"Nivîskarên peyk (uydu)
hebûniyeke wisa bi problem e, pêžketinên di nava civakê de tenê
bi têgînên 'yên xayîn' û 'yên qehreman' rave dikin. Ji
atmosfera demokratîk hez nakin. Tižtê bi tenê ku dixwazin ew e ku
heqaretê li ramanên dijber bikin û atmosfereke nearam bê
afirandin.
Ev di safên tuj de cih digirin, lihevkirinê mîna
'xiyanet' dibînin. Tetîkvaniya koma ku di nav de cih digirin dikin.
Ji aliyê kesayet ve ne temam in, aqilkêm û serhižk in. Yên
beriya wan çi ji wan re gotin wisa nivîsandin. Nûçeyên wisa
ragihandin ku bingeha wan nayê zanîn. Hin bûyerên wisa ragihandin
ku cins û nivžê wan nayê zanîn." (Îbnî Haldun )
Rewženbîrê navdar Îbnî Haldun
beriya 600 salî di mijara nûçegehanî û nivîskariyê de tespîtên
ku dike ji bo roja me ya îro jî derbasdar in. Bi taybetî dema
nirxandinên der barê 'Nivîskarên Peyk (uydu) de min xwendin,
yekser rewža îroyîn ya çapemenî û ragihandina Tirkikiyeyê hate
hižê min. Mirov dibêje belkî yekser çapameniya tirk rojane
dižopîne û di van rojan de ev nirxandin kirine. Mîna li jor di
gotinên zana û ramyarê ereb Îbnî Haldûn de jî tê giton, mirov
dema rewža çapameniya tirk dižopîne, tê digihîje ku tevî hemû
pêžketinên dîrokê, ew hêna di cihê xwe de dijimêrin. Belê bi
žekl û žemal, bi kincên li xwe dikin û amûrên bi kar tînin
mîna kesên hemdem xuya dikin. Lê belê têgihîžtina wan hêna ji
demên li beriyên Asya Navîn maye. Dede Korkutê çîrokvan ku di
dersên wêjaya tirkîtiyê de çîrokên wî yên her tirkekî mîna
efsaneyekê nîžan dide jî ji van rojnamevan û nivîskarên peyk
pêžketîtir bûn.
Tenê manžeta rojnameya Tercuman a doh
(30.04.2008) dikare vê rastiyê pižtrast bike. Bi manžeta xwe ya
"Nehižtin ku li ser serê žehîdan govendê bigirin. Helal be
ji bo te Sakarya!" nîžan da ku mîna gelek sazî û dezgehên
çapameniyê tenê û tenê ji nijatperestî û rijîna xwînê re
tercûmaniyê dike.
Di manžeta Tercumanê de mînaka ji
rêzê ya nijatperestiyê wiha cih girtiye: "Hin derdorên
çapameniyê ketin xefleta ku gelê hestiyar ê Sakaryayê ku li
hemberî hewldana xayîn a DTP'ê serî hilda, mîna tehrîkvan nîžan
bide. Li hemberî kesên ji bo terorîstan rêz girtin û marž
xwendin, malbatên žehîdan û ciwanên netewperwer û Ataturkvan li
pêžiya salonê civiyan û ževa DTP'ê protesto kirin. Di
tevlîheviya derket de kesek ji krîza dil mir."
Rojname di nûçeyê de bi hewldana
mafdar nîžandana lînc a nijatperestên hov, qažo tedbîrên
polîs, ležker û walîtiyê rastiya bûyerê nîžan dide. Bi
gotineke din Tercuman tercûmaniya nijadperestiyê dike. Ne tenê
tercûmanî, her wiha tetîkvaniyê jî dike.
Rojnameya Tercumanê bi manžeta xwe ya
mînak bi tenê ji hewldanên nijadperestiya çapameniya ku bûye
lingê bingehîn ê žerê taybet û qirêj û hewldana lînc a li
hemberî kurdên li DTP'a Sakaryayê diparêze, ne tenê diparêze,
pesnê wê dide. Ji xwe žik û guman tunebû ku ev êrîž ji aliyê
hêzên dewletê yên rantxwirên žer ve hatiye organîzekirin. Lê
belê rojnameya Tercumanê bi manžeta ta xwe, navnîžanê ažkere
dike û peyama ku hewldanên bi vî rengî mîna polîtikaya dewletê
wê bimežin jî ažkere dike.
Bûyera li Sakarya û hemû nîžaneyên
heyî didin xuyakirin ku polîtakaya lîncê ya ku dewletê heta niha
dema bêzar dibû serî lê dida, ji niha û pê ve dê mîna
polîtikayeke bingehîn werê mežandin. Dewlet dixwaze ku tola
têkçûna Zapê, berxwedana bi bandor a gerîla û serhildanên
Newrozê bi destê komên nijadperest yên heta niha di bin baskê
xwe de perwerde kirin û parastin hilde. Ev tev jî nîžaneyên ku
dewleta tirk êdî hewldanên xwe yên dawî li hemberî gelê kurd
bi kar tîne. Ji aliyê ležkerî û siyasî ve bi ser neket. Tevî
desteka hevkarên xwe yên navnetewî û herêmî jî bersivên tund
ji geliyê Zapê û qadên Newrozê girtin. Ji aliyê aborî ve
têkçûneke mezin heye. Tirkiye li ber teqîneke civakî ye. Di nava
dewletê de žerê desthiladariya ku pêžengiya wê ji aliyê
oldarên sexte yên AKP'ê û laîq- neteweperwerên sexte yên bi
pêžengiya CHP û artêžê tevdigerin, her diçe kûr dibe.
Polîtikaya lîncê polîtîkaya
dewletê û hikûmetê ye ku aliyên li ser desthiladariyê di nava
žer de ne bi hev re hêviyên xwe pê re girê dane. Hikûmeta AKP'ê
û Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan ji van êrîžên nijadperest di
dereceya yekemîn de berpirs in. Erdogan bi helwesta xwe a zirtepozî
ku di her derfetê de li hemberî DTP'ê nîžan dide da ku ji
ležkeran aferimekê bigire, berpirsê sereke yê vê yekê ye.
Hikûmet û dewleta ku hemû konsept û
planên wê ji aliyê tevgera azadiyê û gelê kurd ve bi
berxwedaneke bêhempa vala hatin derxistin mîna derfeta dawî hêviya
xwe bi polîtikaya "Vatan-Millet-Sakarya
(Nižtîman-Netewe-Sakarya)" yê ve girê daye. Ji bo vê yekê
jî ji Sakaryayê dest bi pêvajoyeke nû ya lîncê kirin. Bêgûman
konsepta berfirehkirina kaos û hawîra lîncê xetereyên mezin jî
dikare biafirîne. Hêza ku karibe rê li ber vê yekê bigire disa
jî gelê kurd ê rêxistinkirî ye. Pêwîst e ku li hemberî
polîtikaya, "Vatan-Millet-Sakarya"yê slogan û žîara
bingehîn a gelê kurd jî, "SERHILDAN-AZADÎ-ZAP" be.
This entry was posted on 01-05-2008 08:43. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 6 time. You can leave a comment.
Last update on 01-05-2008 08:43 Views: 84
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 84