Hunerek e; ku hinên ‘qurûþ
neyî’ êvarî feqîr feqîr serê
xwe datînin ser balgehê, siharî radibin ku bi
çewalan xwedî-pere ne.
Pere…yên ku her dergehî
vedikin, dilê her kesî dibijînin xwe.
Pere…peyva ku Napolyon sêbare
kiriye.
Pere…ez bi yê xwe, tu bi yê
xwe!
Ez ê di vê biwar û
bazarê de mîna’roviyê ku dev negihiþtibû
tirî’ nekim:
Pere ne tirþ in, ne tahl in… hebin
nebin, ji hingiv þîrîntir in!
Lê ka…!?
Ne ji bav û kalan bi me ma û
em bûn mîratxur, ne jî me bidest xist, peyda kir!
Hûn ê bibêjin qey ez
nebeziyam? Têra xwe… heta ji q..na min hat, heta ku ez
westiyam; ango ji tajiyekî pirtir!
Jixwe piþtî girtina 53 rojên
xitm ê desteseriyê û çend heyvên etal
û betaliyê… ku min dît hevalên min ê
ku me bi hev re berê xwe dabû ‘rizgariya’ welatekî;
2 hezar wereqeyên salên 80’yî weke alîkarî
dane malbatê; keribîm, tengijîm, bûm mîna
dupiþkê ku bi xwe vede.
Min nikarîbû bi xwe vede,
lê min destê xwe gez kir û min ev got di ber xwe
de:
’Tu ne bênamûs bî,
tu yê bibî xwedî pere!’
Pere…yên ku her dergehî
vedikin, dilê her kesî dibijînin xwe.
Pere…peyva ku Napolyon sêbare
kiriye.
Pere…ez bi yê xwe, tu bi yê
xwe!
Pêþiyên ji hêla aqil
de behremend û dewlemend, piþtî hizîrîn û
ramîn û tefekureke kûr, ev gotin, ev gotina ku bûye
mal û milkê wan û niha jî di binê dest
û teserûfa me de ye, ‘ku te girt bermede, ku te berda
bi dû mekeve’, bo min û hinên mîna min, ku
awere awere dane û didin dû qûna pereyan gotine!
Lê min sonda asê xwar û
di pey re tobe kir û ji dû qûna wan vegeriyam!
Kengî?
Wê hingê, hinga ku min
xaniyek û teksiyeke ‘sifir’ li ser qûna ‘dostekî’
‘welatperwer’ kir!
Ez jîrikê nivîsê
û bêaqilê bazar û bazirganiyê û
bahlûleyê Xwedê, dereng bi ‘welatpereperwerên’
di ber re ber re pereperwer, jinperwer û xweperweran hesiyam.
Dereng pê hesiyam ku’ bela
meriv ji ber piyên meriv’ e.
Ne hewceyî zêdekirinê
ye, pêþiyan gotine; ‘heta me xwe nas kir, me emir xelas
kir!’
Li vir, hey ku hatiye bîra min,
çîrokekê, çîrokeke ji emirê
bavûkalan kevnetir, mijar dirav û pere ji we re vebêjim:
Dibêjin du dostên hevdu
hebûne. Du dostên ku malê wan yek, namûsa wan
yek…
Ji biratiya birayên ji dê û
bavekî jî wir ve tir e dostayiya wan. Ev herdu piþtî
ku dizewicin û dibin xwedî mal û eyal, þeytan dibe
navbeynciyê wan. Mîna ku hinekan devgirêdanek ji
wan re çêkiribe, yek dibe reþê yê din! Serê
we neêþînim; dijminahiya wan ev çend li dilê
wan dide …li kuþtina hev digerin! Rojekê peyayên yekî
fersendê li ‘dijminê’ axayê xwe tînin, wî
zeft dikin, destgirêdayî derdixin huzûrê.
Axayê ku li ezmanan li dostê xwe digere li erdê
dibîne; fermanê dide ku nav polên wî bikolin,
mûman têxinê û vêxin. Xulamên wî
jî wiha dikin. Mêrik kursiyê dikiþîne bin
xwe, li pêþberî kevnedostê xwe rûdine, ling
diavêje ser ling… û bi tinazî jê dipirse:
- Birako… kêlî ji vê
kêliyê tengtir?
Mêrikê ku dohnê mûman
kizîn daye cerg û hinavan, dide xwe, bi dengekî li
ber xwe ketî ‘heye bira heye’, dibêje.
Yê rûniþtî ecêbmayî,
bi xulqekî teng bi ser de hildibe:
- Çawa law… kêliya ji
vê kêliyê tengtir heye?!
Mirovê ku li hemberî dostê
xwe yê kevn Îsakî girêdayî:
- Rojekê tu li min biqesidiya;
cil tunebûya min bixista bin te, nan tunebûya min
danîbûya ber te; min li jina xwe jina min li min bineriya
… ew kêlî law, ew kêlî! dibêje û
serê wî bi ser piyên wî de dixile!
Mêrikê li ser kursiyê
pê li ser pêyê din sar dibe, sor dibe, nema kare
rabe ser xwe. Hew vê hevokê dubare dike:
- Min çi kir, min çi kir
bi vî dostê nestêle?
Kî zane… peyva ‘ya ku dost
dike, dijmin nake’ dibe ku ji wê bûyerê derketibe
û gihabe me.
Yê min jî dost bû.
Dostekî ‘welatperwer’.!
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 04-04-2008 14:00. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 11 time. You can leave a comment.
Last update on 04-04-2008 14:00 Views: 158
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 158