Newroz a 2008’an li tevahiya gelê
kurd û gelên Rojhilata Navîn pîroz be!
Newroz cejna serhildanê ye ku ji
Efsaneya Kawayê Hesinkar ê Kurd tê. Di sedsala
11'an de nivîskarê faris Firdewsî di pirtûka
xwe ya bi nav û deng Þahnameyê (Pirtûka Qiralan)
de radigihîne û bahsa Destana Kawayê Hesinkar dike.
Beriya Zayinê herêma kurdan
di bin desthiladariya Împaratoriya Asûr ku ji aliyê
qiralê zalim yê bi navê Dehaq ve dihat birêvebirin
de bû. Kawayê Hesinkar mîna serkêþê
serhildana li hemberî Împaratoriya Asûr û
qralê wê Dehaq tevdigere. Ciwanên li çiyan
teva birêxistin û perwerde dike. Êvara 20’ê
Adarê ku derbasî 21’ê Adara sala 612’an a Berî
Zayinê (BZ) dibe, Kawayê Hesinkar tevî komek
serhildêr êrîþî keleha Dehaq a li paytexta
Asûr Nînovayê dike. Piþtî kuþtina Dehaq bi
pêxistina agirê li ser bircên kelehê
mîzgîniyê didê kurdên xwe spartine
çiyan. Kurdên li çiyan jî bi pêxistina
agir birsivê didin mîzgîniyê û þahiyan
li dar dixin. Bi vê bûyerê re Împaratoriya
Asûr ji hev belav dibe. Li dewsa wê jî roja 21'ê
Adara 612'an (BZ) mîna roja damezirandina Împaratoriya
Med tê qebûlkirin. Ji wê rojê ve di nava
kurdan de agir bûye sembola serhildan û azadiyê.
Roja serhildan ye
Newroz ji bo kurdan ne tenê roja
pîrozkirina cejnê ye. Ne tenê roja þahî û
kêfxweþiyê ye. Roja serhildan û bîranîna
lehengan e. Gelê kurd hêza pîrozbahiyên xwe
ji rojên bi êþ û keser werdigire. Bi derbeya
leþkerî ya 12'ê Îlona 1980'yî re, her aliyê
Kurdistanê wergerandin zindanê.
Ciwanên pêþeng ên
Tevgera Azadiya Kurdistanê li Zindana Amedê kom kirin û
xwestin siyaseta îmha û înkarê, bi
teslîmgirtina îradeya wan bigihînin encamê.
Li hemberî vê yekê, rihê Newrozê ji nû
ve geþ û zindî bû. Kawayê Hemdem Mazlûm
Dogan di Newroza 1982'an de bi diruþma "Berxwedan dibe
serketinê, îxanet dibe teslîmiyetê" bi
pêxistina sê darikên derbikê, li dijî
zordestiyê ala berxwedanê hilda. Ewladên kurd ên
qehreman mîna Zekiye Alkan, Rahþan Demîrel, Bêrîvan
û Ronahî di Newrozên paþê de li vê
bangawaziya berxwedanê ya Kawayê Hemdem Mazlûm
Dogan xwedî derketin.
Newroz nebû Nevruz
Dewleta Tirk li hemberî van
berxwedanan xwest wateya Newrozê berovajî bike. Rayedarên
Dewleta Tirk Newroz weke cejneke tirkan dan nasandin. Dîroka wê
jî spartin qaþo Destana Ergenakonê. Rayedar, wezîr
û serokwezîran xwe di ser agir re avêtin û
xwestin Newrozê mîna "Nevruz" û þahiya
cîhana tirk a biharê bidin pejirandin. Lê vê
yekê nekarî rastiyê veþêre. Tevî hemû
hewldanên înkar û derewan, gelê kurd her sal
ji ya din zêdetir bicoþ xwedî li cejna xwe a netewî
a vêjînê derdikeve û bi bîranîna
þehîdên xwe yên qehreman, Newrozê pîroz
dike.
Daxwaza azadî û aþtiyê
ye
Di van salên dawî de, ku
kurdan dest bi polîtîkaya aþtiyane kiriye û bi vê
yekê jî ji bo çareseriya aþtiyane û
demokratîk a pirsgirêka kurd wateya Newrozê hîn
zêdetir bûye. Di pêvajoyeke dijwar de îsal
kurd Newrozê pêþwazî dikin. Konsept û
komployên tunekirinê, siyaseta tunekirin û înkarê
ji her demê bêhtir bi xeter tê meþandin. Rêberê
Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 9 sal in li Grava Îmraliyê
bi tecrît û êrîþên jahrdayînê
re rû bi rû ye. Dewleta Tirk Baþûrê
Kurdistanê xelkê sivîl, nexweþxane û heta bi
goristanan bomberdiman dike. Plan û bernameyên
dagirkirina Baþûrê Kurdistanê li Zapê ji
aliyê gerîlayan ve hatibin xerakirin jî konsept û
komplo ji rojevê derneketine. Li Bakurê Kurdistanê
li hemberî gerîla operasyonên tunekirinê, li
hemberî gel zilm û zordariyên bêhempa, li
hember parlamenter, þaredar, rêveber û endamên
Partiya Civaka Demokratîk (DTP) terora dewletê tê
meþandin. Gelê kurd jî li hemberî van konsept û
êrîþên giþtî yên tunekirinê bi
Pêngava "Êdî Bes e" ketiye nava hewldan û
berxwedaneke giþtî. Ji ber vê yekê jî
Newroza 2008'an dikare wekî girîngtirîn Newroza
dîrokê bê binavkirin.
Newroz mizgîniya bihara rengîn
e
Newroz ji bo Kurdan her wiha hêvî
ye. Piþtî zivistana sar û giran Newroz mizgîniya
bihara rengîn e. Newroz tê wateya ‘roja nû’ û
destpêka sala nû û ya biharê. Newroz a
2008'an ji bo kurdan tê wateya þkandina hemû konsept û
komployên ji aliyê dewletên desthiladar ên
statukoparêz û hevkarên wan ên navnetewî.
Gelê kurd ji hemû deman bêhtir bi hêviyên
ji bo azadî û aþtiyê mezin kirine Newroza 2008'an
pêþwazî dike. Asta serkeftî derbasbûna
pîrozbahiyên îsal, dibe hîmekî girîng
ê paþeroþa azad. Mirov dikare destnîþan bike ku
Newroza 2008’an ji bo jiyaneke azad, avakirina aþtî û
demokrasiyê girîngtirîn Newroza van 2620 salan e ku
tê pîroz kirin e.
This entry was posted on 20-03-2008 16:46. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 15 time. You can leave a comment.
Last update on 20-03-2008 16:46 Views: 427
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 427