Bi sedên salan heta bi hezarên
salan carnan rêberên ku pêþengiyê ji gelan
re bikin nayên. Di parastin, rêveberin û pêþxistina
civakan de rola sereke ya rêbertiyê ye. Nebûna
rêberan ji bo hin gelan encama trajîk a bi giþtî
jiholêrabûna wan a ji ser rûyê erdê jî
bixwe re anî.
Disa sedema dîroka bi þer, tevkujî û
xwîn derbas bû ji nebûna rêberan bû. Li
dewsa rêberan, di serdemên borî de hikûmdariya
zalim, tîran û kralan; di serdema kapîtalîst
de desthiladariya dîktaror û mirovên ku ji aliyê
sîstemê ve hatine afirandin yên ku ji bo
berjewendiyên xwe dikarin her tiþtî feda bikin mirovahî
gihand rewþa aloz a îro ku kes nikare ji nav derkeve. Çend
rêberên mîna Zerdeþt, Mazdek, Manî, Gandî,
Tau, Buda yên ku xwestin mudaxeleyî vê dîroka
hatiye çewtkirin bikin û civakê bînin ser
cewherê wê yê rastî bi ser neketin. Fikr û
ramanên wan di asta baweriyên mîstîk de man.
Pêxemberên ku mîna pêþengên serdemên
xwe bûn heta derekê rola xwe lîstîn. Piþtî
demekê ol, felsefe û ramanên wan ên ji bo
mirovahiyê hatin berovajîkirin û berovajî
armanca xwe, ji bo tehekuma li ser civakê hatin bikaranîn.
Ji bo kurdan rola rêberan
Ji bo gelên ku dewlet avakirin û
ji bin tehdîda tunebûnê rizgarbûne, yanî
bûne xwedî sîstem rola rêberan girîng e
lê ne diyarker e. Rêber an pêþeng dikare wê
civakê bi pêþ ve bixe. Lê belê ji bo gelên
bindest yên bi tehdîta tunebûnê re rû
bi rû ne rewþ tê guhertin. Bêgûman kurd jî
ji ber ku hêna bi tunekirinê re rû bi rû ne û
tên înkarkirin rola rêber û pêþengiyê
ji ya gelên din girîngtir xwe ferz dike.
Di vê mijarê de tevî
ku çavkaniya herî girîng a êþ û
azarên di dîrokê de hatin kiþandin nebûna
rêber an pêþêngan jî be, kûrahiya
çanda kurd, erdnîgariya Kurdistanê û civaka
ku hêna nirxên serdemên civaka xwezayî mîna
kevneþop heta roja me anîn li hemberî hemû êrîþên
tunekirinê yên hezarên salan jî karîbû
hebûna xwe biparêze. Di tevahiya dîrokê de jî
vê rastiyê xwe nîþan da. Bi gotineke din çi
hate serê kurdan ji tunebûna rêber û pêþengan
bû. Yên bi navê pêþengiyê tevgeriyan
jî sînorê eþîr, malbat an çarçoveya
derbasnekirina sînorên dagirker û desthiladaran
rizgar nebûn. Mînakên mîna Salehedînê
Eyûbî yên fermandarî û pêþengiya
gelên Rojhilata Navîn kirin di dîrokê de
hene. Lê belê van rêberan jî rewþeke ku kurd
li welatê xwe azad bijîn neafirand. Zanyarên kurdan
tim girîngiya rêbertî û pêþengiyeke
rast ji bo gelê kurd anîn ziman.
Ger dê hebûya me padiþahek
La'iq bidiya Xwedê kulahek
Te'yîn bibûya ji bo wî
textek
Zahir vedibû ji bo me bextek
Hasil bibûya ji bo wî tacek
Elbette dibû me jî rewacek
Xemxwarî dikir li me yetîman
Tînane der ji destê le'îman
Xalib nedibû li ser me ev rûm
Nedibûne xirabeyê di dest
bûm
Nivîskarê Mem û Zînê,
fîlozof û zanyarê nemir Ehmedê Xanê
hêna di salên 1600’î de bi van gotinan ji aliyekî
ve bêþensiya kurdan a di tevahiya dîrokê de tîne
ziman ji aliyê din ve jî ji bo azadî û
rizgariya welatê kurdan mîna çare hebûna
rêberekî dibîne. Mîna di helbesta Ehmedê
Xanî de jî tê gotin, nebûna rêberekî
kurd di bin destan de û parçekirî anîn heta
dema dawî.
Lê belê þensê
derketina rêber û pêþengekî rast ku dibê
ji hezar salî carekê bi dest nekeve ji bo kurdan hat.
