Dewleta tirk û hikûmeta
AKP’ê di Newrozê de dîsa rûyê xwe yê
rastî nîþan dan. Bi taybetî herêmên
Wan, Colemêrg û Sêrtê kirin navenda terora
dewletê. Pêkanîna terora dewletê ya li vê
herêmê di çerçoveya konsepteke giþtî
de hate hilbijartin. Hem hesabên Artêþâ Tirkiyeyê
hem jî yên hikûmeta AKP’ê di vê yekê
de hene. Ji bo ceribandin û derxistina asta herî jor
-tevkujî jî di nav de- a terora dewletê bi taybetî
sêgoþeya Wan, Colemêrg û Sêrtê mîna
herêma pîlot hatiye hilbijartin. Dewlet dixwaze ‘hêz’
û ‘mezinatiya’ xwe li vir bide îsbatkirin.
Zarokên baþ li pey rovanþê
ne
Artêþa Tirkiyeyê ya di bin
fermandariya Yaþar Buyukanit de ew e ku dixwaze rowanþ an tola
Þemzînanê bistîne. Li heman herêmê
beriya 3 salan dewlet di þexsê ‘zarokên baþ’ ên
Buyukanit de li ser sûç hatibû girtin. Sedema
êrîþkarî û çavsoriyê ji vê
yekê tê. Her wiha hikûmeta AKP’ê jî
dixwaze sûdê ji vê yekê bigire. AKP hesabên
hilbijartina herêmî dike. Piþtî teskereyê û
hewldana dagirkerina baþûrê Kurdistanê li herêmê
tu prestîja AKP’ê nema. Serokwezîrê ku çavê
xwe berda Dêrsim û Amedê dibîne ku
þaredariyên di destê wî de jî diçin.
Ji ber vê yekê ji êdî derfeta xapandin û
lîstikan nabîne û yekser bi hestên tolhildêrî
hewl dide îradeya gel biþkêne. Gelê îradeya
wî hate þikandin jî ji her lîstikê re amade
dibe.
Serbilindiya Sîpan û
Zagrosan
Serhildana Colemêrg, Sêrt,
Wan, Gever û tevahiya Kurdistanê ya li hemberî
terora dewletê, ji niha ve hemû pîlanên AKP’ê
û artêþê têk birin. Hesabên ku Recep
Tayyib Erdogan û Yaþar Buyukanit li Dolmabahçeyê
kirin neçûn serî. Hesaba Dolmabahçe û
Zapê li hev derneket. Erdogan û Buyukanit desteka DYA,
YE, Îran, Sûriyeyê û hevkarên herêmî,
teknolojiya pêþketî ya di destê arêþê
de, amûrên þerê taybet, çapamenî tev
hesibandin û ji serkeftina xwe bawer bûn. Lê
jibîrkiribûn ku îradeya gelê herêmê
mîna çiyayên Zagros, Sîpanê Xelatê,
Çiyayê Reþ û Herekol qadîme, naheje.
Destpêkirina þerê azadiyê ya ji vê herêmê
tiþtekî tesadûfî nebû. Tercîhkirina vê
yekê bi hemû ilmên zanistê hatibû
piþtrastkirin. Ev tercîh bi kurahiya dîrok û çanda
berxwedanê, serbilindiya çiya û erdnîgariyê,
helengî û jiyana azad gel û civaka xwezayî ya
herêmê vere yekser girêdayî ye. Ev rastî
bi tenê dikare bibe mijara bi dehan têzên zanistê
û mijara nivîs û pirtûkan.
Polîsê xirab û yê
baþ
Di terora dewletê ya di
pîrozbahiyên Newrozê de divê derfeta
berovajîkirina rastiya neyê dayîn. Mîna
bûyerên lokal û li gor helwesta walî an
midûrên emniyetê yên bajan nîþandan,
ji bincilkirina rastiyan pê ve ne tiþtek e. Di pirsgirêka
kurd de û pêkhatinên li Kurdistanê mirov tu
caran derveyî siyaseta dewletê mijaran nenirxîne.
Rayedarên dewletê yên li Kurdistanê tevkujiya
pêk tînin di asta herî bilind tên xelatkirin,
terfîkirin. Her liv û tevgera rayedarên dewletê
ya li Kurdistanê di çerçoveya konseptekê de
ye. Suleyman Demirel di dema serokwazaretiya xwe de bi tenê di
gotinê de bê jî li xwe mikur hat, xwe ji ‘bizina
li kêleka çemê Dicleyê winda bibe’ jî
berpirsiyar dîtibû. Erdogan jî di adara 2006’an
de xwe ji qetilkirina zarokên kurdan berpirsiyar dît û
rojane kujeran xelat dike. Hin rola polîsên baþ, hin a
polîsên xirab dilîzin. Di tercrûbeyê
borî de me dît. Rayedarên mîna Kevnewaliyê
Amedê Efkan Ala ku di ava gel de nerm û qaþo demokrat
tên nasandin medît çawa pêþengî ji
karên qirêj ên JÎTEM’ê re kirine.
Di demên dawî de DTP’î
jî mijarê tînin rojevê û daxwazên
ji wezîfêgirtin û darizandina walî û
midûrên emniyetê yên bajarên êrîþ
li hemberî gel hatine kirin tînin ziman. Herî dawî
Parlementerê DTP'ê yê Wanê Ozdal Uçer
diyar kir ku lazim e Waliyê Wanê û Midûrê
Ewlehiyê yê Wanê ji wezîfeyê bên
girtin. Belkî di meþandina siyaseta demê û
anînarojevê ya mijarê de ev rêbaz rast e. Lê
tu caran divê ji siyaseta dewletê, yanî ji
Buyukanit û AKP-Erdogan cuda neyên nirxandin. Gotinên
pêþiyan û biwêj di naskirina çanda gelan de
gelek girîng in. Biwêja “Kim takar Yalova Kaymakamýný
(Kî guhê xwe dide qeymeqamê Yalowayê) rastiya
Tirkiyeyê nîþan dide. Kî guhê xwe dide
Waliyê Sêrtê, Qeymeqamê Geverê, ji her
kirinên pêk tên di þexsê Recep Tayyip Erogan
û Yaþar Buyukanit de dewleta olîgarþîk berpirs e.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 29-03-2008 08:36. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 7 time. You can leave a comment.
Last update on 29-03-2008 08:36 Views: 334
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 334