Li min bibore hevala min. Dibe ku ez nikaribim bedewbûn û xwežikbûna dilê te bilêv bikim. Wê tu hevok, tu gotin û peyv nikaribin têra pesindayîna te bikin. Ji roja ku ta bûyî rêwiya azadiyê û heta te henaseya xwe ya dawîn jî da, dilê te bi bêhna azadiyê lê dida. Hêvî, hevalbendî, evîndarî di newala dilê te de digihîje hev û dilê te dibû cih û warê têkožînê. Ji ber vê yekê bû ku, te têkožîna herî dijwar li hemberî kesayetiya xwe dida. Te tim digot, divê em li hember serokatî û gel karibin bibin bersiv. Ji lew re di her karî de, di her žer û cengê de, tu her li pêž bû hevala min. Di nameyeke xwe de, te ji min re digot; “Tiliyên zarokên kurd, ji bo azadiyê nîžana serkeftinê dikin. Bila ji wan tiliyan yek tu bî, yek jî ez bim û em hêviyên wan bigihînin serkeftinê. Min ê ji ku zaniba ku tê ew qasî zû xwe bigihînî serkeftinê û min li dûv xwe bihêlî. Ma ez ê çawa bê te bikevin govenda Amedê, ez ê li stranên kê guhdarî bikim û ez ê bi kê re porê xwe li ber barana payîzê dirêj bikim.
Divê ez bi dûv çûna te ya asîmanên žîn de, dilê xwe qewîn bigirin. Lê li min bibore hevala min, bi vê xebera kambax, ez bi rondikên çavên xwe nikarin û bêhemdî min hêsrên min diherikin ser rûyê min, ser qilêža li destê min. Di cih de dicemidim. Ez ê çi bêjim bi dû vê çûyîna bêxatir de... Nebêje žorežvan nagirîn, ez ê bêžerm rûnêm û bigirîm li ser hevala xwe ya delal. Ew dengê te yê bedew ji guhê min nakeve û niha strana “çiyayên me berfê lê kir” dibêje. Hemû bîranîn û serpêhatiyên me yek bi yek di ber çavên min re diborin. Û ew ževên ku li ber êgir me hêviyên xwe yên azadiyê ji hev re digotin, niha wekî wî êgirî dilê min dižewitînin.
Tu dizanî niha živanê gundê me pez derxistiye çêrê, ez ê hema li ber dengê bilûra wî, ku bi tiliyên xwe yî qirêj, hestên herî paqij direžîne ser dilê min, li demên bê te derbas bûne požman bibim û ez ê gewdeyê žermoke, bêžerm bigirîm dîsa. Ev çûna te min wekî lalê gundê me, bêdeng û bêpejn dihêle. Rêwîtiyên me tên bîra min. Dema em diwestiyan te digot; “Em bigihîjin noqtê, ez ê hema xwe dirêj bikim û razêm.” Lê dema em digihîžtin noqtê, te çend stran digotin û te režo datanî ser rivîna êgir. Vêca westandin, di bîra kê de dima, pižtî wî dengê te yê xwež. Hevala min, fermandara min, tu nizanî bê ka bê te rêwîtî çiqas zehmet û bi êž e. Qudûmê min dižikên, çongên min bi ber min ve nayên.
Û Zagros… evîna dilê te, niha lûtkeyên hemû çiyayên wê dipêçe, Avažîn ji dilê te diherike xaka pîroz, Cîlo û Çarçela bi dengê te deng vedidin. Û bêhna te ji nêrgiz û beybûn û rîhan û hemû cure kulîlkên vê xwezayê tê. Žehadeta te, êžên pir mezin bide min jî, ez ê xwedî li vê hevalbendiya te ya yekta derkevim heta di vê govenda žehîdan de bikevim destê te û milên te bihejînim, heta di karwanê žehîdan de bibim rêwiyek û dîsa bi te re bikevim rê, heta di asîmanên žîn de nola te bibim stêrkek û bibirqînim, ez ê têbikožim hevala min a delal.
This entry was posted on 05-10-2007 15:59. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 53 time. You can leave a comment.
Last update on 05-10-2007 15:59 Views: 2406
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 2406