MalAzīz Ogur Dagirkeriya bažūrź Kurdistanź di rojevź de ye
Dagirkeriya bažūrź Kurdistanź di rojevź de ye
Dewleta tirk û artêža wê
ya mîna artêžek ji yê herî mezin yên
cîhanê ya ku qažo tu caran têk naçe li Zapê
di ‘Qirim’ê re derbas bû. Efsaneya ‘Artêža
Têkneçûyî’ bi erdê re bû yek.
Nirxandinên mîna ‘2. Sefera Sariqamižê’ yên
herî nêzî rastiyê bûn. Mîna
gotinên navdar yên pêžkêžvanê
pêžbaziya bi navê “Evet-Hayir” di televizyona TRT’ê
de yên salê zaroktiya me de, ležkerên tirk bi
Marža Mehterê çûn Zapê û bi Marža
Îzmîrê paž de zîvirîn. Manžeta “Siwar
Hatin Peya Çûn” a rojnameya me Azadiya Welat herî
baž û di cih de bû ku rastiya têkçûna
Artêža Tirkiyeyê nîžan dida. Dîsa di gelek
nirxandinan de dagirkeriya Artêža Tirk mîna, “2.
Sefera Sarikamižê” hate binavkirin.
Mîna marekî ku dûvê
wî li Zapê hatibe qutkirin li dewleta Tirkiyeyê û
artêža wê hat. Her kesî texmîn dikir ku ev
êža dûv nayê jibîrkirin û wê
planên tolhildêrî dîsa werin rojevê.
Çavsoriya dewletê ya di dema Newrozê de jî
encamek ji vê êža dûv bû. Di saetên ku
ev nîvîs tê amadekirin de nûçeya,
“Hejmara kesên di bûyerên Newrozê de jiyana
xwe ji dest dane derket 8'an.
Nûçeya “Hemwelatiyê
bi navê Fahrettîn Žedal (37) ku di bûyerên
Newrozê yên li Geverê derketin de birîndar
bû, jiyana xwe ji dest da” li ser ajansan e. Geverî yên
ku li hemberî terora dewletê ya di Newrozê de
berxwedaneke bêhempa nîžan dan di van saetan de žehîdê
Newrozê Fahrettin Žedal defin dikin.
‘Îdiaya dagirkerî di nava
hefteyekê de dest pê dike’
Nûçe û agahiyên
ji Kurdistanê tên, nîžan didin ku em ê
žahidiyê ji rojên pir bi tevger û girîng re
bikin. Liv û tevger sewqiyata ležkerî û
operasyonên berfireh yên li bakûrê Kurdistanê
nîžan dikin ku Artêža Tirk amadekeriyên
ceribandineke din a dagirkeriya bažûrê Kurdistanê
dike. Li herêmê liv û bizava ležkerî didome.
Rojane ji Îstasyona Trênê ya Amedê wesayîtên
zirhî li trenê tên barkirin, ber bi herêma
sînor ve tên sewqkirin.
Her wiha çavkaniyên herêmî
radigihînin ku ji bo cerdevanên li herêma sînor
fermana ji bo operasyonê amade bin hatiye dayin. Tîmên
taybet li cihên stratejîk hatine komkirin.
Tê îdiakirin ku di nava
hefteyekê de careke din hewldana dagirkeriya bažûrê
Kurdistanê tê destpêkirin. Ev îdia di nava
gel de jî tên guftûgo kirin.
Pêvajoyeke jêveger dikare
dest pê bike
Li bakurê Kurdistanê
operasyon bênavber didomin. Di hefteyên borî de
žerên pir dijwar li herêma Bestayê pêk
hatin. Artêža Tirkiyeyê wendahiyên mezin dan.
HPG’ê hejmar û nasnameyên wendahiyên xwe ji
raya gižtî re ažkera kirin. Disa li Dêrsimê
žerekî dijwar qewimiye. Tevî ku encam hêna ažkera
nebûbin jî wendahî hene.
Heger hewldana dagirkeriyeke nû
ya bažûrê Kurdistanê were rojevê wê
cîhan tev ji žerê herî dijwar yê dîroka
kurdan re žahidiyê bike. Bi vê yekê re pêvajoyeke
jêneveger dikare dest pê bike. Berxwedanên li
Gabar, Oremar û Zapê nîžan dan ku Tevgera Azadiya
Kurdistanê ji azadî û bidestxistina mafê gelê
kurd pê ve tu bijarteyan qebûl nake. Beriya her tižtî
berpirsiyarî dikeve ser milê hemû hêz,
rêxistin û kesayetiyan da ku rê li ber destpêkirina
pêvajoyên xeter bigirin. Ji bo bi tavahî hêviyên
jiyana bi hev re ya kurd û tirkan ji holê ranebe ev
karekî pêwîst e.
Lê belê heger bi israr
konseptên tunekirinê bên mežandin pêwîst
e ku her mirovê kurd bizanibe ku îmtîhana herî
girîng a dîrokê di pêvajoya pêž de li
benda me ye. Li hemberî konseptên tunekirinê žik û
guman tuneye ku gerîla wê li ber xwe bide. Ya herî
girîng ew e ku hêzên bažûr di vê rewža
nazik de bi tu awayî nebin xwedî helwestên ku destê
dewleta dagirker xurt bikirin.
Her wiha di rojên dawî de
rola xeter a cerdevanan di operasyonan de tê bilêvkirin.
Di hewldaneke dagirkirinê de û operosyonên îmhayê
de mežandina vê rolê wê bibe deqeke rež li ser
eniya wan ku heta hetayê nikaribe were paqijkirin. Divê
cerdevan jî ji rola xêrnexwaziya gelê xwe vegerin.
Gelê kurd jî bi serhildanan
heger asta tevgerê ya hevdengî berxwedana gerîlayan
nîžan bide mîna gel wê karibe vê îmtîhana
dîrokî, vê diryana li pêžiya me ku ji
tunebûn û serkeftinê pê ve riyeke din tuneye
karibe serkeftî derbas bike.
Ev navnīžana maīlź ji bo botźn spaman hatiye parastin, ji bo hūn bibīnin divź Javascripta we vekirī be
This entry was posted on 12-04-2008 08:29. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 7 time. You can leave a comment.
Last update on 12-04-2008 08:29 Views: 242
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 242