MalYildiz Gultekîn Mirovên baþ li hespên xwe yên spehî siwar bûn û çûn...
Mirovên baþ li hespên xwe yên spehî siwar bûn û çûn...
Azîz OGUR
Yek ji mirovên vî welatî yê herî baþ Hrant Dînk jî beriya salekê mîna
îro ji nav me çû. Mirovêk wisa baþ bû ku tevî hemû zext, êrîþ û
heqaretan jî nedixwest li hespê xwe siwar bibe biçe û heskerina wî ya
ji vê axê û mirovên vê axê re mezintir dibû. Lê li vê dewleta ku her
bedewî, baþî, rengînî û pirdengî û dewlemendiyê wi bo xwe xeter dibîne,
beranberî hemû kirinan jî nexwestin ji Hrant Dînkê ku nexwest vê axê
qut bibe ji aliyê nijatperestên zalim ve hat qetilkirin. Ne tenê ew
qetilkirin, em tev qetilkirin.
‘Atarê ku piþtî salên dûr û dirêj berê xwe dide cihê berê lê
digeriya li Rihayê bi atmosfereke pir cûda re rû bi rû dimîne û di
navbera wî mirovekî kal yê Rihayî de ev diyalog derbas dibe: "Ez berê
jî carekê hatibim vî warî. Hespê we yên ji hev spehîtir hebûn, ji bo
xwedê bêje çi ji wan hat? Disa malên we, kolanên we ji mirovên di
mêvanperweriyê de pêþbazî dikirin tije bûn, niha deriyên we tev girtî
ne, kolan vala ne. Ka li ku ne ew hespên spehî, ew mirovên baþ?’
Kalê Rihayî bersiveke wisa dide ku di nava xwe de hemû êþên axa Mezopotamya û Anatolyayê nîþan dide:
- Aaaax, aaax, qet nepirse lawê min. Ew mirovên baþ, li wan hespên spehî sewar bûn û çûn...”
Ev beþek ji romana Yaþar Kemal e ku trajediya gelên li Mezopotamya û
Anatolyayê tîne ziman. Di her serpêtiyê de, di her êrîþkariyê, di her
tevkujî û qetilkirinê de, di her nijatperestiyê de tê bîra mirov.
Siwarê dawî yê Hrant Dînk jî çû
Yek ji mirovên vî welatî yê herî baþ Hrant Dînk jî beriya salekê mîna
îro ji nav me çû. Mirovêk wisa baþ bû ku tevî hemû zext, êrîþ û
heqaretan jî nedixwest li hespê xwe siwar bibe biçe û heskerina wî ya
ji vê axê û mirovên vê axê re mezintir dibû. Lê li vê dewleta ku her
bedewî, baþî, rengînî û pirdengî û dewlemendiyê wi bo xwe xeter dibîne,
beranberî hemû kirinan jî nexwestin ji Hrant Dînkê ku nexwest vê axê
qut bibe ji aliyê nijatperestên zalim ve hat qetilkirin. Ne tenê ew
qetilkirin, em tev qetilkirin. Birîna di dilê me de kurrtir kirin.
Piþtî çû em tev bûn 'ermenî'
Belê salek di ser kuþtina rewþenbîrê ermenî Hrant Dînk re derbas bû.
Dibe ku serseriyekî 17 salî çek bikar anîbe, lê berpirsên kuþtina Hrant
Dink, siyasetmedar in ku li ser nijatperestiyê û îstîsmarkirina hestên
mirovan yên olî hêna jî siyasetê dikin in. Disa çapameniya tirk,
nivîskar û rojnamevanên xwîn ji pênûs û devê wan dibare ji di vê yekê
de xwedî rola sereke ne. Hrant Dink weke ‘ermeniyê xayin” nîþan dan,
kirin hedef. Mîna ku niha tevahiya gelê kurd ji xwe re kirin hedef.
Li Tirkiyeyê ku peyva 'ermenî' demekê mîna dijûnê dihate bikaranîn bi
qetilkirina Dînk re guherî. Dema zaliman biryara kuþtina wî mirovê baþ
dida tiþtekî hesab nekirin hebû. Wan plan dikir nûnerê dawî yê civaka
ermenî ya yek ji xwediyê vê axê yê qedîm ji holê rakin. Lê bi ketina wî
ya erdê re bi sedan, dehan, dehhezaran, sedhezaran mirov bûn ermenî.
Piþtî ev mirovê baþ jî li hespê xwe yê spehî siwar bû û çû, valahiyeke
wisa hate hîskirin, sedhezaran mirov bihev re xwestin wê valahiyê
dagirin. Lê mîna yê din, Hrant Dînk jî êdî venagere.
Dewleta qatilên mîna Velî Kuçuk
Qetilkirina Hrant Dînk bûyerek bû ku siyasetmedar, çapemenî û dewletê
bi hev re zemîna wê amade kir. Kujer, yên li piþt kujeran, têkiliyên
leþker, polîs û komên nijatperest bi hev re bi caran hatin destnîþan
kirin lê belê gaveke dicîh de ji bo darizandina suçdaran nehat avêtin.
Darizandina suçdaran li aliyekî kujerên mirovên herî baþ yên vê axê
qehreman hatin nîþandan, li ber ala tirk wêneyên wan hatin kiþandin û
stran li ser wan gotin.
Yaþar Buyukanit, Velî Kuçuk û “zarokên wan yên baþ” ku desteka AKP’a
takiyevan jî digirin tehdît û êrîþên xwe yên li ser mirovên baþ, bi
konseptên nû dixwazin bi tunekirina gelê kurd bi encam bikin. Mirovên
baþ, bi biryara zalim û nebaþan tên qetilkirin. Di her qetilkirinê de
rengek ji bexçeyên gelan, dengek ji stranên azad kêm dibe. Û valahiya
ji wan dimîne her diçe mezin dibe.
Dewleta qatilên mînaVelî Kuçuk
Parêzerê Hrant Dînk Erdal Dogan li Almanyayê beþdarî rêze
panêlan dibe balê diþîne ku tiliya leþkeran di qetilkirinê de heye. Bi
bîr dixe ku Serfermandariya Tirkiyeyê bi belavoka xwe Dînk tehdît kir,
dîsa mirovên girêdayî generalê teqawîtbûyî Velî Kuçuk yê serkêþiya
rêxistinên kontra û nijatperest dike, nameyên tehdîdê diþandin û
beþdarî rûniþtinên mehkemeyê dibûn. Tevî hemû serlêdan, belge û
rastiyên berbiçav jî yên mîna Velî Kuçuk hêna tên parastin. Tevli
wêneyê li jor jî...
abdulazî
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 19-01-2008 08:29. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 19 time. You can leave a comment.
Last update on 19-01-2008 11:45 Views: 532
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 532