Rêberekî ku pirsgirêkên gelê kurd
çareser bike, beriya her tiþtî ji tunebûnê
wî rizgar bike di salên 1970’yî de di þexsê
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de xwe nîþan
da. Bi gotineke din daxwaza Ehmedê Xanê û xewna
gelê kurd bi cih dihat. Heta îro em bahsa kîjan
destkeftiya gelê kurd bikin, di vê yekê de
diyarkeriya Ocalan kes nikare nîqaþ bike. Ji ber vê yekê
jî gelê kurd ev qasî bi Ocalan ve girêdayî
ye. PKK jî mîna tevgereke ku ji aliyê Rêberê
wê ve hatiye avakirin e. Yanî berovajî têkoþînên
rizgariyê yên cuda ku têkoþîn lîder an
pêþengan diafirîne, Ocalan tevger, têkoþîn
û gelê kurd ê biîrade afirand.
Derketina Rêbertiya PKK’ê
dîrokî ye û ji ber vê yekê jî ev
qas pêþketin bi xwe re anîn.
Wateya Saziya Rêbertiyê
Rêzdar Ocalan ku ji tunebûnê
têkoþîneke bêhempa û di nava hev de bi sedan
þoreþ pêk anîn rêberî ji kesayetekî
wêdetir mîna saziyekê girte dest. Di nava kurdan de
tiþtekî pir nû û pêwistiya herî girîng
bi Saziya Rêbertiyê hate pêþwazî kirin.
Derbarê mijarê de Ocalan wiha dibêje: “Beþdariya
rêberiyê ji bo min jî pirsgirêk e. Ya tê
avakirin ne malê bavê min e, her wiha ne ji bo malbatekê
ye. Bi giþtî rêberiyeke gel a demokratîk û
zelal pêwist e. Li gel me jî pêþveçûneke
bi vî rengî ya sazîbûnî heye. Ez wekî
þexs di nav de cih bigirim negirim ev sazîbûn êdî
heye. Heger berovajî cewher û armancê xwe nekeve
sed salî, heta hezar salî dikare kar bike. Hêz
hatiye avakirin û bandora wê heye. Nirxekî mezin
afiriye. Ev nirxekî Rêberiyê ye.
Heger belgeyên avabûna
KCK’ê baþ bên þopandin wê di tekoþîna
Azadiya Kurdistanê de rola Rêbertiyê baþ bê
fêmkirin. Di sîstema KCK’ê de Saziya Rêbertiyê
heye. Ev sazî sazûmankarê avabûn, felsefe û
pîvanên sîstemê ye. Herwiha kontrol û
rêveberina sîstemê dike.”
Ji ber vê rola dîrokî
û vê saziya diyarker a ji bo azadiya gelê kurd ku
herwiha pêþengiya gelên bindest dike desthiladar û
hevkarên wan ên navnetewî beriya her tiþtî
êrîþî Rêbertiya gelê kurd dikin. Hesab
dikirin an hesab dikin ku rêbertiya ku her tiþt afirandiye,
heger ji holê rabe an bêbandor bibe wê tiþtên
hatine afirandin û destkeftî tev ji holê rabin. Lê
tiþtekî ku nayê dîtin ew e ku Ocalan Saziya
Rêbertiyê jî ava kir û mîsoger kir. Ev
jî mîna sîgortaya têkoþîna gelê
kurd e.
Meþên Amara û Gemlîkê
pîroz in
Gelê kurd ku bi pêþengî
û rêbertiya Ocalan ji tunebûnê ber bi gelekî
xwedî îrade ve diçe di cûdahiya girîngiya
rola Ocalan de ye. Sloganên “Azadiya Ocalan azadiya me ye”,
“Tenduristiya Ocalan Tenduristiya me ye”, “Jiyana Ocalan Jiyana
me ye” ne ji rêzê ne û ji xwe re ne. Mîna
dîroka kurd kûr û xwedî wate ne. Ji ber vê
yekê jî 4’ê Nîsanê rojbûna
Ocalan mîna rojbûna xwe dibîne. Bi hezaran kes berê
xwe didin cihê jidayikbûna Ocalan Amarayê. Ev tê
wateya girêdana bi nirxên azadiyê re. Ji
pîrozkirineke sembolîk wê de, bi meþa ber bi
Amarayê ve, mîna perperîkên ber bi rojê
ve difirin dixwazin xwe bigihînin çavkaniya xwe ya
jiyanê. Hewldanên salên borî yên ber bi
Gemlikê ve jî divê mîna hewldanê gelê
kurd ên di þexsê rêberê xwe de xwe
azadkirinê bên dîtin. Gelê kurd di cûdahiya
girîngiya Saziya Rêberiyê de ye û pêwîstiyên
xwedîderketinê jî di her kêliyê de bi
cîh tîne. Meþa Amarayê jî parçeyek ji
vê yekê ye..
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 03-04-2008 12:25. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 10 time. You can leave a comment.
Last update on 03-04-2008 12:25 Views: 352
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 352