumanan.
Ji vî alî ve jî berpirsyariyeke mezin
dikeve ser desthilatiya baþûrê Kurdistanê. Ji bo jiyîna ev azmûna vî parçeyî
welêt, gerek e xwe ji bakurê Kurdistanê jî berpirsyar bibîne. Xwedîderketina li
PKK`ê û daxwaza wê ya çareseriya pirsgirêkê, gerek e ji aliyê rêveberiya Baþûr
ve, wekî berpirsyariyeke neteweyî were navandin û bi vî þiklî tevgerê ava bike.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 04-12-2007 08:15. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 24 time. You can leave a comment.
Last update on 04-12-2007 08:15 Views: 581
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 581