• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Īn
16
gulan
Ev gelī Binivīse E-posta
 
ev gelî*

dem spî, aso spî, ba guzan

ev gelî Geliyê Zîlan

di çend kêjan werbûm û rabûm

tev de tev de 29 bûm

navekî min bû žikestin, navê din bû serhildan!


ev gelî Geliyê Zîlan

waqanûs binûs, dîrok binûs

li vî gelî xwîna kê bû hibra fermanan?

Dibêjin pižtî žikestina serhildana Dêrsimê, xwîna kurdên ku bi destê hêzên dewletê li berpalên çiyayê Tûjik, Hesin û Munzur hate rijandin, kiriye ku Çemê Munzur žev û rojekê sor sor biherike!

Ji wan tê, û bi aqilê min dikeve!

Lewre, yên ku berî bi bîst salekî ji wexta serhildanê, milyonek û nîv ermen ji cih û warên wan bi dûr xistibin, û kiribin ku pirên wan telef bibin di rê û rêçan de, dikarin bikin ku çem jî sor biherikin, û teht jî dev li tiliyê xwe bikin!

‘Ciwanmêran’ jixwe çavsor bûn; bi baweriya min di dema ‘žerê rizgariyê de’ biratî, alîkarî û pižtgiriya kurdan kir ku tirk çavsortir bibin.

Duh salvegera 93’yemîn ya Cenga Çeneqaleyê bû!

Hûr û gir xir-kuflet, dewlet û hikûmet li Çeneqaleyê bû!

Ev nod û sê salweger in, ku her sal her wesfê xwe didin, bahs û qala mêrxasiya xwe dikin, lehengiya xwe vedibêjin, rûmetê didin xwe, nabêjin îbadilah hat bi hawara me ve, û her ew xwe xwe ‘destanên lehengiyê’ dinivîsin û dibêjin!

Žairê wan ê mêzin Nazim bi xwe ma hemû tižt; rûmet, žan, žeref… nekiriye dawa Memet?

‘Memetçîk Memet

Memetçîk Memet’!**

piçek merhamet***

li vê de

li va da

ji Gelîboliyê û bi wir de tir da

mêranî me žanî dujmin da!

li Çeneqelê li beriya Efyonê

žerê rizgariya Memet kir, Hiso e’mir da!

kalê min lingekî xwe da

-ji Çala Omeriya bû-

pismamê wî Ehmed bêçeng mabû

digo: biratiyê destê me girêda,

û misilmanetiyê:

žerê rizgariyê me kir, Memet giha azadiyê!

di ‘destana žerê rizgariyê’ de Memet heye

Nazim jî pesnê Memet vedide:

‘Memetçîk Memet’

Memetçîk Memet…’

piçek merhamet:

evqas mêrxasî, ev çend rûmet

hemû ya Memet e, Nazim Hîkmet?

Memet û xwediyên Memet, pižtî derxistina dagirkerên ku dinya qet qet li hev parvekiribûn ji rojava û ji rojhilatê welêt, êdî dek û dolaba xwe li gorî berjewendiyê xwe gerandin, çiku ‘meydan’ bi wan mabû, û weke ku dixwestin ‘hespa xwe bezandin’!

Niha jî pižtî ev qas êž û azar û komkujiyên ku bi ser me de aniye, mîna ku Bakurê welatê qeto qeto terî Memet neke, duh na pêr derbasî ‘hela din! bû, xwest Bažûr jî têxe bin hukm û kulma xwe, lê dît ku ne bê xwedan û xwedî ye, dît ku dê ‘ev tir ji mižkan re nemîne’ weke strana ku dibêje ‘ha wa hat û ha wa çû, siwar hat û peya çû’ Memet’ê min û we serê xwe li ber Bejna Qendîl tewand, pižta stûyê xwe xurand û qûna qûna vegeriya hêla ku rojekê dê jê derkeve!

Meriv ji ku dera riya xerab vegere, ji meriv re bi xêrtir e!

* Ji dosya bi navê ‘Žêrgele’

** Ji helbesteke Nazim

*** Ji diwana yekem ‘Ramûsan min vežartin li gelîyekî’

 

Ev navnīžana maīlź ji bo botźn spaman hatiye parastin, ji bo hūn bibīnin divź Javascripta we vekirī be


22-03-2008 08:58 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 22-03-2008 08:58. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 11 time. You can leave a comment. Last update on 22-03-2008 08:58
Views: 177    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jźr; A beriya wź   A pižtī wź jor;