• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
16
gulan
Mal arrow Yildiz Gultekîn arrow Ji klasîkiyê ber bi futurîstiyê ve Reþîdê Kurd
Ji klasîkiyê ber bi futurîstiyê ve Reþîdê Kurd Binivîse E-posta
 
Bi qandî Nazim bi salan di heps û zîndanan de þev nespartibin destê rojê jî, Reþîdê Kurd ji Nazim bêhtir ketiye hepsê û derketiye.

Jixwe hê li welêt di dema girtina dawî de ku pêdihese wê wî daliqînin, ji Hepsa Dêrikê direve(1) weke gelekên berî xwe, dibêje ‘lingo bi qurbano’ û berê xwe dide Binxetê!

Binxet wê demê di bin dagirkeriya Fransewiyan de ye.

Reþîdê ku di 1940’î de pê li axa Binxetê dike (2)(3) piþtî salên miþt girtin û berdan, û azarkêþiyeke giran di hepsa bi nav û deng ya ku li tevî Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can û gelek ronakbîrên kurd lê bûne mêvan, Hepsa Mezê de dest bi helbestkariyê dike.(4)

Weke Qedrî Can, ristên bêrîker û xerîbder nexuyin û em li hesretkêþiyeke kambax rast neyên jî di helbesta Reþîdê Kurd de, dema ku nexweþiya bêderman lê giran dibe, peyvên ku ji hevsera xwe re dibêje, ‘Hîn gelek karên ko min bikirana hebûn, min hîn ew bi ser ve neanîne, diviyabû ez niha nemirimaya. Heger ez vegeriyama Dêrikê û min ew baxçe bidîtina ko min ew ji mêj ve nedîtine, bila mirin wê gavê bi xêr bihataya’ (5) têrî me dike bê Rêþîdê Kurd çendî bêriya axa xwe, warê ku dest û pêyên wî jê hatiye birîn, Roþata Derika Çiyayê Mazî, kiriye…

Di biwarê têkilî û danûstandinên herdu Derikî’yan de em bê agah bin jî, Qedrî Can hest û hesretê li peyvan bar dike, bi ristên têrbêrî mîna ku bi xweziya dilê Reþîdê Kurd bizanibe, me bi bêrî, hesret û arezûya dîtina warê bav û kalan dihesîne:

 

Dêrika Çiyayê Mazî

Welatê bav û kal e

Lê sed hawar û gazî

Jê dûr ketim çend sal e

 

Ez li wê hatim dinê

Wê dergûþê, hejandim

Heywax hey mala minê

Dijminan, jê revandim

 

Perçake ji buhiþtê

Besreka Zêrîn welat

Îro dest nagehiþtê

Ax û keser ji dil hat

 

Bax û baxçe bê hejmar

Cî bi cî mêrg û zevî

Li her derê, avên sar

Ji kaniya tê dizî

 

Xwezî vê carê jî min

Serê Xabê bidîta

Bila ruhstîn canê min

Hingê ji xwe re bistanda(6)

Ya ku þaîr bi saxî dikuje yek jê fîraqa ji yarê be, ya din dûrbûna ji pêçeka zarokatiyê ji axa wî ye!

Reþîdê Kurd, kêm zêde bi qasî nifþê ciwan û yê navserê yê dema xwe çepgir e, ji dil û can bawermendekî bîrdoza ‘bihuþta lal’, rêwiyekî li ser rêça ‘sewra sor’ e, ku Xoþewîst Enwer Karahan di nivîsa xwe de dibêje ‘Di helbestên wî de jî hêlên wî yê fikrî bi pêþ de ne’.(7)

Salên ku Reþîdê Kurd ji cergê safî baweriya xwe bi ‘iþtirakiyetê’ tîne, çepgirên Sûrî yên ereb bi piþtgiriya Partiya Bolþewîk dîtina ‘xewna’ pevrejiyîneke bi rûmet, azad û serbixwe weke wahdekê berpêþî kurdên li ser Kudistanekê cegerperitî yên li Binxetê, dikin.

Yek ji van kurdan jî Reþîdê Kurd e.

Em þopên jovaniya ji vê bîrdozê di helbestên Reþîdê Kurd de nebînin jî, rexne û gilî û gazincên di ristan de, navên ku di rist û bendên helbestên li dû xwe hiþtine de bi cih kirine, þanî me dide ku Reþît xwe wekî yekî ‘xapandî’dibîne!

