Partiya Civaka Demokratîk der barê
guhertina navên wargehên ku nûneriya çand û zimanên cuda
dikirin pêþniyarqanûnek da meclîsê. Parlamenterê Þirnexê
Hasip Kaplan pêr bal kiþande ser vê mijarê û bi bîr xist ku di
dîroka komara Tirkiyeyê de gund, navçe û bajar jî di nav de navê
30 hezarî zêdetir wargehî hatine guhertin. Di pêþniyar-qanûnê
de daxwaz tê kirin ku tevî navên nû, nevê kevin yên wargehan jî
werin bikaranîn.
Di vê pêvajoyê de meþandina xebatên
ji bo aþtiyê, avakirina înîsiyatîfan, despêkirina hewldanan,
rêxistinkirina aþtîxwazan çiqasî girîng be, hewldan û xabatên
ji bo sererastkirina neheqî yên dîrokî ku Komara Tirkiyeyê pêk
anîne ew qas girîng in. Ji ber vê yekê jî pêþniyar-qanûna ji
aliyê Kaplan ve ji parlamentoya Tirkiyeyê ve hate pêþkêþkirin
watedar e. Di þexsê rêzdar Hasip Kaplan de DTP nûneriya hemû gel
û beþên civakê yên çanda wan hatiye qedexekirin û heqaret li
wan hatiye kirin dike.
Di serî de çapemenî, her kesayet,
sazî û rêxistinên nirxên gerdûnî diparêzîn divê destek
bidin vê yekê. Encama hewldanên bi vî rengî dikarin Tirkiyeyê
bi dîroka wê ya bixwîn re rû bi rû bihêle û rastiya wê pê
bide qebûlkirin. Jixwe heta rastiyên dîrokî nêyên dîdin û
þaþtî neyên qebûlkirin mirov nikare bahsa afirîna derfetên
aþtiyê jî bike.
***
Þer û hewldanên çereseriyê
Dewleta tirk di tevahiya zivistan û
biharê de operasyonên xwe domandin. Di roja îro de jî li tevahiya
bakûrê Kurdistanê operasyonên tên lidarxistin her diçin
berfireh dibin. Ji Qersê heta bi Çiyayê Cûdî, ji Dêrsimê heta
bi Oramarê operasyonên bi armanca tinekirinê li dar in. Li dijî
êrîþ û operasyonên tinekirinê gerîlayên Hêzên Parastina
Gel (HPG) bê helwest namînin. Di encama çalakî û kemînên
gerîla yên li dij leþkerên beþdarî operasyonan dibin de
wendahiyên artêþê zêde dibin. Ji aliyekî ve li tevahiya bakurê
Kurdistanê operasyon didomin, ji aliyê din ve bombebaran a ji aliyê
artêþên Tirkiyeyê û Îranê yên li ser Qadên Parastina Medyayê
na rawestin.
Nûçe û agahiyên ji herêmên
oprasyonan tên, didin nîþandan ku havîneke gelekî dijwar li
benda me ye. Armanc û konseptên xêrnexwaz ên dewleta tirk ku Îran
û Sûriye jî dane kêleka xwe, çavgirtin û destekdayîna hêzên
navneteweyî yên ji bo vê konseptê, rewþê ber bi asteke xeter a
jêneveger ve dibe. Li hemberî van konseptan jî gerîlayên HPG’ê
û gelê kurd bi biryar e li ber xwe bide û tê ragihandin ku pêwîst
bike amade ne dijwartirîn þerê berxwedanê yê dîroka gelê kurd
bidin.
Di vê dema ku plan û konseptên
tinekirinê û berxwadana li hemberî van konseptan li dar e. Li
aliyê din hewldanên ji bo rêlêgirtina rewþa dijwarî û kaosê
ya jêneveger zêde dibin.
***
Meclîsa Aþtiyê ya Ewropayê
Ji bo afirandina bingehê çareseriyê
pêngaveke girîng ji aliyê kurdan ve tê destpêkirin. Di hefteya
borî de aþkera bûbû ku siyasetmedar, rewþenbîr û hunermendên
kurd ve bi navê, “Banga Çaraseriya Pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê”
metnek ji îmzeyê re vekirin. Amadekariyên vê hewldanê berdewam
dikin, ji aliyê din ve jî aþtîxwazên li Ewropayê ji bo
çareseriya aþtiyane a pirsgirêka kurd sazîbûneke hevdeng a
Meclîsa Aþtiyê ya Tirkiyeyê hate sazkirin. Ev sazîbûn bi navê
Meclîsa Aþtiyê ya Ewropayê mîsyoneke girîng dide ber xwe.
Damezirandina Meclîsa Aþtiyê ya Ewropayê bi kongreya îro (26
nîsan 2008) ya li Dusseldorf a Almanyayê tê îlankirin.
Amedakariyên ku ev demek bû dihatin
meþandin bi encam bûn û Meclîsa Aþtiyê ya Ewropayê bi Meclîsa
Aþtiyê ya li Tirkiyeyê hate sazkirin re hevdeng xabatên xwe dide
destpêkirin. Meclîsê ku mîna sazîbûna aþtîxwazên li Ewropayê
wê ji bo “Çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêbazên aþtiyane û
ji bo herkesî pêk hatina demokrasî, mafên mirovan, azadî û
edaleta civakî” xabatê bimeþîne. Akedemisyen, nivîskar,
hunermend, rojnamevan û rêxistinên girseyî yên ked, pîþe û
demokratîk di nava vê meclîsê de cîh bigirin.
Edî aþkera ye ku ji hêza xweser a
aþtîxwazan û gelan pêde tu hêz nikare rê li ber konsept û
komployên li ser tinekirin û hevqirkirina gelan tên meþandin
bigire. Ji ber vê yekê jî rêxistinbûyîn û tevgereke ku karibe
van konseptan ji holê rake girîng e. “Banga Çaraseriya
Pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê” û sazîbûna Meclîsa Aþtiyê ya
Ewropayê mîna pêngavên destpêkê yên pêþwazîkirina
pêwistiyên demê û ferzkirina aþtiyê, watedar in.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 26-04-2008 09:12. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 6 time. You can leave a comment.
Last update on 26-04-2008 09:12 Views: 193
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 193