• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Īn
16
gulan
Mal arrow Ahmet Dere arrow Serdana DTP'ź ya bažūrź Kurdistanź
Serdana DTP'ź ya bažūrź Kurdistanź Binivīse E-posta
 
Çîroka parçekirina Kurdistanê ya ji aliyê dewletên dagirker û hêzên navneteweyî ve baž tê zanîn. Gelê kurd ê ji kûrahiya dîrokê tê û ji avabûna žaristaniyan re pêžengî kiriye li Rojhilata Navîn hêzeke bingehîn e. Erdnîgariya Kurdistanê, dewlemendiyên sererd û binerd, rewža jeostratejîk tev bûn sedem ku hêzên navneteweyî û yên dagirker di parçebûna kurdan de li hev bikin. Ev statuya ji çar parçeyan plana tunekirin û helandina gelê kurd bû.

Bažûr û Rojavayê Kurdistanê di nav ereban de, rojhilatê Kurdistanê di nav farisan de, bakurê Kurdistanê jî di nav tirkan de wê hesantir asîmîle bibûya û hêza kurd a ji destpêka dîrokê tê, wê bihata žikandin. Ji bo “efendî” yên wê demê yên navneteweyî ku pêžengiya netewe-dewletê dikirin, Rojhilata Navîn li ser maseyê bi rastekê (cetvel) destnîžan kirin, Kurdistaneke 4 parçe ji bo berjewendiyê xwe rastir dîtin. Her wiha dewletên dagirker jî xwediyê heman berwewendiyan bûn. Sedema statuya ku Kurdistan mîna mêtîngeh/kolonî jî di belgeyên Neteweyên Yekbûyî û qada navneteweyî de nayê hesibandin jî ji vê rastiyê tê. Kurdistan a mezin ya ji 550 hezar kilometre û nifûsa kurd a 40 milyonî, di belgeyên navneteweyî de mîna tirkên li Bulgaristanê dijîn jî ne xwedî statu ne. Yanî beyî ku neteweya kurd bê dîtin, mijar an di nava demokratîkbûna welatên dagirker de hate dîtin an mîna mijara mafên takekesî de li ber çavan hate girtin. Vê parçebûnê li ser kurdan bandorên mezin afirandin. Têlên dirî ne tenê axa kurdan, her wiha dilê wan û mêjiyê wan jî parçe kir. Ji hev biyanîbûn, parçeparêzî, li dijî hev bikar anîn mîna encamên vê yekê ne.

Bêguman ev parçekirin û lîstikên hatin mežandin tev derveyî îradeya kurdan pêk hatin. Her çiqas çîna serdest a bi mêtinger û dagirkeran re car caran têkildar, car caran jî bi nakok bû ev parçebûn li gorî berjewendiyê xwe dîtibin jî, bi gižtî gelê kurd û tevgerên azadiyê yên modern tim ev sînorên sûnî nasnekirin. Bi gotineke din, rabûna sînorên ji aliyê dijminan ve hatine danîn xewna her kurdî ye.

Tevî parçekirin û li her parçeyî zexta sîstemên olîgaržîk yên ji aliyê dîktator û zaliman jî gelê kurd bi dehan serhildanan nerazîbûna xwe ya li hemberî vê rewžê nîžan da. Lê belê di encamê de sînorên hatin danîn û rastiya dewletên kurd di navan de hatin dabežkirin, li her parçeyî taybetmendiyên cuda afirandin. Yanî di sedsala 21’emîn de bi carekê rakirina sînoran û yekser avakirina Kurdistaneke hevgirtî û serbixwe wisa hesan nîn e. Êdî ev yek di têkiliyên, siyasî, aborî û hestên hevbež tevî sînoran jî dikare were avakirin. Yanî ji bo yekitiya kurdan û azadiyê di roja me de sînorên heyî ne asteng in. Heta mirov dikare bêje ku parçebûna ji bo tunekirina kurdan di roja me de wergeriyaye avantaja ku kurd ji azadkirina Rojhilata Navîn û yekitiya gelan re pêžengiyê bikin. Sedsala 21’emîn û rastiya vê sedsalê ku êdî wateya netewe-dewletê namîne de statuya kurdan avantajeke mezin a ji bo demokratîzekirina herêmê, žikandina statukoyan û avakirina yekitiya gelan e.

Ji bo vê yekê jî beriya her tižtî girîngiya yekitiya kurdan û stratejike hevbež a li gorî berjewendiyê gelê kurd û gelên herêmê derdikeve pêž. Li dewsa tevgera li gorî berjewendiyên dewletên dagirkerên Kurdistanê û hêzên navneteweyî yên ji statuya kurdan û êžên dîrokê berpirs, di her liv û tevgerê de divê berjewendiyên gelan esas bêne girtin. Lê mixabin di dîroka nêz de gelek pêkhatinên berevajî vê yekê hêj li bîra me ne. Lê belê ji bo telafîkirina van kêmasiyan û sererastkirina rewžê hêj pir ne dereng e.

