Yildiz Gultekîn
Tu yê ji me hez bikî& | Tu yê ji me hez bikî& |
|
|
Carinan du çavên di kerînekên xwe de du dinya!
Carinan jî… biþirînek, bi lêvên reng-Seydakûj: erxewanî…
Carinan jî bejn û balek, husn û cemalek, meþeke ordek ordek, qitikî…
Yan jî bi gotina gelerî, ‘ya Rebî ne bixwim ne vexwim, hema ji xwe re li wê binêrim.
Min jî carekê nerî, û çavên min bi wê nerînê re mîna ku ava reþ bi wan de were xwarê nema keseke din dîtin!
Dîtin ew dîtin…
Pêþiyên min ên aqilmend û dilmend belasebeb negotibûn, ‘çav dibîne, dil dihewîne’!
Jixwe ku te dît û te hewand, û te deriyê dil vekir û te ew ezimand, êdî tu hêz nikare wê/wî biqewirîne?
Evîna herî dilêr, dildariya herî aþkera û wêrekane -ya þerkerên azadiyê li hêlekê- bi taybet dildariya jinê ye di stran û çîrokên gelerî/xelkê de xwediyê cihekî girîng.
Mînak; strana Besnayê…
Ciwanikê, eyan beyan mêrê xwe yê kal red dike, û doz û dawê dike ku dildarê wê Hesênê Mala Mûsa, ji êvarî heta destê ferecê têkeve ser can û cesêdê wê, û wê biqulipîne vi alî, wî alî…
Ya strana Delal? Ya ku Aramê Tigran dibêje û bi gotina xwe re mirov dihelîne:
De hey lo, lo delal…
Xanima ku gazî delalê ber dilê xwe dike, ji hêlekê de sîngûberê xwe yên altûzî pêþkêþî wî dike, li rexê din amade ye ku ‘rûnê himisa’ li ser nanê delaliyê malê bike, tew… beranê sorî nizanim çawa jî bi gorî serê wî bike!
Evîn e…
Evîn xwedayîn e.
Evîn xwepêþkêþkirin e.
Evîn fermkirin û destûrdayîna talankirina milk û dil û bedênê ye…
Yan jî kurt kurmancî, mîna sifreyekê xwe raxistin e ji hev re, ‘bêhna xwe li hev deranîn’ e, ku me jî wêriya û em rabûm di ‘Eroûtîka’yê de me got:
heçî eþq e b’ tahb û sahb e
jankêþiyek e, weyyy gidî!
mîna min te jî dil dabe,
biborê, tu ê xwe jî bidî!(1)
Ne ‘xwedayîn’ bûya evîn, çi îþê Þêxê Sen’anî hebû li devê deriyê Qeranê Darayê, ku Feqiyê Teyran, heyran heyran 313 çarîn li dû radûna bûyera Þexê ‘diltenik’ yek li dû yekê rêz kir:
… … …
Qameta sekran û mestan
Horiya lu’lu di destan
Birme dêra xaçperestan
Xelweya xumxane tê (2)
Xelweya xumxane…?
Hez ayîn e!
Þaxê ku pênç sed mirîd li dû, piþtî nezerekê, yanî bi çavên serê xwe dîtina qîzê, dide dû qîza qeran û qîma xwe tîne ku bo xatirê ‘horiya lu’lu di destan’ heft salan gavantiya berezan (3) bike.
Weeeyyy li min dilrebenî…
Ez jî dibêjim þa’ir im!
Bala we kiþandibe, ne bi tenê di þiîra klasîk de, her wiha di ya gelêrî de jî evîn, dildarî pîrozwer e, û bi stran û çîrokên berdest ji hêla gel/xelkê ve hatiye ‘teqdîskirin’!
Li gorî pirtûka dawî ya pîroz Xweda erþ û ferþ bo Mihemed Mistefa afirandibe jî; dinya bi çavên evîndaran xweþiktir e.
Dinya di hembêza evîndaran de hêdî hêdî, bi hêminî digere!
