Meha sibatê bi zehmetiyên
xwe tê naskirin. Qasê ku tê bîra min, dema
zaroktiya min de, di mehên sibatê de berf û baran
bi hev re dibariyan. Riyên gundan dihatin girtin, car caran
milet bê zexîre diman. Bi awayekî giþtî,
xwezaya meha sibatê ji ên yazdeh mehên din cudatir
e.
Weke rewþa xwezayê, bûyerên
ku di meha sibatê de diqewimin jî bi xezeb in. Taybetî
ji bo me kurdan zehmetî û xezebiyên vê mehê
zêdetir in.
Ji roja 15’ê sibata 1999’an
vir ve gelê kurd bêxêrî û xezebiya
sibatê zindetir û ji nêz ve dijî. Dema gotina
meha sibatê tê kirin her kurd komploya navneteweyî
bi bîr tîne. Lewre ev meh ji aliyê kurdan ve bi
bûyera 15’ê sibatê tê naskirin. Ji vê
roja wiha bêxêr re çar roj man. Wek her salên
borî, li her deverê wê gelê kurd li ser piyan
be û komploya navneteweyî þermezar bike. Kurdên li
Ewropayê jî li bajarê Strasbourga Fransayê
dicivin û meþ û mitîngekê li dar dixin.
Di nehemîn salvegera komploya
15’ê sibatê de li hember gelê kurd þerê
qirêj nesekiniye û berdewam dike. Lingê vî
þerî yê navneteweyî jî heye. Operasyona
artêþa tirk ku li hember Herêma Baþûrê
Kurdistanê dimeþe parçeyekî vê helwesta
navneteweyî ye. Di çarçoveya vê konseptê
de bûyer û helwestên siyasî jî xwediyê
bandoreke girîng in. Lewma pêvajoya komploya 15’ê
Sibatê, bi þêweyeke navneteweyî didome.
Divê were dîtin ku ev
komplo tenê dijî gelê kurd nayê meþandin.
Dema em li 8 salên borî dinêrin ev pêvajo
zirarê dide berjewendiyên hemû gelên
Tirkiyeyê. Bi revandina Serokê Gelê Kurd û
zexta ku li dijî wî, di zîndanê de, tê
bikaranîn birînên kûr di navbera gelan de
hatine afirandin. Digel hewldanên xwînsar ên ji bo
afirandina atmosfereke aþtiyane ku ji aliyê birêz Ocalan
ve hatiye pêþxistin ew birîn nehatiye astengkirin. Çiqas
jî em xwediyê daxwaz û hawldanên erênî
bin, mixabin kes nikare bêje wê ev pêvajo bi
zirareke kêm li dûv were hiþtin.
Olli Rehn (komîserê
wezîfedar ji bo firehkirina Yekîtiya Ewropayê) bi
bersiveke nivîsî, a ji bo pirsa parlementerekî
Kibrisî, daye xuyakirin ku operasyona artêþa tirk ji
aliyê YE’yê ve tê destekirin. Ev nêzîkatiyeke
aþkere û fermî a YE’yê ye. Ji bo vê gavê
Amerîka jî xwediyê nêzîkatiyeke cuda
nîn e. Lewre, digel meþa DTP’ê a Þirnexê, wisa
diyar e ku artêþa tirk heya mehên havînê
operasyonan dorfireh dike. Heke Hêza Rizgariya Demokratîk
û gelê kurd, her yek di qada xwe de, baþ tênekoþin
wê ev konsepta þerê qirêj tevahiya 365 rojên
sala 2008’an bigire bin bandora xwe. Mixabin ev jî tê
wateya hê zêdetir zehmetî û xetereyan.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 11-02-2008 08:24. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 24 time. You can leave a comment.
Last update on 11-02-2008 08:24 Views: 369
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 369