Li bažûrê Kurdistanê destekftiyên heyî heger mîna destkeftiyên encama têkožîna tevahiya kurdan a di dîrokê de hate mežandin neyê dîtin wê xetereyên mezin re rû bi rû bimînin. Heger mîna destkeftiyên bi xêra hêzên mîna DYA û ji ber dengeyan were nirxandin ev jî tim wê were wateya ji her alî ve xwegirêdana bi van hêzên li serê gelan bûne bela.

Di têkiliyê bi parçeyên din re jî ev yek derbasdar e. Heta niha Hikûmeta Kurdistanê û rayedarên partiyên desthilatdar ji muxatap girtina Tevgera Azadiya Kurdistanê û nûnerên ku bi dengê milyonan kurdî hatine hilbijartin, bêhtir hin derdorên marjînal yên tenê ji wan re mizdanê dikin û nakokiya di navbera kurdan de mîna çavkaniya xwe ya berjewendiyan dibînin muxatap girtin. Ev jî li ser bingehê mizdana hêzên bažûr û xirab nîžandan û êrîžkirina Tevgera Azadiya Kurdistanê bû. Lê belê vê polîtikayê ne li Bakur, ne li Bažûr feyde neda gelê kurd. Tenê û tenê kesên li ser van nakokiya dijîn bi îhale, bazirganî, ranta siyasî xwe dewlemend kirin.

Bi navê siyaset û qažo dîplomasiyê hikûmeta bažûrê Kurdistanê û kurdên di rêveberiya Iraqê de cih digirin mîna Serokomar Celal Talabanî û Wezîrê Karên Derve Xožyar Zebarî û yên din li dewsa moral û destekdayina tevgerên ji bo azadiya Kurdistanê tev digerin, gelek caran destê dagirkerên ku dijminê hemû destkeftiyên gelê kurd in xurt dikin. Êrîža dawî ya di 1’ê Gulanê de ku li hemberî herêma Qendîlê pêk hat jî di heman çarçoveyê de bû. Bi navê muxatab girtin û naskirinê destekdayina tunekirina tevger û gelê parçeyê herî mezin yê Kurdistanê tê pêžniyarkirin. Mîna serpêhatiya gundiyê ku ji bajêr vegeriya mal û ji civatê re got, “Walî bi min re axifî” ne cuda ye. Dema yên derdorê pirs dikin ka Walî pê re çi axivî ye jî, bersiva, “Ez li kerê xwe siwar bûyî di nîvê rê de diçûm. Erebeya Walî jî li pey min bû. Serê xwe di camê re derxist û got “ežek oglu ežek (kurê kerê) ji rê derkeve.” Têkiliya dewletên Tirkiyeyê, Îran û Suriyeyê ya bi kurdên Bažûr re ne cuda ye.

Niha heyetek ji DTP ku Serokê Koma DTP'ê û Parlamenterê Mêrdînê Ahmet Turk, Berpirsyara Têkiliyên Derve ya Cîgira Hevseroka DTP'ê Sebahat Tuncel, Cîgirê Hevserokên DTP'ê Kamuran Yuksek, Parlamenterê DTP'ê yê žirnexê Hasîp Kaplan û Parlamenterê DTP'ê yê Mûžê Nurî Yaman di nav de cih digirin li bažûrê Kurdistanê ne.

DTP partiya ku nûneriya gelê kurd dike. Tevî hemû dek û dolaban, hemû zext û êrîžan, heta tevî destekdayina Mam Celal a ji bo AKP’ê jî di parlamentoyê de gelê kurd temsîl dike. Ji bo vê yekê jî muxatap girtin û têkilî danîna bi heyeta DTP’ê re ji ya heyeta tirk û hin kesên marjînal yên dijminê sondxwarî yê Tevgera Azadiya Kurdistanê girîngtir e. Heger her kes di girîngiya yekitiya kurdan de hemfikir e, divê her kes zanibe ku ev yekitî tenê bi hevûdin cidî girtina hêzên pêženg ên nûneriya gelê kurd li parçeyan dikin. Ev yek jî ji bo berjewendiyê tevahiya kudan û hêzên li parçeyan pêžengiyê dikin e. Serdana heyeta DTP ji bo vê yekê derfetê dide. Hêvîdarim ku ev derfet baž bê bikaranîn û serdan bibe zemîna avakirina têkiliyên li gorî berjewendiyên gelê kurd û avakirina stratejiyeke neteweyî ya kurd.

Ev navnīžana maīlź ji bo botźn spaman hatiye parastin, ji bo hūn bibīnin divź Javascripta we vekirī be

 


08-05-2008 11:19 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 08-05-2008 11:19. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 2 time. You can leave a comment. Last update on 08-05-2008 11:19
Views: 101    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jźr; A beriya wź   A pižtī wź jor;