| Were mala me cenderme, deynim ber te qewirme! |
|
|
Li dewsa mîna camêra bêjin ‘ev þer e tîþtên wisa dibin. Helîkoptereke kobra hate xistin’ û xwe bi yek carê rizgar bikin, xwestin dest bi hîle û demagojiyê bikin. Di daxuyaniya Fermandariya Giþtî ya Artêþa Tirk de bi gotinên, “Dema helîkoptera me li nêzî sînor difirî, dilê pîlot xeliya û sergêjiyek li helîkopterê geriya, paþê jî helîkopter bi kirimê re rû bi rû ma. (Kýrýma Uðradý)” Ya rast me ji çend pisporên leþkerî pirs kir ka ev “kýrým” çiye. Bersiv nebû. Dema bersiv nebû ji bo nûçeyê jî me ji tevahiya zimanzanên kurd - Zana Ferqînî jî di nav de- pirs kir lê mixabin me wateya wê ya kurdî peyda nekir. Her wiha wêneyên helîkopterê di çapameniya kurd de hatin belavkirin.
Di demên ku li ser dayîna nûçeya helîkopterê me guftugo dikir de, hevalekî ji Pazarcixê ji bo ji rewþa þer agahdar be telefon da. Piþtî ragihandina tevahiya nûçeyên rojê, di dawiyê de pirs kir: “Heval, ev meseleya kobrayê çiye. Rastî hevalan ew duþirmîþ kiriye an mîna tirk dibêjin kirmîþ bûye. Rastî ez mereq dikim kobra çawa kirmîþ bûye?” Piþtî lêkolînên dûr û dirêj kurdiya me têrê nekir ku em demagojiya Serfermandariya Artêþa Tirk a der barê xistina helîkopterê de wergerînin kurdî û em neçar man li bin wêneyên helîkoptera kobra a gerîlayan xistibû bêjin, “HELÎKOPTER WIHA KIRMÎÞ BÛYE”
Çîroka manþeta ‘Siwar hatin peya çûn’
Disa divê em îtîraf bikin, di vê demê de ji hunermendên kurd bêhtir me ji muzîka kurdî a gelêrî sûd wergirt. Dema potên Serfermandariya Giþtî ya Artêþa Tirk têrê nedikirin jî stranên gelerî yên kurdî digihiþtin hawara me. Mesela di kêliya amadekirina manþêta rojnameyê ya der barê paþvekiþînê de, heval dîse kûr kûr difikirîn ka çi manþêtê bavêjin. Di wê kêliyê de hevalekî edîtor di bin lêva de ev gotinên stranê dilorandin:
Ha min dî ji malan hawa çû
Ca min dî ji malan hawa çû
Ber bi mala keya çû
Siwarî hat û peya çû peya çû
Siwar hat û peya çû peya çû
Yekser hevalê manþet amade kir mîna Rahmetiyê Arþîment da qîran û got, “Tamam min dît.” Piþtî em ji matmayîna qîrîna hevalê xwe bixwe hatin me pirs kir te çî dît? Got; “Min manþêta rojê dît. SIWAR HATIN PEYA ÇÛN”
Bawerim manþeta Azadiya Welat a “Siwar hatin peya çûn” xweþtirîn manþeta ku rewþê nîþan dide bû. Ji ber vê yekê jî piþtî rojekê di xwepêþandanan de pankartên bi nivîsa, “Siwar hatin peya çûn” hatin hilgirtin.
Nimûne mirov dikare hewldana Artêþa Tirk a dagirkeriya baþûrê Kurdistanê bi riya stran, metelok û çîvanokên kurdî gelekî xweþ raxê ber çavan. Ka em geþtekê li nav stran û çîvanokan bikin;
Cendirme cendirme
Hêna jî di hewldana dagirkeriyê de rola Serokomarê Iraqê Celal Talabanî , Hoþyar Zêbarî, Nêçîrvan Barzanî tê nîqaþkirin. Tê îdîakirin ku beriya operasyonê Celal Talabanî peyamek bi van gotinan rêkiribe Enqereyê:
Cendirme cendirme
Mala we sondirme
Rojek were mala me
Daynim ba te qewirme
Dixwî-naxwî kêfa te
*Birîm devê bavê te.
*Ev rêz di peyama nivîskî de cih negirtiye, hate ragihandin piþtî nivîsandina peyama fermî Talabanî gotiye, “Birîm devê bavê we. Çima hûn min dawetî Enqereyê nakin.”
Li ser vê yekê jî bi hêviya xwarina qawirmê berê bihezaran leþkerî dan Geliyê Zapê. Piþtî ketina tevgerê jî Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul dest avête telefonê û bi strana “Xanimê Lorke” bersiv da Serokomarê Iraqê Celal Talabanî. Ji aliyekî ve bi Talabanî re diaxifî ji aliyê din tevhî xanima xwe Harunîsa reqsa ticarê qeyseriyê diki: “
Were mala Avdlê Gulî xanimê lorkê
Deynim ber te nan û qelî xanimê lorkê,
kêrê bêne penîr hûrke xanimê lorkê
Min qurbana turbana sor ke xanimê lorkê
Wereme mala Recebê ji Rîze xanimê lorkê
Deynê ber de goþtê qaza xanimê lorke
kêrê bêne penîr hûrke xanimê lorkê
Min qurbana turbana sor ke xanimê lorkê
Bîrand û tirþikvanên kurd strana Mamê Gur digotin
Qaþo rojnamevan û nivîskarên mîna M. Alî Birand û rewþen(ÎKÎ)’yê kurd yên ku hemû hêviyên xwe bi serkeftina operasyonê ve gerêdan jî govend girêdabûn û li ber strana Mamê Gur ji xwe diçûn. Gurme gurme daholê bû û stran ji aliyekî govendê der barî aliyê din dibû:
Newal bi dar e mamê gur mamê gur
gur hat bi xwar e
çavî li kar e
Kar kara muxtar e mamê gur þêrê gur…
Newal bi bî ye mamê gur mamê gur
gur tê hêdî ye
çavî li mî ye
mî miya cindî ye mamê gur þêrê gur..
