Çîroka parçekirina Kurdistanê ya ji
aliyê dewletên dagirker û hêzên navneteweyî ve baž tê zanîn.
Gelê kurd ê ji kûrahiya dîrokê tê û ji avabûna žaristaniyan
re pêžengî kiriye li Rojhilata Navîn hêzeke bingehîn e.
Erdnîgariya Kurdistanê, dewlemendiyên sererd û binerd, rewža
jeostratejîk tev bûn sedem ku hêzên navneteweyî û yên dagirker
di parçebûna kurdan de li hev bikin. Ev statuya ji çar parçeyan
plana tunekirin û helandina gelê kurd bû.
Bažûr û Rojavayê
Kurdistanê di nav ereban de, rojhilatê Kurdistanê di nav farisan
de, bakurê Kurdistanê jî di nav tirkan de wê hesantir asîmîle
bibûya û hêza kurd a ji destpêka dîrokê tê, wê bihata
žikandin. Ji bo “efendî” yên wê demê yên navneteweyî ku
pêžengiya netewe-dewletê dikirin, Rojhilata Navîn li ser maseyê
bi rastekê (cetvel) destnîžan kirin, Kurdistaneke 4 parçe ji bo
berjewendiyê xwe rastir dîtin. Her wiha dewletên dagirker jî
xwediyê heman berwewendiyan bûn. Sedema statuya ku Kurdistan mîna
mêtîngeh/kolonî jî di belgeyên Neteweyên Yekbûyî û qada
navneteweyî de nayê hesibandin jî ji vê rastiyê tê. Kurdistan a
mezin ya ji 550 hezar kilometre û nifûsa kurd a 40 milyonî, di
belgeyên navneteweyî de mîna tirkên li Bulgaristanê dijîn jî
ne xwedî statu ne. Yanî beyî ku neteweya kurd bê dîtin, mijar an
di nava demokratîkbûna welatên dagirker de hate dîtin an mîna
mijara mafên takekesî de li ber çavan hate girtin. Vê parçebûnê
li ser kurdan bandorên mezin afirandin. Têlên dirî ne tenê axa
kurdan, her wiha dilê wan û mêjiyê wan jî parçe kir. Ji hev
biyanîbûn, parçeparêzî, li dijî hev bikar anîn mîna encamên
vê yekê ne.
Bêguman ev parçekirin û lîstikên
hatin mežandin tev derveyî îradeya kurdan pêk hatin. Her çiqas
çîna serdest a bi mêtinger û dagirkeran re car caran têkildar,
car caran jî bi nakok bû ev parçebûn li gorî berjewendiyê xwe
dîtibin jî, bi gižtî gelê kurd û tevgerên azadiyê yên modern
tim ev sînorên sûnî nasnekirin. Bi gotineke din, rabûna sînorên
ji aliyê dijminan ve hatine danîn xewna her kurdî ye.
Tevî parçekirin û li her parçeyî
zexta sîstemên olîgaržîk yên ji aliyê dîktator û zaliman jî
gelê kurd bi dehan serhildanan nerazîbûna xwe ya li hemberî vê
rewžê nîžan da. Lê belê di encamê de sînorên hatin danîn û
rastiya dewletên kurd di navan de hatin dabežkirin, li her parçeyî
taybetmendiyên cuda afirandin. Yanî di sedsala 21’emîn de bi
carekê rakirina sînoran û yekser avakirina Kurdistaneke hevgirtî
û serbixwe wisa hesan nîn e. Êdî ev yek di têkiliyên, siyasî,
aborî û hestên hevbež tevî sînoran jî dikare were avakirin.
Yanî ji bo yekitiya kurdan û azadiyê di roja me de sînorên heyî
ne asteng in. Heta mirov dikare bêje ku parçebûna ji bo tunekirina
kurdan di roja me de wergeriyaye avantaja ku kurd ji azadkirina
Rojhilata Navîn û yekitiya gelan re pêžengiyê bikin. Sedsala
21’emîn û rastiya vê sedsalê ku êdî wateya netewe-dewletê
namîne de statuya kurdan avantajeke mezin a ji bo demokratîzekirina
herêmê, žikandina statukoyan û avakirina yekitiya gelan e.
Ji bo vê yekê jî beriya her tižtî
girîngiya yekitiya kurdan û stratejike hevbež a li gorî
berjewendiyê gelê kurd û gelên herêmê derdikeve pêž. Li dewsa
tevgera li gorî berjewendiyên dewletên dagirkerên Kurdistanê û
hêzên navneteweyî yên ji statuya kurdan û êžên dîrokê
berpirs, di her liv û tevgerê de divê berjewendiyên gelan esas
bêne girtin. Lê mixabin di dîroka nêz de gelek pêkhatinên
berevajî vê yekê hêj li bîra me ne. Lê belê ji bo telafîkirina
van kêmasiyan û sererastkirina rewžê hêj pir ne dereng e.
