Qirþ û qalê ji ber dêrana bayê
payizê filtî-filtî filîtî ne…
Li ser bêndera civakî binê bêndereke
waweylê, rista ewil û axir a strana ‘dêranê li min dêranê’
ne! Û jixwe jiyanê ew dêrandine, hêrandine, gerandine… û di
vir ve derxistine…
Ketûber hemû ji emrê xwe navsere,
hema hema ‘rihspî’ ne!
Ji dermanê çavên kul re, yekî 20
salî tuyê nebînî di nava wan de, û jixwe nîn e!
Hebe jî yekine yek liba; ya kurekî
wan e, yan jî xwarziyekî wan î delalî û nestêle, egîd û
þêrgeleyê ku sexî nakin gulekê pê biçinin e!
Û… her ew in li vî alî li wî alî
mîna ‘komika sêwiyan’:
Du, sê, çar… herî zêde heft!
Li vê çayxaneyê, li ber hêtê vê
avahiyê, li serê vê kolanê, li ber derê vî beqalî… di destên
wan de tizbehên xweþlib î serî bi gulikên zivî, di devê wan de
qajikê her dem:
-- Ev welat xera kirin!
-- Kê heyran?
-- Ma qey tu nizanî.. wisa xwe
dixeþimînî?
-- Heyran… ez ne hevalê xerakeran
im!
-- … … …?
Yên wisa gazinok û pitpitok, carinan
wisa qur e, wisa bi qapan û difre ne; mîna ku kursiyek avêtibin
ser serê dinyayê û hilkiþiyabin ser û pê avêtibin ser pê, tu
bi çavê kirînê li wan mêyzênê, tu yê bibêjî ‘hasila ku
digihe Mûsil’ê’ tev ya wan e!
Hal ew hal, agir bi çiyê bikevê
qirþekî wan î ku biþewitê tê de nîn e!
Min çavên xwe vekirin venekirin, li
gorî xwediyên ‘hasila ku digihê Mûsil’(!) ev welat her xirbe,
xerabe, xirbende ye!
Û hinin li hêviya hinan in, -weke ku
demekê kurdên Swêdê li hêviya Godot’ê xwe bûn, da bilêta
wan bê birîn û vegerin welatê xwe, niha jî qismek bakûrî
ketine xewlaneya bendemayînê- ku bên li gorî dil û mil û cilê
wan ji wan re vî welatî rizgar bikin, þên bikin, ava bikin û
bibêjin ha ji we re hêjayino, hêjayinê li ser vê axê mîna
dayikek mêlakperitî bi xwezî û hesreta welatekî, hûn sed xêrî
jê bibînin!…
-- Kî ne ev?
-- Þêrên neçûyê þer!.
-- Kî ne ew?
-- Agir berdayê kayê, xwe dayiyê ber
bayê!
-- Kî ne ew?
-- Yê ku çûn erþ, geriyan geriyan
dîsa vegeriyan ser ferþ!
-- Kî ne ew?
-- Yên ku dibêjin dibêjin, lê bi
qasî agirê çixareyekê jî napêjin…
-- Yanî...?
-- Yanî… kû kûkû kû… kû kûkû
kû!
Kundokek hebû li ser serê tuya Þêx
Selman*. Hema ku reþ diket erdê, vî kundê ziyaretê, heta ku
biqerimiya, heta ku ji hawhaw de biketa, dest bi strana xwe ya her
þêv dikir:
-- Kû kûkû kû, kû kûkû kû..!
Ez zarokekî naþî bûm wan wextan. Ji
gund hê nû hatî kawik, xavik… û bê dest û bê pepik!
Her ku vî kundî dest bi strana xwe ya
þêvê dikir, tirsa dilê min radibû zikrê, dilê min li def û
erbaneyê dixist, û min di nava wê tofana tirsê de, nikaribû
bibêjim ev çi deng e, hema min lihêf dikiþand ser serê xwe, û
min xwe di xew re dibir, heta ku þevekê diya min bi tirsa min
hesiya û bi hewara min ve giha:
-- Kundok e, kurê min… kundokê Þêx
Selman e… metirse…
Þêx Selman?
Ziyareta ku mirovan pê sond dixwar in
û jê ditirsiyan ku dê bi wan vede!
Mêzinên mezin jê dipelikandin, ez ê
çawa netirsiyama ji kundokê Þêx Selman?
Min çivîk nas dikirin, min navê
bilbil û þalûlan bihistibû, digotin kevokên berî jî hene; lê
yê kund hê nû li ferhenga zarokatiya min zêde dibû.
Diya min di vê navê re gotibû,
‘heyvanekî ker û lal e, li xirbe û kavilan dijî kurê min,
dibêjin heywanekî bêyom e’!
Bi yom, bê yom; nizanim ne bi ser
pepûktiya zindiyan de dixwend vî kundî, ne li dû rebeniya
miriyan!
Lê rojek hat, hinkî ku bajar bi yên
mîna me ji cih û warên miþextbûyî mal bi mal xiþn bû û tar
bi tar veziliya û serê malan ji hêlekê de gihiþt Girkê
Mohriz**, li hêla din xwe li rexên riya Merdînê da… di nava
Mezelê Þêx Selman de cihê miriyekî jî nema; Nisêbîniyan berê
darbesta miriyên xwe dan Mezelê Hecacan.***
Kundêkê Þêx Selman mîna ku zanibû
zindiyên ji duh de mirî êdî wê bi çûn û hatina nava mezel
miriyên ku di mezel de ‘ketine xewa þîrîn’ aciz nekin, ‘kû
kûkû kû’ya’ ku bi êvarê re dida destê reþahiya þevê û
bi hewaya hênik î sivik î havînî re bi ser serê bajêr de
didêrand, betal kir!
Lê… kundên li qorzî û qawêrên
kafe û çayxeneyên wî bajarî?
Her cara ku ‘kû kûkû kû’ya’
wan dibihîzim, kundokê Þex Selman tê bîra min!
* Þêx Selman: Ziyaretgeh û
kevnegoristaneke Nisêbînê.
** Girê Mohriz/Aþê Mohriz: Gireke li
Nisêbînê, ku di wextekî de aþek lê hebû.
*** Mezelê Hecacan: Li gorî rîwayetê,
mezelê/qebristana çil heciyê ku di vegera ji hecê de dimirin.
Niha Qebristana Bajêr e.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 09-05-2008 08:43 . You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 2 time. You can leave a comment.
Last update on 09-05-2008 08:43 Views: 48
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 48