“Rola Kawayê Hesinkar jî
min girte ser xwe. Min pîrozweriya Hz. Îbrahim jî
nîþan da. Ez bûme Mem û Derwêþê Evdî
ji bo hemû Zîn û Edûlan. Ji kesera dawî
ya Maniyan, Mazdekan û Babekan bigire, heta tenêtiya
Huseyin a Kerbelayê, evîna rastiyê ya Mansûrê
Hallac, rutbeya dostaniya Pîr Sultan Abdal jî min
hilgirt. Ez hevalê Denîzan, Mahîran û
Îbrahîman bûm. þevanê tolhildanê yê
Mazlum, Xeyrî, Kemal û Ferhat bûm. Di serdemeke
wisa de, mînaka herî dawî ya yekbûna hezarên
ji her miletî bûm. Ne tenê abîdeya berxwedan
û þer, her wiha doza wan a aþtiyê ku derfeta pêþxistina
wê nedîbûn hebû.” Abdullah Ocalan
Rêberê Gelê Kurd
Abdullah Ocalan komploya navnetewî mîna kirineke li dijî
þexsê xwe bi tenê nedît û nabîne.
Li dijî sîstema Rehîbên
Sumerê ên koledar berxwedana Eyub Pêxember. Eyub
Pêxember (Eyubê Kurmaxwarî) êþên
tevahiya civaka ku ji aliyê Sumera koledar ve dihate
perçiqandin dikiþandin. Bi vê êþê bû
sembola sebrê.
Li dijî koledariya Romê
berxwedana Spartakus. Spartakus, bi qetandina zincîrên
koledariyê Împaratoriya Romê bû hêviya
bindestên cîhanê. Li dijî têkçûna
mirovahiyê helwesta Hz. Îsa ya ji bo vegerandina li
nirxên rastî. Hz. Îsa ji bo dawî li êþên
tevahiya mirovahiyê bîne çarmixa xwe li ser milê
xwe kiþand girê Golgotayê. Li dijî Nemrûd’an
helwesta Hz. Îbrahîm û parçekirina hemû
pûtên bi destê mirovan hatine çêkirin
ê mirov ji wan re kirine kole.
Ji Kawayê Hesinkar heta bi Mazlum
Dogan, ji Mansûrê Hallac, heta Manî, ji Jan Dark,
heta bi Rosa Luxemburg, Ji Che Guara heta bi Denîz Gezmîþ
û bi hezaran neferên bênav yên ji bo jiyaneke
xweþtir, ku zilm û neheqî lê nebe canê xwe
dan, tev afirînerên dîrokê ne. Ji destpêka
mirovahiyê ve þerê ronahiyê yê li hemberî
tariyê qet ranewestiya, agirê berxwedanê venemir.
Ser hatibe girtin jî bi çirûskekê careke din
gur bû. Li dijî her zalimekî, qehremanek; li dijî
her sîstemeke zilmê berxwedanek derket.
Komploya Navnetewî ya 15'ê
Sibatê xeleka dawî û ya herî berfireh a vê
têkoþîna mazlûman a li dijî zilmê ye.
Têkoþîna heqiyê ye li dijî neheqiyê,
tekoþîna vîna mirov e li dijî berjewendiyên
siyasî û aborî. Di þexsê Rêberê
Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hedef, ji gelê kurd jî
wêdetir, vîna tevahiya gelên Rojhilata Navîn
û mirovahiyê bû. Armanca bingehîn a komployê
jî bêhêvîhiþtina gelan bû. Ji ber vê
yekê jî pêwistî bi valaderxistina vê
komployê hebû.
Gotinên Birêz Ocalan ên
di parêznameyê de ji bo wateya pûçkirina
komployê girîng in: “Aþtiyeke bi rûmet û
pêþxistina yekîtiya gelan a demokratîk bersiva
herî di cî de bû li dijî kompyoyê.
Helwestên derveyî vê yekê ji xizmeta yên
þer dixwestin pê de ne tiþtek bû. Ji bo gelê
neçar hêna ez bi hêvî bûm. Hêna
heviyên wan ji mirovê hem di çarmixê hem jî
di tabûtê de hebûn. Ji mirovê ku hatina xwe
ya cîhanê mîna sucê herî mezîn
didît, dixwestin ebetiya zayîna azad bike. Ji ber ku wekî
din tu kesekî wan tune bû, piþtî 2000 salan min
berpirsiyariyeke ji ya Hz. Îsa girantir girte ser milên
xwe.”
Xeleka dawî ya têkoþîna
zalim û mazlûman, mafdar û neheqan, îdareya
mirov û teknîka serdestan komploya navnetewî û
berxwedana gelê kurd e. Kurd ku bi pêþengiya PKK û
li gorî felsefeya Rêberê xwe tevdigere ne tenê
nûnertiya çanda berxwedanê, her wiha nûnertiya
tevahiya dîroka mirovahiyê jî dike, bi vê
têkoþîna xwe paþeroja azad, wekhev û yekîtiya
azad a gelan jî diafirîne.
abdulazî
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 15-02-2008 07:57. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 10 time. You can leave a comment.
Last update on 15-02-2008 07:57 Views: 240
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 240