Li bažûrê Kurdistanê destekftiyên
heyî heger mîna destkeftiyên encama têkožîna tevahiya kurdan a
di dîrokê de hate mežandin neyê dîtin wê xetereyên mezin re rû
bi rû bimînin. Heger mîna destkeftiyên bi xêra hêzên mîna DYA
û ji ber dengeyan were nirxandin ev jî tim wê were wateya ji her
alî ve xwegirêdana bi van hêzên li serê gelan bûne bela.
Di têkiliyê bi parçeyên din re jî
ev yek derbasdar e. Heta niha Hikûmeta Kurdistanê û rayedarên
partiyên desthilatdar ji muxatap girtina Tevgera Azadiya Kurdistanê
û nûnerên ku bi dengê milyonan kurdî hatine hilbijartin, bêhtir
hin derdorên marjînal yên tenê ji wan re mizdanê dikin û
nakokiya di navbera kurdan de mîna çavkaniya xwe ya berjewendiyan
dibînin muxatap girtin. Ev jî li ser bingehê mizdana hêzên bažûr
û xirab nîžandan û êrîžkirina Tevgera Azadiya Kurdistanê bû.
Lê belê vê polîtikayê ne li Bakur, ne li Bažûr feyde neda gelê
kurd. Tenê û tenê kesên li ser van nakokiya dijîn bi îhale,
bazirganî, ranta siyasî xwe dewlemend kirin.
Bi navê siyaset û qažo dîplomasiyê
hikûmeta bažûrê Kurdistanê û kurdên di rêveberiya Iraqê de
cih digirin mîna Serokomar Celal Talabanî û Wezîrê Karên Derve
Xožyar Zebarî û yên din li dewsa moral û destekdayina tevgerên
ji bo azadiya Kurdistanê tev digerin, gelek caran destê dagirkerên
ku dijminê hemû destkeftiyên gelê kurd in xurt dikin. Êrîža
dawî ya di 1’ê Gulanê de ku li hemberî herêma Qendîlê pêk
hat jî di heman çarçoveyê de bû. Bi navê muxatab girtin û
naskirinê destekdayina tunekirina tevger û gelê parçeyê herî
mezin yê Kurdistanê tê pêžniyarkirin. Mîna serpêhatiya gundiyê
ku ji bajêr vegeriya mal û ji civatê re got, “Walî bi min re
axifî” ne cuda ye. Dema yên derdorê pirs dikin ka Walî pê re
çi axivî ye jî, bersiva, “Ez li kerê xwe siwar bûyî di nîvê
rê de diçûm. Erebeya Walî jî li pey min bû. Serê xwe di camê
re derxist û got “ežek oglu ežek (kurê kerê) ji rê derkeve.”
Têkiliya dewletên Tirkiyeyê, Îran û Suriyeyê ya bi kurdên
Bažûr re ne cuda ye.
Niha heyetek ji DTP ku Serokê Koma
DTP'ê û Parlamenterê Mêrdînê Ahmet Turk, Berpirsyara Têkiliyên
Derve ya Cîgira Hevseroka DTP'ê Sebahat Tuncel, Cîgirê Hevserokên
DTP'ê Kamuran Yuksek, Parlamenterê DTP'ê yê žirnexê Hasîp
Kaplan û Parlamenterê DTP'ê yê Mûžê Nurî Yaman di nav de cih
digirin li bažûrê Kurdistanê ne.
DTP partiya ku nûneriya gelê kurd
dike. Tevî hemû dek û dolaban, hemû zext û êrîžan, heta tevî
destekdayina Mam Celal a ji bo AKP’ê jî di parlamentoyê de gelê
kurd temsîl dike. Ji bo vê yekê jî muxatap girtin û têkilî
danîna bi heyeta DTP’ê re ji ya heyeta tirk û hin kesên
marjînal yên dijminê sondxwarî yê Tevgera Azadiya Kurdistanê
girîngtir e. Heger her kes di girîngiya yekitiya kurdan de hemfikir
e, divê her kes zanibe ku ev yekitî tenê bi hevûdin cidî girtina
hêzên pêženg ên nûneriya gelê kurd li parçeyan dikin. Ev yek
jî ji bo berjewendiyê tevahiya kudan û hêzên li parçeyan
pêžengiyê dikin e. Serdana heyeta DTP ji bo vê yekê derfetê
dide. Hêvîdarim ku ev derfet baž bê bikaranîn û serdan bibe
zemîna avakirina têkiliyên li gorî berjewendiyên gelê kurd û
avakirina stratejiyeke neteweyî ya kurd.
Ev navnīžana maīlź ji bo botźn spaman hatiye parastin, ji bo hūn bibīnin divź Javascripta we vekirī be
This entry was posted on 08-05-2008 11:19 . You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 1 time. You can leave a comment.
Last update on 08-05-2008 11:19 Views: 92
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 92