Zivistan bi hemû rûspîtiya
xwe mînanî hîzarekî çîk spî
axa Xwedê nûxumandiye. Li hin deran, berfa ku þax û
guliyên daraberûyan bi ser bejna wan î qut î
qalind de xûz kiriye, diþibe piþtî balavekê li
ser sênca baxçeyekî raxistina kirasên spî
yê jinên mal maqûlan; welê bi rêk û
pêk, diraxe, û wisa bi þaxan ve nazenîn.
Jiyan bexþîneke bi ezab e…
Li der, di vê sir-seqema ku dest
û piyan bi meriv ve dike rêsî, refeke reþêleyan
weke dixana lûleya sobeyeke nû vêxistî geh bi
jor de hilor dibe, geh weke kulmeke axa reþ dirijin erdê.
Ev refê reþêlê
-gelek kes ji wan re dibêjin çivîkên berfê-
diþibin feqîr û belengazên ji qewmê min. Ew
jî weke kesên hemxwîn û hemzimanê ji
qewmê min li reþehiyekê digerin; da li ser deynin, têr
bixwin...û bi ewleyî bisanisin...
Xwedayê min, Tu xefûr û
rehîm î.
Yê dike ku baz hêlina xwe
li serê lûtkeya herî bilind a çiyayekî
çêbike, dikarê dilên qewmîtiyê,
biratiyê, yekitiyê biniqutîne dilê qewmekî
jî.
Ya Rebbî! ji Te û rêberiya
Te pê ve, çiyê me heye?
Tu Xwedayê me yî. Û
Tu jî zanî, Tu jî zanî ku ev qewmê di
riya Te de rêwî, weke hemû qewman hêjayî
serxwebûn û azadiyê ye.
Em ji Te ne xafil in.
*Beþek ji xebata min a bi navê
‘Rojnûska Serhildana Þêx’.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 30-03-2008 09:45. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 12 time. You can leave a comment.
Last update on 30-03-2008 09:45 Views: 150
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 150