Min di nivîsên xwe yên borî de jî anîbû ziman ku sala 2007’an pir dijwar derbas bû. Çi der barê Têkoþîna Rizgariya Gelê Kurd de û çi jî der barê rewþa giþtî ya li Tirkiyeyê de sala 2007’an bi rêbazên þerê qirêj hate tijekirin. Birînên zehmetî û ziyana wê salê hê jî germ in, di demeke kurt de jî nayê jibîrkirin.
Piþtî saleke wisa dijwar û bizehmet, sala 2008’an wê bibe xwediyê cewhereke cuda. Digel rewþa awarte ku niha lý Kurdistanê û li Tirkiyeyê dijî, ez dikarim bêjim ku wê ev sal bi xwe re hin riyên çareseriyê jî biafirîne. Lê ev nayê wateya ku sala 2008’an wê pir hêsan derbas bibe. Na, taybetî di warê siyasî û dîplomatîk de ev sal wê ji ya borî zêdetir bizehmet be. Di vê salê de wê dewleta tirk hemû rêbazên xwe yên entrîkayî di siyasetê de lidijî Kurdan bikar bîne. Bi alîkariya hêzên weke amerîka û Yekîtiya Ewropayê jî ew ê hin daxwazan bi kurdan bidin ferzkirin.
Di pêvajoya vê salê de hin xebatên siyasî ji aliyê saziyên navneteweyî ve jî têne tanzîmkirin. Ji niha ve hin amadekarî hene. Taybetî li Ewropayê hin derdor di nava hewldananên bilez de ne. Kes nikare ji niha ve bêje wê heman derdor bikaribin bandoreke baþ çê bikin, lêbelê kêmahî be jî ew ên der barê lêgerînê de rê li hin niqaþan vebikin.
Di pêvajoya vê salê de hin kurd jî wê bibin hacet û xirab werin bikaranîn. Ji niha ve em dibînin ku dewleta tirk û hikûmeta AKP’ê ketine nava hewldanên bi armanc da ku van kurdan bixapînin. Taybetî em dibînin ku derdorên siyasî, ên wek Sertaç Bucak, Þerafettin Elçî, Melîk Firat û hwd. ji vê armanca dewleta tirk re amade ne. Lewre ez dixwazim ku ji niha ve Gelê Kurd þiyar be û ji îxanet û gafletê re riyan vekirî nehêle. Dema mirov li dîroka Kurdistanê dinêre îxanet û gaflet di pêvajoyên girîng de derketine holê. Ji ber vê yekê di vê salê de pêwîstiyeke mezin bi tevgereke zanyar a girseya kurd heye.
Girîngiya 2008’an li ser esasekî lawaz nehatiye afirandin. Têkoþîna Rizgariya Gelê Kurd ku ji dehan salan vir ve pêþ dikeve ji vê salê re bingeh amade kiriye. Guherînên ku di cihanê de çê dibin û pêwîstiyên konjonktûra siyasî ku ferz in, barê 2008’an giran dikin. Ev rastî tenê li gorî daxwazên Amerîka an jî ên Ewropayê dernakeve holê, her wiha aliyê xwe ê diyalektîk jî heye. Her diçe pêwîstî bi pêþketinan çê dibe, pêþketin jî bi xwe re guhertinan tînin. Em nikarin bêjin sedî sed rewþa kurdan jî bi nîzama diyalektîk ve girêdayî ye, lêbelê aliyên xwe ên objektîf jî hene.
Li vir dîsa rola herî mezin û esasî dikeve ser sekinandina berxwedêr a kurdan. Li gorî giraniya wateya vê salê divê kurd zêdetir bi armanca pêþxistina têkoþîna azadiyê ve girêdayî bin. Bi vê rastiyê ve girêdayî, her wiha pêwîstî bi guhertina rêbazên têkoþînê jî heye. Ji ber ku rêbazên pêþxistina têkoþînê yên sala borî û vê salê ne weke hev in. Her wiha ji bo me hemiyan guhertineke mentalîteyî jî lazim e. Ez dizanim ku em ê di vî warî de biêþin, lêbelê, ji bo ku em sala 2008’an bikin a serkeftinê, ti çareyeke din jî tine.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 14-01-2008 08:04. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 25 time. You can leave a comment.
Last update on 14-01-2008 08:04 Views: 519
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 519