Dîsa weke 8 salan beriya niha windahiyan dest pê kir. Wê dîsa stranên me yên egîdî û lehengiyan velorînin. Wê dîsa her mirov li rojên berê vegere û wê ji xeyalên nîvcomayî bikeve rastiya rojê. Rastiyek wisa ku kezeba mirov diþewitîne. Her roj rastiyên kevnar lê nehatî nasîn dixuliqîne. Weke ku tenê li Kato neh rastî li rastiyê hev hatibûn. Her neh egîdên ji dilê me veqetiyayî þewatek xistiye nava dilên xembar. Dizanim ku gelek kes xwediyê biranînên ku bi we xemilî ne. Dizanim ku gelek kes xwediyê þahidiyên rastiya we ne. Weke ku ez jî þahidê rastiyek wek Serhat Colemêrg (Hakan Turgut) im. Serhat yek ji lehengên Kato bûn ku li hemberî bîst hezar leþkeran çiyayên pîroz bi xwîna xwe xemilandî.
…
Du sal beriya niha dîsa ev demsale bû. Li lîseya Ataturk ya Colemêrgê me hev û du naskiribû. Ez mamoste tu xwendekar bûyî. Lê gelek caran me karên xwe li hev diguherîn. Û tu carna dibûyî mamosreyê min. Lewma dema te dipirsîn jî me hin tiþt, te li gel pirsan hêz û hêrsa di dilê xwe de jî kifþ dikir. Gava ku tu dibûyî þahidê bêdadiyê, di gavê de tu dibûyî dijberê wê jî. Gelek caran me þahidiya lawînî û mêrxasiya te kiribû. Çend caran mamosteyên ku ji mirovahiyê dûr, aqil û cisaret ji te girtibû.
…
Nizanim ka heta îro çend mamosteyan li ser þehadeta xwendekarên xwe nivîsiye, lê þewata dil tenê ew dizane ka þewat çawa ye.
Dîsa dizanim rêzikên min îro belav û posîde ne. Dizanim ku peyvên mîn têrî vegotina rastiya we nake.
…
Gelek caran çîrokek ji mîtolojiya Hindan tê gotîn. “Çar pelatînk (perperok) li dora agir digeriyan ku bizanin ka rastiya agir çi ye. Ya pêþî nêzî dibe û dibêje ku ‘agir tiþtekî wisaye ku ronî dide’. Ya duyem ji ya pêþî bêhtir nêzî dibe û dibêje ‘agir hem ronî dike û hem jî germ e’. Ya sêyem ji wan herduyan bêhtir xwe nêzî agir dike, hinekî perên wê diþewitin. Û dibêje ku ‘agir roniye, germe û þewat e’. Lê ya çaremîn bi vê jî têr nabe û rasterast xwe li nava agir dide û bi agir dibe yek. Ji her çar pelatînkan ya ku zanî agir çiye jî ya dawî bûye”.
…
Lehengên ku bi agirê pîroz xemilî, di her gava we avêtî de çiruskek neyarê tariyê birisqiye.
This entry was posted on 05-10-2007 15:58. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 47 time. You can leave a comment.
Last update on 05-10-2007 15:58 Views: 1226
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 1226