Dinya bi hezê xweþîktir dibe.
Hez ruhê jiyan û jiyînê ye.
Hez keskesora xwezayê ye.
Hez hêz e, hêz hez e; ku seydayê min û kalê min Cegerxwîn rabûye gotiye:
Canan taleb in hin ji boyê can
Hin cantaleb in ji boyê canan
Hin wesleheb in ji rengê Tajdîn
Hin derdeguzîn wekî Mem û Zîn…(4)
Piþtî ku seydayê min û kalê min evînê wisa ji hev tîþ dike/vediqetîne, mîna ku bibêje ‘binêrin binêrin, nebe nebe hûn bixapin’, wan malikên li jêr bi ser ve zêde dike:
Aþik û bulhewes cuda ne
Hin faîdexwaz û hin fîda ne.(5)
Faîdexwaz û fîdakar/xwegorîker?
Du tiþtên bi qasî serî û binê dinyayê ji hev dûr in!
Ya ne dûr, ya ku em her roj lê diwarqilin, û di ber de ev dused sal in bi çiyan dikevin, tevdilivin û diqilqilin, heza welatekî ye…
Bi min heza herî mezin î gewre…û ev çend bi heval û hogir û þirîk, bêþik ev hez e ku xort û qîzên avirkêr, dildilêr û evîndar weke Leyla û Mecnûn bi çol û çiyan dixe!
Ji welatekî hezkirin gelek caran mirin e, pirî caran surgûn e, carinan jî bi salan pala xwe dayîna hîmekî ye; tik û tenê di nava çar dîwarên rûsar û sik î sar de…
Mirovekî/a ku karibe heza welatekî di dilê xwe de bihewîne, bihimîne, bijîne… dikare hemû hezên heyî têxe genciniya hezê, yanî dil!
Û dil têrî çi nake?
Me dilê xwe da te, welat!
Me xwîna xwe da te, me canê xwe!
Umrê xwe me da te welat, me umrê xwe!
Tu yê jî ji me hez bikî welat, tu yê jî!
1 - Erotîka, A. Arî, Wþ. Lîs
2 - Feqiyê Teyran, Ey ave Av/Þexê Sen’anî, Wþ. Ens. Kurdî ya Stenbolê
3 - Ji Çiroka gelêrî ya ku di nava gel de dihat gotin, li herêma Merdînê
4 û 5 - Mem û Zîn, Ehmedê Xanî
Têbinî: Spas ji nûçeya Diyarnameyê, ‘Cezaya çêkirina gornekê15 meh ceza ye’ re, ku bû sedemê vê nivîsê binivîsim!
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
Users' Comments (0) |
|
| Only registered users can comment an article. Please login or register. |
No comment posted
| Jêr; A beriya wê | A piþtî wê jor; |
|---|
![]() |
| Edîtor |
![]() |
| Cemîl Bayik |
![]() |
| Yildiz Gultekîn |
![]() |
| Adil Zozanî |
![]() |
| Ahmet Dere |
![]() |
| Azîz Ogur |
![]() |
| Burhan Erdem |
![]() |
| Ehmedê Huseynî |
![]() |
| Hemîd Dilbahar |
![]() |
| Hevî Berwarî |
![]() |
| Musa Anter |
![]() |
| Îrfan Babaoglu |
![]() |
| Kakþar Oremar |
![]() |
| Luqman Guldive |
![]() |
| Mem Mîrxan |
![]() |
| Mizgîn Bîngol |
![]() |
| Necîbe Qeredaxî |
![]() |
| Omer Dilsoz |
![]() |
| Rênas Jiyan |
![]() |
| Taha Xelîl |
![]() |
| Xelîl Xemgîn |
![]() |
| Rêþad Sorgul |
![]() |
| Yaqob Tilermenî |
![]() |
| Cemal Þerîk |
![]() |
| Mizgîn Aydin |
![]() |
| Rizoyê Xerzî |
Views: 117