...Ev mar û çiyan in, yên çavberdane xwarin û nanê me / van nas bike, nas bike û mezin bibe.... Ev namûs e li ser kunyeya me hatiye nivîsandin / Ev jî sabr e, ji jahran dawerivî ye / xwe li wan bipêçe, xwe bipêçe û mezin bibe… (Ahmed Arîf)
Di helbesta bi navê 'Bebika Adîloþ” de, Ahmed Arîf, þîreta naskirina dijminê bedewî, ked û mirovahiyê li xwarziya xwe ya nubûyî dike. Lê êdî em tevan nasdikin. Dem derbas bû, dewran geriya, rastî û xirabû, xiyanet û dilsozî, ronahî û tarîtî ji hev kifþ bûn. Yanî her kurd, zarok, ciwan herkes her tiþtî dizane û dijminê mirovahî, ronahiyê dinase. Bo vê jî li dewsa 'Binase' dixwazim ji tevahiya zarokên kurd re bêjim; J I B Î R N E K E !
Ên xwestin peyva te ya yekemîn a berî gotina, “dayê” , “babo” di gewriya te de bifetisînin, ên xwestin tiliyên te yên beriya girtina memikê fêrî nîþana serkeftinê bûn biþkînin ji bîr neke.
Ji bîr neke ku gotinên “demokrasî”, “mafê mirovan” ên efendiyên li gorî berjewendiyên xwe cîhanê sererast dikin, her yek ji dereweke mezin pê de ne tiþtekî din e. Dostên sexte yên xwîna me beramberî varîlekî petrolê, çenteyeke dolaran an ji bo “aferimeke” ji begên dilreþ ên li qesrên spî bigirin em firotin jî ji bîr neke.
Nivîskarên bêþerm ên tasên zêrînî ji xwîna me dargirtî, bi qêrînên serkeftinê li hev dixin û bi ser xwe de noq dikin jî ji bîr neke. Her wiha pêþkêþvanên televizyonan ên li avahiyên ji camên yekpare yên Îkîteliyê ku di kêliya xwendina fermana qetla serê me de, bi agahiyên “deqîqeya dawîn” - ên sibeha 16’ê sibatê mîna xencereke zingargirtî di dilê me de hatin çikandin - ragihandin ji kêfxweþî û zewqê jixwe diçin jî ji bîr neke.
Yek ji cihûyên ku di odeyên gazê yên Hîtlerê faþîst de dihatin þewitandin ji bo neviyên xwe gotibû; “kînê negire lê tu caran ji bîr neke”. Lê neviyên wî yên ku dîroka bav û kalên xwe zû ji bîr kirin û di eniya zaliman de cîh digirin jî ji bîr neke. Ên dîroka xwe ji bîr kirin jî ji bîr neke.
Di þeva dirêj, þeva sar, þeva reþ a 15’ê Sibatê ku xwestin roja me tarî bikin û sedhezaran dilê ber bi 'hewarê' ve bezîn ji bîr neke. Xayînên ku hêviyên xwe bi têkçûna me ve girêdan jî tu caran ji bîr nekin.
Qêrînên jidil yên dostên ku ji kulma wî ya hildê hewayê pê de tiþtekî wî tunebûn û lehengên çeka xwe ya dawî, bedena xwe li hemberî bêbextan kirin topên ji agir qet ji bîr neke.
Ên mîna perperîkan ber bi rojê ve firiyan, dilên li çar aliyê cihanê ku bi hev re bi heman hestê lêxistin, ji Amedê heta Silêmaniyê, ji Urmiyê heta Efrînê yekbûna dilên bi têlên direhî hatine parçekerin ji bîr neke. Qerîna keça kurd a li Meydana Çarçira ku digot, “An Ocalan an Mirin” çi dibe bila bibe ji bîr neke. Tim bêje, ji zarokên xwe re, ji neviyên xwe re, bila ew jî ji yên piþt xwe re ragihînin. Di her þevên herî tarî û herî sar de bêjin, “Þevek mîna îþev bû, yên þer dikirin, ên li ber xwe didan jî hebûn”. Ji wan re qala êþa hevaltiya kêm, dostaniya sexte û dilên bi agir pêçayî bike. Qala berxwedana zarokên agir û rojê ya li dij tevahiya cîhana bêbext bike. Van tevan ji bîr neke, ji bîr neke û mezin bibe, da hêviya azadî û aþtiyê jî bi te re mezin bibe.
This entry was posted on 16-02-2008 09:27. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 22 time. You can leave a comment.
Last update on 16-02-2008 09:27 Views: 404
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 404