• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Yildiz Gultekîn arrow Operasyona Bejayî
Operasyona Bejayî Binivîse E-posta
 
Plan û konseptên dewleta tirk û hevkarên wê yên navnetewî li dar in. Hesaba wan a ji bo ku di sala 2007’an de komployê di asta fînalê de bidin meþandin û encamê bigirin neçû serî. Neçûna serî ya konsepta tunekirinê nayê wateya ku hêzên înkarê û hevkarên wan ên navnetewî û herêmî dê rawestin. Berovajî ji êrîþên hawayî, hewldanên dîplomatîk û zextên li ser çapemenî û ragihandina kurdan yên tevahiya zivistanê bi hemû dijwariya xwe domandin jî kifþ dibe ku plan dikin ku bihar û havîna pêþ fînala komployê bi derengî be jî pêk bînin. Dewleta tirk ku di operasyonên hewayî de li hemberî gerîla bi ser neket loma jî operasyona bejayî ya dagirkirina baþûrê Kurdistanê mîna derfeta herî dawî tîne rojevê.

Li gorî planên hêzên global ên mudaxelekar, Tirkiyeyê ber bi hewldana xwe ya dawî, bi gotineke din ber bi operasyona bejayî ve tê dahfdan. Ji gelek aliyan ve mirov dikare nîþaneyên operasyona bejayî bibîne. Zextên li ser çapameniya kurd, hewldanên girtina televizyona gelê kurd ROJ TV parçeyek ji vê planê ye. Dixwazin di rewþeke ku dengê gelê kurd bê birrîn de operasyon pêk bê. Da ku li hemberî operasyonê rêxistinbûyîna kurdan û dijberiya navnetewî di asta herî lawaz de be. Dîsa daxuyaniyên rayedarên tirk jî nîþan didin ku planên operasyonê li ser maseyên þerxwaz û rantxuran, kêlî bi kêlî tên guftûgokirin. Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê M. Ali Babacan di destpêka hefteyê de bi gotinên, “Opsiyona tevgera bejayî vekirî ye. Dema wê girîng e. Li gorî demsalê, li gorî rewþê wê biryar bê dayin” planên dewleta tirk aþkera kirin. Gotinên Babacan yên “Operasyonên leþkerî wê demeke dirêj bidomin” jî mîna dagirkirina baþûrê Kurdistanê ya demdirêj dikarin bên þîrovekirin.

Daxuyaniyên ji aliyê Tevgera Azadiya Kurdistanê ve têne dayin jî heman tiþtî piþtrast dikin. Biryargeha Navendî ya HPG’ê beriya du rojan ragihand ku tevî operasyon û êrîþên didomin, dewleta tirk amadekariyên operasyoneke berfireh a bejayî dike. Di daxuyaniya HPG’ê de tê ragihandin ku dewleta tirk hêzên xwe yên li herêmên Bamernê, Kanîmasî, Amediyê û Þeladizê li gorî planên operasyona bejayî amade dike. Disa agahî tê dayin ku, li herêmên Colemêrg, Þirnex û Sêrtê tank, top, helîkopter jî di nav de çekên giran tên bicihkirin û hejmara leþkeran tê zêdekirin. Êdî þik û gûman tune ye. Biryar hatiye dayîn, rojên dijwar, rojên hebûn û tunebûnê li benda me ne. Gelê kurd bi pêngava Êdî Bes e, bi hemû çalakiyên pêk tîne, bi xwedîderketina li cenazeyên gerîlayan, bi meþa ber bi Botanê ve û bi þermezarkirina komplo û komplovanên 15’ê Sibatê yên di asta serhildanê de nîþan da ku ew li dora Rêberê xwe û tevgera xwe xelekeke ji pola ne. Dîsa þermezariyên komploya navnetewî starta dema nû ya çalakî û serhildanê ye.

Gelê kurd ku bi çand û felsefeya Tevgera Azadiya Kurdistanê bûye xwediyê çanda berxwedanê dibêje, “An jiyaneke bi rûmet û azad, an jî hîç”. Êdî kes nemaye ku nizane hedefa dewleta tirk hebûnên li baþûrê Kurdistanê jî di nav de hemû destkeftiyên gelê kurd in. Ji xwe Kerkûk ji dest çû. Fermana qetla kurdan, tunekirina hemû nirx û hebûnên wan hatiye dayîn. Di vê rewþê de ya tê meraqkirin helwesta hêzên baþûrê Kurdistanê ye. Gelo wê pozîsyona “evîndarê celadê xwe” bidomînin û bibin parçeyek ji konsepta tunekirinê, an bi derengî be jî li derdora stratejiyeke neteweyî kom bibin û van planên tunekirinê wergerînin derfeta azadî û bidestxistina mafên gelê kurd.


22-02-2008 08:03 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 22-02-2008 08:03. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 14 time. You can leave a comment. Last update on 22-02-2008 08:03
Views: 451    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;