Ji ber ku konseptên tunekirinê
yên sala 2007’an bi bexwedana giþtî ya Tevgera Azadiya
Kurdistanê, gelê kurd û gerîla neçûn
serî, êrîþên tunekerinê û
berxwedana li dijî wan yekser di sala 2008’an de jî
berdewam kir.
Bi destpêka meha Sibatê re,
liv û tevgera li Kurdistanê zêde dibe. Sibat di
dîroka nêz a Kurdistanê de bi Komploya Navneteweyî
ya di encamê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah
Ocalan dîl hate girtin, mîna meheke reþ mîna
rûpelê reþtirîn cihê xwe girt. Ev 9 sal in
kurd mehên sibatê di nava xemgînî û
hêrseke mezin a li dijî bêbextên sedsalê
de pêþwazî dikin. Bi taybetî di 15’ê
Sibatê salvegera dîlgirtina Ocalan ji bo kurdan roja þînê
ye.
Tevî konseptên tunekirinê
û hewldanên encamgirtina ji komploya li hemberî
gelê kurd tê meþandin, sibata îsal cihekî
girîngtir ji yên borî digire. Mirov dikare bêje
ku çalakiyên di vê sibatê de bên
lidarxistin, ji aliyekî ve wê werin wateya derxistina
asta bilind a pêngava êdî bes e, ji aliyê din
ve jî wê bibin starta bihar û havîna germ a
bi liv û tevger. 15’ê Sibatê, 8’ê Adarê,
Hefteya Qehremaniyê, 21'ê Adarê Cejna Neteweyî
ya Gelê Kurd Newroz, 4’ê Nîsanê roja ji
dayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku
li pey hev tên di aliyê çalakiyên girseyî
de jî liv û tevgereke mezin derdixe holê.
Hemû riyên aþtî û
azadiyê di çiyayên Kurdisanê re derbas dibin
Kurdên ku li dijî konseptên
tunekirinê di mehên dawî yên sala 2007'an de
di çerçoveya pêngava 'Êdî Bes e' de
mudaxeleyî pêvajoyê kirin bi destpêka sibatê
re bi pêþengiya DTP’ê çalakiyeke pîroz a
meþa ber bi çiyayên Kurdistanê ve didin
destpêkirin. Biryara DTP’ê ya bûyina mertalên
zindî û meþa ber bi Þirnexê ve, ji aliyê
gelê kurd û aþtîxwazên Tirkiyeyê ve bi
kêfxweþî hate pêþwazîkirin. Bi hefteya ne
ku amadekariyên meþê li bajar û navendan didomin.
Niha jî ji bo destpêkirina vê çalakiya pîroz
a bi navê 'Li Dijî Operasyonan Meþa Çareseriya
Demokratîk' êdî hesabê saetan ma.
Bi hezaran mirovên ku biryar dane
ji bo astengkirina kuþtinan û wêrankirina xwezayê
bedena xwe dikin mertal wê ji çiyayên Cûdî
û Gabarê peyamên aþtiyê bidin. Dayina peyama
aþtiyê ji Cûdî û Gabarê ji her alî
ve watedar e. Ji ber ku hemû riyên aþtiyê û
azadiyê tenê û tenê di çiyayên
Kurdistanê re derbas dibin.
Van çiyan ji Îskender û
Roma Reþ re serê xwe netewand
Çiyayên ku di tevahiya
dîrokê de li hemberî hemû dagirker û
zaliman bûne stargeha gelê kurd û sembola azadiyê,
ji Îskenderê Mekedonî, heta bi Dehaqê Zalim
yê asûrî, ji acem û moxolan heta bi Roma Reþ,
li hemberî tu hêzê serî netewandin.
Di þerê 30 salên dawî
de jî çirûska yekemîn a berxwedana ji bo
azadiyê ji çiyayên Kurdistanê pêket û
heta roja me, tevî hevkariyên bêbext, teknolojiya
herî pêþketî ya serdestên cîhanê,
çiyayên Kurdistanê bi hemû ezamet û
serbilandahiya xwe rawestiyan, radiwestin.
Ji ber vê yekê jî
biryara ji bo aþtiyê ber çiyayên Cûdî
û Gabarê ve meþîn û li wer aþkerekirina
deklerasyonên aþtiyê gava herî dicîh de ye.
Lêgerînên qaþo çareseriyan yên deveyî
riza û erêkirina çiyayên Kurdistanê wê
tu encaman bi xwe re neyîne. Ne peyman û lihevkirinên
li Enqereyê, ne yên li Tehran, Þam û Bexdayê,
ne jî li Bruksel û Washingtonê wê biencam
nebin. Ji xwe þervanên azadiyê ji ber ku li dijî
statûya van hêzan ku bi peymanên mîna Lozanê
li ser kurdan ferz kirin berê xwe dan çiyan. Ji nedîtîve
hatina vîna gelê kurd a li çiyan ji berdewamkirina
siyaseta înkar û tunekirinê pê de tune ye.
Çalakiya gelê kurd a ber bi çiyan ve jî
peyama vê yekê ye.
Meþa ber bi çiyan ve divê
bibe starta çalakiyên dema nû
Ji ber vê yekê jî
meþa ber bi çiyan ve pêwiste mîna çalakiyeke
bi serê xwe ya sembolîk neyê dîtin. Heke ji
destpêkê heta bi dawiyê ji rêkirinê
heta bi pêþwazîkirinê bi sedan çalakî
li dora vê meþê xelek bi xelek neyên lidarxistin
dê negihije armanca xwe.
Ya herî girîng jî ev
çalakiya pîroz mîna dawiya merheleya yekemîn
a 'Pêgava Êdî Bes e' û starta dema nû
ya merheleya duyemîn a pêngavê ku derkeve asteke
bilindir bê nirxandin.
Pêvajo gelekî nazik e, dek
û dolap, konsept û komplo li dar in. Li hemberî van
jî bilindkirina pêngava 'Êdî Bes e' ku di
nava xwe de ji parastina rewa heta bi serhildanên gel, ji
dîplomasiyê heta bi çalakiyên ciwan û
jinan hembêz dike pê de tu rê û rêbaz
tune ye. Ji ber vê yekê jî her mirovê kurd
pêwîst e bi þîra 'HEMÛ RIYÊN AÞTÎ
Û AZADIYÊ DI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ RE
DERBAS DIBIN' bi hemû hêza xwe beþdarî meþa ber
bi çiyan ve û çalakiyên mîna xelekê
li dora vê bên lidarxistin bibe. Her wiha ji bo bihar û
havîna germ a ku tenê bi berxwedana gelê kurd
dikare serkeftinê bîne re amade be.
abdulazî
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 02-02-2008 08:33. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 22 time. You can leave a comment.
Last update on 02-02-2008 08:33 Views: 431
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 431