Newal bi derx e mamê gur mamê gur
Gur hat bi ber ve
çavî li berxe
berx berxa kurdaye ye mamê gur þêrê gur..
Gerîlayên kurd jî digotin ‘Ey Reqîb’
Dema dagirkeriyê despêkir û leþkerên tirk yên bi cilû bergên xweþîk, bi teknîka herî pêþketî xemilandî ber bi Geliyê Zapê ve diçûn, gerîlayê kurd jî sirûda neteweyî dixwendin:
Ey reqîb her maya qewmê kurd ziman
Naþikê û danayê bi topê zeman
Kes nebê kurd dimirin kurd jîn dibin
Jîn divê qet nakeve Ala kurdan..
Lawên kurd tev hezir û amadeye
Can fîdaye can fîda tev can fîda
Ji Buyukanit strana ‘Çûko Rebeno’
Efendiyên ku li Qesra Spî rûniþtibûn û navê Qertelên Reþ li helîkopterên xwe yên super-kobra kiribûn, mîna li maçeke futbolê bi kêfxweþî qedehê vîskiyê bi ser xwe de noq dikirin û li benda serkeftina hevkarê xwe yê ‘stratejîk’ Tirkiyeyê bûn ku dijminê wan ê ‘hevbeþ’ PKK’ê têk bibe. Lê piþtî hefteyekê mêze kirin ku tîmên ku hemû hêviyê xwe pêve girêdan û li ser bi qûmarê lîstin nikare çar gavan bikeve Zapê. Yekser ferman dan ku paþve vekiþin. Lê beriya fermanê ji xwe paþve hatibûn zîvîrandin jî.
Rayedarên amerîkî ku yekser hatin Enqereyê dilxweþî didan Yaþar Buyukanit digotin: “Tiþt nabe morala xwe xira neke, ev nebû yekê din.”
Buyukanit ku li li wêneyê helîkoptera kobra ya parçebûyî temaþe dikir ji aliyê din ve strana gelerî ya bi navê, “Çûko Rebeno” digot:
Weyla çûko rebeno, tu ket xefka *Heseno
War û hêlîn xera bû, ner qirþik û ne ben o
Çûkê mêrga belek e, lê duvê wî xelek e
Heseno bêîman e, xefka wî ne henek e
Mane çûkê dimdime, dimeþe û dilikûme
Heseno bêîman e, xwediyê ceh û genim e
Heseno dîn û har e, ji xwe çûkêm pê nikare
Êþa çûko dijwar e, durketina ji biharê
Çûkê min sor û zer e, li ser wî ceng û þer e
Bere çûkêm bifire û li Heseno vengere
*Rayedarên DYA’yî di çerçoveya îstîxbatara germ a lezgîn de ji Yaþar Buyukanit re ragihandin ku gerîlayê kobra xistî navê wî Hesen e.
Stanek jî ji Baykal û Bahçelî
Piþtî têçûnê serokê partiyên Tirkiyeyê yên mîna Denîz Baykal Dewlet Bahçelî jî xwe avêtibûn tor û bextê strana Ciwan Haco ya bi nâvê “Can”, gilî û gazincên xwe ji Yaþar Buyukanit dikin:
Yaþar te çi bi me kir
Yaþar te çi ji xwe kir
Te çi bi sere me kir
Te çi bi soza me kir
Te em xistin xeyala
Xeyalen kûr nevala
(ji newalê mabest ZAP e)
Sebir ji mere nine
Em ji kerba mirine
Users' Comments (0) |
|
| Only registered users can comment an article. Please login or register. |
No comment posted
| Jêr; A beriya wê | A piþtî wê jor; |
|---|
![]() |
| Edîtor |
![]() |
| Cemîl Bayik |
![]() |
| Yildiz Gultekîn |
![]() |
| Adil Zozanî |
![]() |
| Ahmet Dere |
![]() |
| Azîz Ogur |
![]() |
| Burhan Erdem |
![]() |
| Ehmedê Huseynî |
![]() |
| Hemîd Dilbahar |
![]() |
| Hevî Berwarî |
![]() |
| Musa Anter |
![]() |
| Îrfan Babaoglu |
![]() |
| Kakþar Oremar |
![]() |
| Luqman Guldive |
![]() |
| Mem Mîrxan |
![]() |
| Mizgîn Bîngol |
![]() |
| Necîbe Qeredaxî |
![]() |
| Omer Dilsoz |
![]() |
| Rênas Jiyan |
![]() |
| Taha Xelîl |
![]() |
| Xelîl Xemgîn |
![]() |
| Rêþad Sorgul |
![]() |
| Yaqob Tilermenî |
![]() |
| Cemal Þerîk |
![]() |
| Mizgîn Aydin |
![]() |
| Rizoyê Xerzî |
Views: 454