Taybetmendiya cihûyan tim xwe bi tenê dibînin. Ji her kesî û
her derdorê þuphe dikin. Di tevahiya dîrokê de dema behsa bazirganiyê tê kirin
cihû tên bîra mirov. Ji ber vê yekê jî di nêzîkbûnên xwe de ji bo wan ji hemû
nirxan girantir berjewendiyên aborî û siyasî ne.
Ji dema þaristaniya koledar a Misirê heta bi faþîzma Hîtler
a beriya Þerê Duyem e Cîhanê gelek caran li rasta tevkujiyan hatin. Li
Almanyayê hêj firinên ku cihû di wan de tune dikirin mîna þahidê þerma
mirovahiyê li cihê xwe sekinî ne.
Îsraîl dema mîna dewlet hate sazkirin bû îfadeya hestên hemû
Cihûyên cîhanê. Her wiha avakirina Îsraîlê bû xelatek an îfadeya dilxweþkirina
cîhanê ya ku di þerê parvekirinê de cihû mîna qurban hilbijartin. Bi gotineke
din cîhana rojava ji bo dilê gelê cihû yên di tevkujiyê re derbas bû xweþ bike,
li ser xwîn û kuþtina mirovên din kir xwedî dewlet. Bi devletbûnê re xewna
hezar salan a bicihbûna welatê Kenan bi encam bû. Lê belê hêrs û kevneþopiya
çanda cihûyan a xwe di ser gelên din ên cîhanê re dibîne û Sîyonîzma dixwaze li
tevahiya Rojhilata Navîn li axa xwe zêde bike mîna nexweþiya herî mezin a
desthilatdariya cihûyan e jî. Hema hema tu hêz û desthilatdarî tune ne ku ne
ketibin bin bandora siyaseta Îsraîlê. Bi riya sermayedarên xwe yan sermayedarên
taþeron, bi riya lorcayên masonan û gelek saziyên din yên bi navên pir cuda lê
di bin xizmeta heman siyasetê de bandora xwe li tevahiya cîhanê kiriye.
Ji ber serpêhatiyên trajîk û bawernebûna bi ji yên derveyî xwe
Îsraîl an cihû xwediyê rêxistinâ herî bihêz a îstîxbaratê, xwediyê artêþa herî
modern a xwedî teknolojî ne.
Þibiyane qatilên xwe
Ji ber bûyerên dîrokî, çanda cihûtiyê û kevneþopiyan heta
radeyekê xwe ev qasî bihêzkirina wan dikare bê fêmkirin. Lê ya trajîk ew e ku
Îsraîl xwe mîna dewleta cihûyên qurbanê tevkujiyan yên mexdûr nîþan dide ji
roja bû dewlet heta niha bi kirin û hewldanên xwe li yên ku tevkujiyên cihûyan
pêk anîn jî zêde kir. Li dewsa derxistina dersan ji dîrokê û sekna li hemberî
zilm û zordestiyê, Îsraîl li kêleka yên tunekirinê li ser gelan ferz dikin cih
girt. Ne tenê li kêleka wan cih girt, her wiha ji gelên li derdora xwe re
tevkujî rewa dît. Tola tevkujiyên hatine serê wan, ji gelên din ên bindest
girtin. Bi dehan tevkujiyên li hemberî gelê Filistînê bi tiþtekî din nikare bê
îfadekirin.
Nêzîbûna Îsraîlê ya ji bo kurdan
Li aliyê din heman dewleta ku bi dehan salan bi siyaseta
“mexdûr”an xitabî wijdanê mirovan dike, bixwe jî dibe amûrê mexdûrkirina gelan
û tevkujiyan. Ji bo firotina çekan, an ji bo bidestxistina hin berjewendiyên
aborî û siyasî xizmetê ji tevkujiya li ser kurdan bi destê dewleta Tirk tê
kirin re dike. Di salên borî yên þer de desteka tekonolojiya leþkerî heta bi
desteka siyasî ya dida dewleta Tirk ji aliyê hemû kesî ve tê zanîn. Lê belê di
vê hevkariyê de cihgirtin an pêþengiya Îsraîlê ya meþandina Komploya
Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û teslîmkirina Ocalan a
ji bo Tirkiyeyê encama herî giran a vê hevkariyê bû. Tevî vê yekê jî bi taybetî
di encama hewldanên Ocalan de kurdan tevî ku tu caran vê bêbextiya sedsalê ji
bîr nekin jî nebûn xwediyê kîn û hestên dijminatiyê. Berevajî hewldanên ji bo
aþtiyê domandin.
Tevî hemû hewldanên kurdan ên ji bo aþtiyê, Îsraîl jî bi
hemû hêza xwe destekê dide siyaseta tunekirin û înkarê ya Tirkiyeyê ku DYA û
YE’yê jî destek dikin. Yanî Îsraîla ku îdia dike ew dewleta gelê cihû ye
mexdûrê tevkujiyên dîrokî ye, di safê zaliman de bi hemû hêza xwe cih
digire.
Konsepta dawî û Îsraîl
Îsraîla ku yek ji aktorê komploya navneteweyî bû, di
konsepta dawî ya li dijî gelê kurd tê xwestin vê komployê biencam bikin de disa
cihê xwe digire. Desteka teknolojiya þer, parvekirina îstîxbaratê,
perwerdekirina subayên Tirkiyeyê tev tên rojevê. Gelê kurd û Tevgera Azadiya
Kurdistanê ku li hemberî konseptên navneteweyî yên tunekirinê bi biryar in heta
dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin, ji van êrîþan Tirkiyeyê tenê mesûl
nabînin. Ji ber hindê jî hêzên navneteweyî yên alîgirê êrîþ û konseptên
tunekirinê wê wisa rehet li herêmê û cihên din yên cihanê tevnegerin. Zilmdarî
an cihgirtina li kêleka zaliman herî zêde wê zirarê bide wan bixwe.
Koma Civakên Kurdistanê di nava 2 hefteyan de ev du car in
ku Îsraîlê hiþyar dike. Ev jî nîþan dide ku rewþ çiqasî nazik e. Ji bo
têgihiþtina nazikiya rewþê bawerim ev gotinên Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê
Murat Karayilan têrê dikin: “Ji ber piþtgiriya Îsraîlê, di operasyonên li Gabar
û Bestayê de, hin gerîlayên me þehîd bûn. Dîsa ekîbeke pispor þandiye Batmanê.
Ev ekîb balafirên Heron yên keþfê bikartînin. Di heman demê de jî pîlotên tirk
perwerde dikin. Her wiha di gelek qadan de piþtgiriya teknîkî dide Tirkiyeyê.
Em ne li dijîn Îsraîlê ne di çarçoveya berjewendiyên xwe de, bi Tirkiyeyê re
hevkariyê bike. Lê belê heger vê hevkariyê di ser xwîna kurdan bike, wê demê,
em ê jî vê rewþê di ber çavan re derbas bikin. Em cidî ne. Em dixwazin Îsral
gotinên me cidî bigire. Wekî cihûyan, kurd jî li her deverê cîhanê hene. Heger
Îsraîl, piþtgirî bide siyaseta Tirkiyeyê ya qetilkirina ciwanên kurd, wê demê em
ê jî bersiv bidin û ji vê yekê jî wê Îsraîl zirarên mezin bibîne. Lewma divê
Îsraîl, hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê re di ber çavan re derbas bike.”
abdulazî
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 30-01-2008 08:45. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 18 time. You can leave a comment.
Last update on 30-01-2008 08:45 Views: 340
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 340