AKP’a di piþta perdeyê de bi artêþê re li
hev kir piþtî hilbijartinan mîna hikûmeta þer dest bi tevgerê kir, ji hikûmetên
beriya niha jî wêdetir hemû tiþtê xwe li dij kurdên xwedî îrade seferber
kiriye. Êdî diyar e ku AKP’ê hebûna xwe li gorî hesabê tunekirina Tevgera
Azadiya Kurdistanê kiriye.
Hesabê Dolmabahçe û Oremarê
Plan dikin artêþ ji aliyê leþkerî û
psîkolojîk ve, hikûmet ji aliyê dîplomasî û siyasî ve êrîþên xwe tevahiya
zivistanê bidomînin û ji qaþo gerîlayan bi bijarkên ‘mirin’ an ‘teslîmbûnê’ re
rû bi rû bihêlin. Gelo ev hesabê li Qesra Dolmabahçeyê hate kirin çiqasî li
Botan, Behdînananê tê ew ne diyar e. Ya rastî ceribandina Oremarê di destpêkê
de piþtrast kir ku ne mumkûn e ev hesab li hev derkeve. Lê mîna gotineke
pêþiyan tirkan a “Pêlewanê têk diçe ji guleþê têr nabe” israra têkçûnê
didomînin. Tevgera kurd ku heta niha hesabê gelek hikûmet û serfermandariyan
vala derxist. Xuya ye konsepta Buyukanit-Erdogan a kopyayeke ji rêzê ya
konsepta Gureþ-Çilerê ye jî wê ji heman çarenûsê rizgar nebe.
Armanc poþmankirina malbatan e
Hikûmeta R. Tayip Erdogan israra xwe ya ji
bo Qanûna Poþmaniyê didomîne. Bi gotineke din, Erdogan û hikûmeta wî tiþtên ku
ev 20 sal in tên kirin dubare dikin. Yanî ‘nerm dike, germ dike û belav dike’.
Tevî ku bi qanûnên poþmaniyê yên heta niha tev têk çûn jî xuya ye AKP jî wê xwe
di vê mijarê de biceribîne. Niha di çerçoveya heman xebatê de Komîsyonên Xebatê
yên Qanûna Poþmaniyê yên bajaran tên avakirin. Hedefa yekemîn a vê xebata rûreþ
jî malbatên gerîla ne. Hedefa duyemîn jî zîndanî ne.
Lê belê ligel bajarên din jî komîsyonên
poþmaniyê hatin avakirin jî hewldanên wan rastî nerazîbûna malbatan hatibûn û
komîsyon dest vala vegeriya bûn.
Ji malbata gerîla helwesteke mînak
Beriya niha jî li Îskenderûn a Hatayê heman
xebat hatibûn meþandin. Polîsên Miduriyeta Ewlehiyê ya Îskenderunê jî çûn
serdana gelek malbatan û malbatek ji wan malbata Yaman a
Þirnexî bû. Lê belê gotinên malbata Yaman
li hemberî Qanûna Poþmaniyê dikarin weke mînaka helwesta gelê kurd bên dîtin.
Malbata gerîlaya HPG’ê Fehîme Yaman
ragihandin ku kesên hatina mala wan ji ruþwetê heta bi tehdîdê hemû rêbaz bikar
anîne ji bo wan îkna bikin. Lê belê endamên malbata Yaman yekser þertên xwe yên
ji bo vegerê mîna: “Heke Serokê me Ocalan serbest bê berdan û mafê me bidin me,
zarokên me karibin siyasetê bikin, ji xwe pêwîstî bi çiyan namîne” rêz dikin.
Dayika gerîla Gula Yaman li hemberî van hewldanan jî nêrînê xwe ji DÎHA’yê re
wiha anîbûn ziman: “Zarokên me jî ji bo poþman bibin neçûne serê çiyan. Ew
dizanin ku ji bo çi çûne. Dema ku serokê me di bin tecrîdê de be tu kes jî nayê
mala xwe. Ji bo ku zarokên me bi rûmeta xwe bên, divê em bibin yek û zagona
poþmaniyê, teklîfên AKP'ê qebûl nekin."
Çima çeteyên xwe kom kirin?
Li Tirkiyeyê, di qada siyasî heta bi ya
civakî çi diqewime yekser bi pirsgirêka kurd û bandorên wê ve girêdayî ye.
Girtina çetevanên mîna Veli Kuçuk, Kemal Kerinçsiz û Guler Komurcu jî yek ji
van mijaran e. Operasyona berfireh a li hemberî çeteyan pêwîst e mîna
paqijkirina welat ji çeteyan neyê fêmkirin. Velî Kuçuk mîna damezirêner û koordînatorê
JÎTEM’ê tê nasîn. Ên di heman operasyonê de hatine binçavkirin jî “Zarokên Baþ”
yên Velî Kuçuk in.
Jir ber vê yekê jî berevajî hewldaneke
jiholêrakirina çeteyan dibe ji ber ku erk û wezîfeyên xwe yên çetevaniyê bicih
neanîn dibe ku hatibin cezakirin. ‘Lîstika Jehrê’ plana JÎTEM’ê ya herî bi îdia
bû ku pêþengên Tevgera Azadiyê ji holê rake. Lê belê piþtî ev plan têk çû,
hemleyên piþtî vê yekê jî nikaribûn serkeftî pêk werin. Yanî planên dagirkirina
baþûrê Kurdistanê û operasyona bejayî ji ber têkçûna ‘lîstika jehrê’ bê encam
dimînin. Heke îro ev kesên rêveber û organîzatorên JITEM’ê tên binçavkirin
îhtîmala herî mezin ew e ku ji ber biserneketin hatibin cezakirin, heta bên
tesfiyekirin.
Ji ‘Kuvayî Milliye’ ber bi ‘Artêþa
Ergenakonê’ ve çembera rantxuriyê
Balkêþ e ku hemû kesên çetevaniyê dikin û
ranta welat dixwin sembolên neteweya Tirkiyeyê bi kar tînin. Artêþa Ergenakon,
Kuvayî Milliye, Niþtîmanperwer û hwd. Lê belê heke dîroka yên mîna Velî Kuçuk,
Kemal Kerinçsiz û dêlegur Guler Komurcu ku nav û sembolên tirkîtiyê li xwe dikin,
bê þopandin wê bê dîtin ku di dema dagirkeriya îngîlîz, fransiz û yewnanan de
xizmetkariya dagirkeran dikirin û her tiþtê xwe ji wan re pêþkêþ dikirin.
Zarokên hevkarê dagirkeran niha yên li Riha, Mereþ, Dîlok, Mêrdîn, Çanakaleyê
li ber xwe didan û xwîn rijandin xayîn îlan dikin û lîsteya kuþtina wan mîna
“lîsteya xwarinê” bi nav dikin. Lê di vê binavkirinê de ne þaþ in, ji ber ku
xwarina wan goþtê mirovan, vexwarina wan xwîna mirovan e...
This entry was posted on 25-01-2008 08:12. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 16 time. You can leave a comment.
Last update on 25-01-2008 08:12 Views: 418
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 418