Zarokên gelê min ên
herî dilsoz, ên herî bedew, ên herî
leheng û yên herî zana ji bo azadiya gelê
xwe, ji bo parastina nirxên mirovahiyê jiyana xwe feda
kirin. Bi ketina xwe re bi sedan bi hezaran jiyanên nû
afirandin. Ji bo rizgarkirina gelê xwe ji tarîtiyê
mîna findê riya gelên mazlûm ronî
kirin. Di rojên niha gelê kurd gihîžtiyê de,
di hemû destkeftiyan de û gav bi gav ew qasî
nêzbûna azadiyê de ked, xwêdan û xwîna
qehremanan heye. Nivîsandin, bîranîn û bi
berhemên hunerî, wêjeyî vegotina van
qehremanan karekî pîroz e.
Û Halîl Ûysal
di vê riyê de žehîd ket. Xelîl Îbrahîm
Ûysal, Xelîlê Çiya. Halîl ji kêliya
gihîžtina çiyan û pêde, ne mîna
kesekî li çiyan dijî bû. Bêhtir
dižibiya çiya bi xwe. Mîna çiya giran, mîna
çiya xwedî baweriyeke kûr, mîna çiya
afirîner û mîna çiya berhemdar. Kesî
mîna Halîl nikarîbû çiya û yên
bi jiyana xwe bûne parçeyek ji wan çiyayan
binivîsine. Kesî heta niha nikariye mîna Halîl
wêne û dîmenên çiyan bikižîne.
Her peyv, gotin, bûyer û tevgereke ku ji gelekan ji me re
ji rêzê xuya dikir ji bo Halîl xwedî wate
bûn. Bi nêzîkahiyeke fîlozofî, bi
nerîneke felsefî encamên ku em tev matmayî
dihižtin ji wan tižtên ku ji yên din re ji rêzê
xuya dikirin derdixist. Her gerîlayekî çiyayê
Kurdistanê, her gundiyekî kevnežopiyê jiyana qedîm
a hezarên salan li çiyayê Kurdistanê ji bo
Halîl qehramanekî dîrokî bû. Her
dîwarekî xirabe yê gundên valakirî, her
nîžaneke li ser kêla gorê ya gundên talan
kirî, her kavil û bermayiyeke li çiyayê
Kurdistanê ji bo Halîl derbasokeke xwe berdana nav ra û
žaxê dîroka kurd û Kurdistanê û gelên
windabûyê yên li ser heman axê jiyayî
bû. Her newal, lat, çem, kulîlk, her teyr, û
her zindiyê çiyayê Kurdistanê ji bo Halîl
hincetek bû ku we bigihîne asta herî kur a
felsefeyê û watedayîna jiyanê. Loma jî
nirxandin, çîrok, serpêhatî, pêxžan,
wêne, dîmen û fîlmên herî baž ji
aliyê Halîl ve hatin hilberandin. Xwe gihandibû raz
û efsûna çiyan. ... Di bihara 2006’an de dema
ji bo amadekirina hin bernameyan çûbûm çiyayên
Kurdistanê min ew nas kir. Wê demê fîlmê
Bêrîtan nû qedandibû. Ji bo nîžandana
fîlm li qadên gerîla digeriya. Pižtî
nîžandana fîlm nirxandinên dihatin kirin guhdarî
dikir. Nirxandinên erênî bi nefsbiçûkiyeke
mezin pêžwazî dikir. Hemû rexneyên dihatin
kirin jî bi helwesteke zanyarî û bêyî
hewldaneke biçûk a pûçkirina van rexneyan,
heta dawî guhdarî dikir. Hewl nedida ku bi tunebûna
derfet û teknîkê kêmasiyan îfade bike,
ne jî di rûyê wî re bêzariyeke biçûk
a ji bo rexneyan xuya dikir. Me çend roj bi hev re derbas
kirin. Nerîna me der barê fîlm de pirs kir û
bi taybetî xwest kêmasî û rexne werin ziman.
Me plan kir ku der barê fîlm de bi beždariya hin
lîstikavanan bernameyeke taybet a televizyonê amade
bikin. Di wan rojan de jî dewleta tirk bi sedhezaran ležker li
ser sînorê bažûrê Kurdistanê kom
kiribû. Çapemeniya tirk behsa 450 hezar ležkerên
li ser sînor dikir û operasyoneke dersînor di
rojevê de bû. Beriya dema ji bo kižandina bernameyê
hatibû plankirin bi demeke kurt Halîl hate gel me û
lêborîn xwest û got ku ew li ser rê ye diçe
Behdînanê. Tevî îtîrazê me jî,
bi zimanekî pir nerm û bi ken got, “Li Behdînanê
heval li benda operasyonê ne. Bi sedhezaran ležkerên
tirk li ser sînor in. Min girêbidin jî ez ê
xwe rizgar bikim û biçim wir. Bername pažê jî
dikare were çêkirin. Lê nabe ez kêliyên
dîrokî û qada žerê dijwar re žahidiyê
nekim.” Pižtî van gotinan ji hembêzkirin û bi
gotinên “Serkeftin” rêkirinê pêde tižtek
di destê me de nemabû. Belê çend rojên
ku di jiyana min de ji girîngtirîn roja ne min û
Halîl bi hev re derbas kirin. Xwezayî, nefsbîçûkî,
zanistî û têgihižtina wî tevî rûyê
wî yê gež wê tim di hižê min de be. Bi
jiyana xwe, bi berhemdarî û qalîteya karê xwe
li pêžiya me tevan bû. Niha jî bû sedema
bilindkirina têkožîna me. Layiqbûna û
dilsoziya Žehîd Halîl û bi hezaran lehengên
ku her yek ji wan qehremanê çîrok, nivîs,
wêne û fîlmên Halîl bûn, bi
mezinkirin, bibandorkirin, biqalîtekirin û afirîneriyeke
bê sînor mumkûn e. Layiqbûna wan bi
encamkirina proje û xewnên wan yên nîvcomayî
û taçkirina têkožîna azadiyê bi
serkeftinê mumkûn e.
Ev navnīžana maīlź ji bo botźn spaman hatiye parastin, ji bo hūn bibīnin divź Javascripta we vekirī be
This entry was posted on 10-04-2008 09:02. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 6 time. You can leave a comment.
Last update on 10-04-2008 09:02 Views: 134
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 134