Der barê þêwazê
avabûn û rengê rastî yê AKP’ê
de heta niha gelek nirxandin hatine kirin. Niha jî doza girtinê
ya ji niþka ve hate rojevê û bal tev kiþandin ser vê
hebûna siyasî ya ku heta niha jî, di ilm û
zanista siyasetê de navekî rast lê nehatiye kirin.
Ji bo sedemên vekirina dozê û encamên wê
baþ were fêmkirin careke din pêdivî bi naskirina
vê heye.
Ev partî an hebûna siyasî
mîna bermayiyeke zir (melez) a darbeya post modern a 28’ê
Sibatê peyda bû. Mirov nikare vê hebûnê
mîna partiyeke siyasî bi zelalî bi nav bike. Mîna
koalisyoneke nerînên siyasî yên Tirkiyeyê
ku her yek ji wan mîna kevirekî hîmê Komara
Olîgarþik e. Ji bo li gor yên li piþt perdê vê
sîstemê dimeþînin, pêwistî bi hebuneke
ku li ber her meqamî bireqise hebû. Ji ber vê yekê
jî, ev avabûna mîna AKP’ê tê
binavkirin, ji qaþo çepgiran bigire, heta bi nijadperestan,
ji sosyal demokratan bigire heta bi îslamîstên
tundrav di nava xwe de himbêz dike. Bêgûman,
têkiliya vê hebûnê bi plan û projeyên
DYA ku li Rojhilata Navîn dimeþîne re yek bi yekê
heye. Partiyeke bi nav îslam, “di rastiye de her tiþt, an ne
tiþtek” ji bo denge û mêzînên herêmê
û Kurdistanê pêwist bû û ev yek bi AKP
hate binavkirin. Divê mirov mafê wan jî teslîm
bike ku di serî de Serokê Giþtî yê AKP’ê
R. Tayyip Erdogan hemû rêveberên wê vê
rewþê xweþ li bejn û bala xwe tînin.
Rêveber û siyasetmedarên
kurd, gelek caran di nirxandinên xwe de AKP’ê mîna
‘Hêza ji nû ve dagirkirina Kurdistanê’ binav
dikin. Mirov heger baþ lêbikole wê bibîne ku hêzên
li piþt AKP’ê yên dagirkeriya wan li Kurdistanê
bi dawî bûye ne tenê Komara Tirkiyeyê ye.
DYA, YE, Hizbullah û sermayedarên kesk in. Bila neyê
jibîrkirin ji bo hêzeke dagirker bi navê siyaset,
exlaq û nirxên mirovahiyê tu pîvan ne
derbasdar e. Ji bo vê jî lîstîk di nava
lîstikê, konsept di nava konseptê û komplo di
nava komployê de tê meþandin.
Hem desilatdar hem muxalefet
AKP di dîtinê de ne tenê
partiyeke desilatdare, lê di heman demê de, bi
bêdenghiþtin û ji holê rakirina dînamîkên
dijber re, rola muxalefetê jî girtiye ser xwe. Ji aliyekî
ve hemû derfetên dewletê bi aliyê xwe yê
‘desilatdar’ bikar tîne, li aliyê din jî mîna
hêzeke ku mexdûrê bingehîn yê vê
sîstemê ye tevdigere.
Darbeya Digîtal a 27 Nîsanê,
hewldanên derbarê turbanê de tev jî aliyên
derketina pêþ yên qaþo muxalîfî ye. Tenê
mirov dikare bahsa muxalefeta kurd a li hember vê partiya melez
bike. Ji ber vê yekê jî Serokê Giþtî
yê AKP’ê û Serokwezîr R. Tayyip Erdogan bi
hemû hêza xwe êrîþî Partiya Civaka
Demokratîk (DTP) dike.