Rê dibirin li kerwên     

Ser jê dikin ew serwên

Bi wan pîjk û finêsan

Nahêlin ku bi hêsan

Bê derengî bi çaxê

Kerwan bigihe qonaxê(8)

Kerwanê ku Reþîdê Kurd jî di navê de berê wê li ser rêka ‘biratiya gelan’, ‘yekitiya gelen bindest’,’ hevkariya karker û gundiyan cihanê’ ye mixabin negihe qonaxê; li herêmê, li rawestgeha bîrdoza nijadperest a Baasiyan radiweste, û nema dilive!

Ev bêlivî, Reþîdê cegerdar bê hêvî nake, di Hepsa Mezê de bi helbesta xwe ya bi navê ‘Kerwan’(9) ku heft kîteyî ye, Reþîdê Kurd bi zimanekî rewan û sivik, ristine qayim û tebût, dewlemendiyeke serwayî, bi wezneke xweþteql û bi hosteyiyeke zorciwan þanî me dide, ku serdestê ziman e, serwextê helbesta klasîk e.

Reþîdê Kurd ku di helbesta klasîk de wezna herî zahmet, heft kîteyiyê hildibijêre, wisa dixuye ku bi bayê ‘biratiya gelan’ re sura futurîzmê jî gihiþtiye beriya Binxetê, ku Reþîdê Kurd di bin karteka ‘kurê þoreþê’ serkêþê fûtûrîstên Rûs Mayakovskî, helbesta bi navê ‘Basên Beyrûdê’ lê dike:

Zivirîn çerx

Bas liviya

Dolab geriya

Gêr bû bas

Bas firiya…

 

Wek colek berx

Rêwî

Bi ser hev de bûne kerx…

Hin rûniþtin, hin ji piya

Bi çeng ve daliqîn

Qor qor sik sikîn

Pev zeliqîn…

 

--Nere bas!

--Here bas!

Þofêr

Zirezop

Çav li serî bûne tas!

...

...

Bi giþtî deh peya

Rûniþtî…

Ên mayî

Tev ji piya

Bi çenga ve daliqîn

Qorqor sik sîkin

Pev zeliqin…

- Nere bas!

- Here bas

Þofêr

Çav lê bûne tas …

- Hop!

Berdestî mîna top

…….

…….

-Here bas !

Gêr bû bas

Kilek li pêþ

Du kil li paþ….

Hejiyan bîst û neh laþ…(9)

 

Di helbesta kurdî de bi helbesta Reþîdê Kurd re em bi ser helbesta kurdî ya fûtûrîst vedibin. Du sê mînak bin jî, weke ‘Basên Beyrûdê’,’Bersiv’ helbesta Reþîdê Kurd di gel ku þopên helbesta klasik vedihewînin û dihûndirînin, helbestên ku me navên wan li jor bi bîr xistin, weke nîmûneyên destpêk yên þêwefûtûrîstiya helbesta kurdî divê bên dîtin:

 

Þing…þinggg…

Þirringgg

Vebû derî

Yekî soterî

Bi dijûn û guregur

Bi yek lotê ket hundir….(10)

Bi hêvî û daxwaza ku her helbestkar û nivîskarê kurd, vekolînerên zana û bêhnfireh jiyana wan a taybetî û hunerî, huner û zimanê wan, têgîn û afirîneriya wan a wêjeyî û berhemên wan yek bi yek vekolînin û bireqifînin refikên Kitêbxaneya Kurdî…

 

1,2,4,5- Nefel, Nivîsa Enwer Karahan

3,4- Diyarname, Nivîsa Cemîl Oguz

6- Qedrî Can

7- Nefel,Nivîsa Enwer Karahan

8- Ez, Reþîdê Kurd,Wþ.Avesta

9- Kerwan,hem navê helbesteke Reþîdê Kurd e,hem jî navê dîwana wî ya li Swedê çap bûye ye.

10- Ez, Reþîdê Kurd, Weþanên Avesta.


01-02-2008 08:27 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 01-02-2008 08:27. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 17 time. You can leave a comment. Last update on 01-02-2008 08:27
Views: 280    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;