Tirkiye welatekî pir aloz e. Rengê siyaseta
wê tim diguhere û atmosfera wê jî caran germ û caran jî sar dibe. Beriya ku
hilbijartinên 22'yê tîrmehê pêk werin, rengê atmosfera siyasî li vî welatî cuda
bû. Di pêvajoya hilbijartinan de tansiyona nijadperestiyê dest bi germbûyînê
kir û pêþ ket. Piþtî ku 22 parlementer, wek namzetên serbixwe hatin hilbijartin
û di meclîsê de grûbek çêkirin ev atmosfera siyasî ya nijadperest her ku diçe
gertir dibe.
Bi taybetî piþtî zelalbûyîna serokomariya Abdullah Gul di siyaseta
giþtî ya li Tirkiyeyê de yekdengiyek heye. Ev yekdengî bû sedem ku, roja 17'ê
kewçerê destûrnameya ji bo dagirkirina Baþûrê Kurdistanê di meclîsê de were
erêkirin. Û ji wê rojê vir ve tenê dengê siyaseta nijadperestan desthilatdar e.
DTP, li gorî armanca damezrandina xwe û
berpirsa xwe, ew tim li dijî vê yekdengiya siyaseta tirk derket. DTP û
rayedarên wê, bi hemû karên xwe ên pratîk û pîvanên xwe ên siyasî li hember vê
paþverûtiyê tekoþîn meþandin. Digel hemû zext û zordariya saziyên dewleta tirk,
bi derfetên bisînor DTP xwest û dixwaze bibe hêza garantiya pêvajoya
demokratîk. Tenê li Tirkiyeyê ne, bi kêmasî be jî, rayedarên DTP hewl dan ku
dengê xwe di qada navneteweyî de jî belav bikin. Heman hewldanên wê hê jî
didomin.
Karê ku DTP dimeþîne û daxwazên wê ji aliyê
hêza motor a vê pêvajoya nijadperestiyê ve nayê pejirandin û nayê qebûlkirin.
Lewre pêkanîna hemû hewldanên qirêj ên li dijî rayedar û endamên DTP’ê weke
karekê "welatparêziya tirk" tê dîtin. Em dikarin vê asta zextên li
dijî DTP weke pêkanîna operasyonekê taybet bibînin. Pêþxistina van zextan û
destekkirina wan ji aliyê hemû partiyên sîstemê tê wateya operasyonekê rejîmê.
Bi awayekê din kes nikare vê mijarê þîrove bike.
Di van rojên dawî de çapemeniya tirk bi
awayeke bêsînor êrîþ dibe ser DTP’ê. Ji bo ku DTP dengê xwe bibire û bikeve
xizmeta siyaseta kevnar ya dewleta tirk dozger jî ketine nava hewldanên kirêt.
Em hê nizanin wê encama van zextan bigehêje kîjan astê.
Zexta dewleta tirk çi dibe bila bibe, bi çi
rêbazan dimeþin bila bimeþin, ew ên nikaribin bibin sedemê encamekê bibandor.
Li gel kurdan û di qada navneteweyî de pozisyona rayedarên DTP’ê roj bi roj
puanan qezenc dike. Dewleta tirk dixwaze DTP’ê îzole bike. Lê belê di rastiyê
de dewleta tirk tê îzolekirin. Ev bêdengiya ku di nava hêzên navneteweyî de
heye wê zêde dewam neke. Beriya hilbijartinên 22’yê tîrmehê jî min anîbû ziman
ku karê parlementerên DTP’ê ne hêsan e. Demên wisa sekinandinên baþ û bibiryar
dixwazin. Lewre divê parlementer û rayedarên DTP’ê bizanibin di vê pêvajoyê de
çawa baþ têbikoþin. Kêmasî û sekinandinên zeyîf dikarin rê li pêþiya pir
wendayiyan vebikin. Lewma ez dibêjim lazime DTP xwe di nava agir de hîs bike û
bizanibe wê çawa ji nav derkeve.
Divê were zanîn ku li her deverê gelê kurd,
yê welatparêz, li gel DTP’ê ye. Xîreta neteweyî a kurdan roj bi roj zêdetir
dibe.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 19-11-2007 07:45. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 40 time. You can leave a comment.
Last update on 19-11-2007 07:45 Views: 594
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 594