Ji aliyê siyasetmedar, rewþenbîr
û hunermendên kurd ve bi navê, “Banga Çaraseriya
Pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê” metnek ji îmzeyê
vekirin. Metnê hatiye amade kirin ji aliyê hezar kesayetî
ve wê were îmzekirin bi xwe tê wateya daxwaza
destpêkirina hewldana çareseriya pirsgirêka kurd.
Beriya niha jî siyasetmedar,
rewþenbîr û hunermendên kurd bi bangan daxwaza xwe
ya çareseriyê anîbûn ziman. Car caran jî
rewþenbîrên kurd û tirk bi hev re di heman
çerçoveyê de xabat meþandibûn û
bangên çareseriyê kiribin. Li gorî agahiyên
destpêkê vê carê çerçoveya
deklerasyona ku ji raya giþtî re wê were aþkera kirin
berfirehtir e. Tevî hejmara zêde mirov li gorî
navên di destpêkê de aþkera bûne, tê
dîtin ku ji hemû derdorên kurd wê beþdarî
hebe. Mîna destpêkê navê siyasetmedarên
mîna Ahmet Turk, Osman Baydemir, Tuncer Bakirhan, Aysel Tugluk,
Abdullah Demirbaþ, Hamit Geylanî, Þerafettîn Elçî,
Sertaç Bucak, Feridûn Yazar derbas dibe û tê
plankirin ji kesayetên kurd yên li tevahiya cihanê
hejmar bigihije hezarî.
Deklerasyon di rojên pêþ
de bi civîneke çapemeniyê jî raya giþtî
re tê aþkera kirin û mîna îlan di rojnameyên
navneteweyî de dê bê weþandin.
Daxwaziyên di metnê de cih
digirin û zimanê erênî yê hatiye
bikaranîn ji bo avakirina zemîna çareseriyê
derfeteke mezin dide. Beriya her tiþtî tespîta “bi
dijwarî û rêbazên leþkerî pirsgirêka
kurd çareser nabe” bi xetên qalin tê
destnîþankirin.
Daxwaziyên di metnê de jî
ev in: -Dawîlêanîna pêvajoya
zext-serhildan-zextê û bêdengkirina çekan;-Di
destûra bingehîn de misogerkirina mafên kurdan
(mafê perwerdeya zimanê zikmakî, afirandina derfeta
ragihandin û rêxistinbûyînê, pêþxistina
çandê û azadiya bilêkvkirina daxwazên
siyasî, mafê xweîfadekirin û parastinê);
- Efûyeke giþtî; -Tasfiyekirina sîstema
cerdevaniyê; -Piþtî van li gorî prosodureke bê
destnîþankirin danîna çekan a PKK'ê.
Di metnê de berpirsiyariya hêzên
navnetewî yên mîna DYA û YE'yê ya di
statu û neçarekerkirina pirsgirêka kurd te tê
bibîrxistin û ji van hêzan tê xwestin ku
destekê nedin siyaseta dewleta tirk a înkar û
dijwariyê. Her wiha bang siyasetmedarên navdar ên
rojavayî tê kirin ku ji bo çareseriyê
navbeynkariyê bikin.
Bêgûman her hewldanek ji
wan xwedî wate û girîngiyekê ye. Ji bo dawî
li rijandina xwînê bê, ji bo êþ û
azarên tên kiþandin bi dawî bibin, ji bo
çareseriyeke aþtiyane pêk were û li vî
welatê di nava aþtiyê de jiyanek bê sazkirin biçûk
mezin her hewldan xwedî nirxekî pîroz in. Jê
wêdetir jî ev bi tevahî banga kurdan e. Di þexsê
hezar kurdan de bilêvkirin û banga bi milyonan kurdan ê
ku ji bo azadî û aþtiyê têdikoþin e.
Ev daxwaziyên kurdan ku di rojê
pêþ wê werin rojevê û mirov dikare bêje
cara yekê di asteke evqas berfireh de pêk tên. Ev
yek ji bo her kurdî, her aþtîxwazî û her
kesê ku bêjê ez mirovim pêwiste bibe wesîleya
kêfxweþiyê û hewldana ji bo çareseriyê.
Di rojên wisa de her kesayetê
bî îdîaya pêþengî û rewþenbîriya
kurd derdikeve pêþ jî rengê xwe diyar dikin.
Aligirên çareseriyê û bidestxistina mafên
gelê kurd û yên neçareseriyê û
nakokiyên heyî mîna çavkaniya jiyana xwe ya
taybet dibînin ji hev kifþ dibin. Ne tenê bi îmzekirina
vê metnê, bi nirxandin, destekdayin, kêfxweþî
û dilxwaziya serkeftina van hewldanan jî herkes dikare
roleke erênî bilîze.
Lê mixabin hin kesên ku ‘ji
her rewþê ji bo xwe wezîfeyeke taybet derdixînin’
bêyî xwendin û dîtina metnê, beyî
nirxandin û fikîrînê yekser tîk a wan
(liv an gotinên bêyî îradeya mirov tim dubare
dibin) a dijberî hewldanên ji bo çareserî an
gavên bên avêtin derdikeve pêþ. Di vê
pêvajoyê de emê bibînin kî xwahr e kî
rast e, bi gotina gundiyên emê bibînin ka “Dew
birayê mast e”. Pêvajoyên dijwar û girîng
ên diyarkirina çarenûsê mîna kaxiza
turnusolê rastî û xwahriyê ji hev kifþ dikin
û niyeta rastî ya herkesî jî xwe dide der.
Mînaka dema Nemrûd xwest
Hz. Îbrahîm biþiwîtîne yekser li vê
mijarê tê: “Leþkerên Nemrûd lodeke daran
a mezin çêdikin û Hz. Îbrahîm davêjin
nav. Wê kêliyê qijikek, qirþekî dike nava
nikilê xwe û davêje ser lodê. Hz. Îbrahîm
jê dipirse;
-Te ew qirþê biçûk
avête ser loda daran, ma wê bi qirþê te çi
werê guhertin.
Li ser vê yekê qijik vê
bersivê dide;
- Çawa tiþtek nayê
guhertin? Bi vê yekê ez dijminatiya xwe nîþan
didim.
Di heman kêliyê de çûkeke
beytik dilopek av a di nikilê xwe de tînê û
li agir dike. Hz. Îbrahîm jî wê jî
dipirse;
-Bi dilopek ava te avête ser vî
agirê mezin dê çi bê guhertin?
Wê demê jî çûka
beytik bersivê dide;
-Dibe ku tiþtek neyê guhertin,
lê bila dostaniya me aþkere bibe”
Belê pêvajo dijwar e, rojên
man û nemanê yên diyarkirina çarenûsê
ne. Dewletên desilatdar gelê kurd xistina nav loda daran
û agir berdidinê. Êdî divê kesên
xwediyê tîk a dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê
û hewldanên çareseriyê divê kumê
xwe deynin ber xwe û biryarê bidin. Wê tim mîna
qijika reþ dijminatiya xwe bidomînin, an hewl bidin mîn
çûkê beytik ji vemirandina vî agirî
bibin dilopek av?..
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 24-04-2008 08:39. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 6 time. You can leave a comment.
Last update on 24-04-2008 10:55 Views: 226
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 226