Doza girtinê, hilbijartinên
heremî
Di hilbijartinên borî de
AKP’ya ku xwe mîna dijber û mexdûrê artêþê
nîþan da krêdiyeke mezin ji gelê Tirkiyeyê û
gelê kurd girt. Lê belê di demeke kin de aþkere bû
ku li Dolmabahçeyê peymana buyîna hikûmeta
þer hatiye morkirin û pêwistiyê wê jî
bicîh tînien. Piþtî derxistina teskereyê û
dagirkeriya baþûrê Kurdistanê êdî rûyê
rast yê AKP’ê kifþ bû. Destavêtina mijara
turbanê ji bo bajarên kurdan yên dîtin ku
krêdiya wan xirab hate bikaranîn bandoreke erênî
li AKP neke. Di vê rewþê de niha jî konsepta
“AKP’ya mexdûrê pergal a darezgeriyê” xistin
dewrê. Mîna hilbijartina borî, vêcarê
jî wê bêjin doz tenê li dij me û DTP’ê
vedibin û em jî kelemên çavê vê
sîstemê ne heta bi me mijûl dibe. Yanî careke
din wê xwe mexdûr nîþan bidin û hewl bidin
xîtabî vîcdanê nerm yê kurdan bikin.
Pakêta AKP’ê û doz
ne cuda ne
Îlankirina pakêtên
milyar dolaran a ji bo herêmê û biryara doza
girtinê ji heman têgihiþtinê tên. Di
pêkhatina bûyeran de tespîta, “Vê bûyerê
feyde dabe kîjan hêzê, berpirsê bûyerê
jî ew bi xwe ne” careke din piþtrast bû. Ji aliyekî
ve wê bixwazin derfetên desilatdariyê bi pakêtên
aborî ji alîgir, çetevan, cerdevan, serokeþîr
û sermayedarên di xeta wan de bi kar bînin. Ji
aliyê din ve asta bi birçîbûnê
terbiyekirina kurdan derxin radeya herî jor. Ji aliyê din
ve jî mîna partiyeke di bin tehdît zexta sîstemê
de ye wê ticarneta vîjdanê bikin. Mirov dikare di
vî warî de di hilbijartina borî de hinekî jî
encam girtin. Yanî li heman warî, heman lîstik bi
formatekî cûda li dar e.
Helwesta DTP’ê ya balkêþ
Xeletiya herî mezin a di dema
hilbijartinên borî de hate kirin ew bû ku, hin
rêveberên DTP’ê ji ber nakokiya mîna
lîstika “Hebandiz” di navbera AKP’ê û Artêþa
Tirk de xwuya kir mîna koalisyoneke xwezayî fêm
kir. Daxuyaniyên koalîsyonê û heta
parvekirina wezaretan bû sedama hin kurd bêjin, “AKP
qenc a pîsa ye” û hêrsa xwe ya li dij artêþê
bînin ziman û qaþo deng bidin koalisyona gengaz a AKP û
DTP’ê. Di mijara doza girtinê ya li hember AKP’ê
de jî helwesteke gelekî giþtî ku qet balê
nekiþine ser dek û dolapê AKP’ya takiyevan. “Þerma
Demokrasiyê”, “Pêwiste partî ji aliyê gel
ve bên girtin”, “Divê girtina partiyan ji roja
Tirkiyeyê derkeve” rastiyên wisa giþtî ne ku
hatine dubarekirin êdî mirov neçar dimîne
balê bikiþîne ser xetere û xefikên lipêþ.
Bêgûman ti wateya
tolhildêrî nêzîkbûna mijarên wisa
tûne ye. Lê heger mirov 10 caran li cihekî þemitî
be û ketibe, an divê rêya xwe biguhere, an divê
gelek bi hemd di wir re derbas bibe. Beriya her tiþtî divê
parlamenter û navenda giþtî ya DTP û her rêveber
û xabatkarê li herêman dixebitin di destpêkê
de xwe îkna bikin û paþê jî karibin rê
li propogandaya AKP’iyan a berovacî gotinên Erdogan û
Enqerê ya qaþo siyaseta parêlel û mexdurên
hevbeþ ê heman sîstemê bigirin.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 16-03-2008 08:36. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 13 time. You can leave a comment.
Last update on 16-03-2008 08:36 Views: 330
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 330