Li ser rûyê dinyayê
tiþtekî ku tiþtekî nexwe, heye?
Tiþtin tiþtinan dixwe, tiþtin ji
tiþtina dadixwe!
Mesele þêr… ku birçî
dibe çavên xwe li xezalekê digerîne.
Mar ku tiþtekî dabeliîne
nebîne, dadibeliþe axê!
Lê baz? Ew balinde, ew dirinde..?
Ku birçî dibe, bi pençên xwe re nikilê
xwe jî di mêlaka kevokê de kuh nake?
Ne me got, tiþtek ji tiþtekî
dixwe, tiþtin ji tiþtinan dadixwin.
Weke ku dibêjin, law ji bav
dadixwe, bav ji jinê, jin jî ji zarokê…
Xelekên vê zincîra
‘dadixwer’ û ‘dadixwêniyê’ ku em dirêj
bikin dê li newqa dinyayê bê hev!
Ya baþ, bêyî destêwerdanên
‘hewdelî’, em dagerin ser xurekiya rovî:
Hestîkojiya sêyî li
hêlekê, roviyê bi dekûdolab û fenek ku
birçî dibe, xwe nêzîkî gundan dike, da
ji pînekê bi mirîþkekê xwe biezimîne.
Di vî zamanê ku miriþkên
‘zîraetê’ hatine du qurûþ û nîvan,
goþtê mirîþka gundan?
Ez bibêjim… rovî ye,
birçî ye, mirîþk heqê wî ye!
Her birçî -yên
zikbirçî, ne yên çavbirçî- ji
mafê wî/wê ye ku zikê xwe têr bike!
Jixwe, pêþiyên aqilmend
gotine, ‘pêþî têrî bi dû re þêrî’.
Li gorî ku feraseta min ev e jî,
ji tevahiya tiþt û miþtên li ser rûyê erdê
ku tiþtekî dixwin, û bi dû re ax wan dixwe, ji
lawirbûneweran keftar bi xurekiya xwe min aciz dike.
Ku hûnê xwe li pirsê
xweþ bikin û bi bêjin ‘çima?’ez ê jî
bibêjim bo ku dide pey þêr û çavên
xwe berdide nêçîra ji ber mayî!
Pêþiyan negotibin jî bila
peyva min be: bimîne ji ber þêr dibe para keftêr!
Maþelle… rizqê van keftaran
çiqasî pir e?
Keftarin hene di vê civakê
de, hema çi têkeve ber wan; laþ, kelaþ, post, eyar…
bi ser çi vebin, pêþî têr têr dixwin
û yê mayî jî bi dû xwe de dixirxirînin
û dikiþînin geha xwe.
Ji lewre bêhneke pîs û
nicis ji kuna keftaran difûre.
Û weke ku hûn jî
dizanin keftar bi tena serê xwe najîn, kerî kerî
ne.
Carinan bi pirbûna xwe li gehê,
carinan jî cih li þêr teng dikin!
Carinan dikin ku þêr dev ji
nêçîra kirî berde û nêçîrê
ji wan re bihêle.
Erê, ne mîna geneka bi qûna
çêlekê ve ne; lê ji dû þêran
naqetin, þêr bi ku ve biçin mîna boça wan
li dû wan, geh diranê xwe yên bêmerês
qiç dikin, geh jî ji dû þêr quna quna
dibin.
Þêrê reben her ku pejna
wan li nêzî xwe bike, bike ‘irrrîn’û wan
hebekî ji xwe dûr bixe jî, heta ku þêr
nêçîrê neke, deynnekir in, milayîm in;
lê ku þêr nêçîr da erdê, hema
tu yê bibînî ku mîna wawîkên
dehlan, li ser serê þêr û nêçîrê
bûn teyrên bereta!
Lê nizanim çima van
pêþiyan gotiye, ‘keftarî çak e, tu tûrê
kevir di serî rake, deyn nake, tu tiliyan di boçê
rake deyn nake’?
Gelo, ji bo ku wî ji gehê
derxin wisa gotine?
Diramim û tena tena dimeþim.
Li kolana bi nav û deng, û
‘newqteng’ û bê ‘navteng’ pakêtekê
dikirim da derengî þevê dernekevim parsa çixareyê!
Piþtî geryaneke li vê
kolanê li wê kolanê, li Ofîsa dilê vî
bajarî destê vê êvara ku dest bi merivan ve
nahêle ji sermayê, ku çavên min bi garenek
‘keftar’ dikeve, þêrên ku niha ji birçina ,
li vî çiyayî li wî çiyayî zikê
xwe difirkînin û hêviyê dikin balgeh û
serê xwe datînin ser kuçekî, dikevin bîra
min!
‘Bîr’a min gotineke pêþiyan
dixe bîra min:
Yê ku neçe þer þêr
e!
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 08-02-2008 08:03. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 14 time. You can leave a comment.
Last update on 08-02-2008 08:03 Views: 311
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 311