Ji sala 1998’an vir ve Parlamena
Ewropayê der barê Tirkiyeyê de her sal raporekê
amade dike. Ev rapor di çarçoveya guftûgoyên
di navbera Tirkiye û YE’yê de tê amadekirin.
Rayedarên ewropî bi riya van raporan pêþketinên
li Tirkiyeyê diþopînin.
Her wiha paþeroja guftûgoyan û
asta têkiliyên di navbera YE û Tirkiyeyê de
bi riya van raporan tê tespîtkirin.
Ji sala 2006’an vir ve raportorên
PE’yê xanim Oomen Ruijten Ria ye amade dike. Weke raportorê
dema borî, ev xanim jî bi eslê xwe Holandî ye
û di Parlamena Ewropayê de endamê koma Xirîstiyan
Demokratan e. Nêzîkatiya vê komê ji bo
endametiya Tirkiyeyê zêde erênî nîn e.
Kesên ku zêdetir li dijî endametiya yekser ya
Tirkiyeyê derdikevin û di vî warî de xebatê
dimeþînin endamên vê komê ne.
Hefteya borî, roja pêncþemê
rapora xanim Oomen Ruijten Ria di komisyona karê derve de hate
nîqaþkirin. Li gorî prosedûra PE’yê,
beriya ku ev rapor bikeve nîqaþên civata giþtî
divê ew di komisyona karê derve de derbas bibe.
Þeklê esasî ji aliyê
vê komisyonê ve tê dayîn. Lê belê
þeklê dawî ji aliyê civata giþtî ve tê
pejirandin û dikeve dengdayînê. Li gorî
rojeva PE’yê roja 23’yê meha nîsanê li
Strasbourgê wê heman rapor di civata giþtî de were
nîqaþkirin û bikeve dengdayînê.
Min nîqaþên hefteya borî
ku di komisyonê de hatin kirin þopand. Di nîqaþan de
pir parlamenteran, ên wek Hans Swoboda, Vittorio Agnolleto,
Joost Lagendijk, Marinus Wiersma, Anna Maria Gommes û hwd.
nêrînên xwe anîn ziman. Bi awayekî
aþkera pêwîstiya bi çareseriyeke demokratîk
ji bo pirsgirêka kurd hate bilêvkirin. Dîsa mijara
ku zêdetir hate rexnekirin a der barê desthilatdariya
artêþa tirk de bû. Li gorî naveroka vê
projeya raporê, divê Tirkiye hê ji bo guhertina pir
mijaran destûr bide da ku xwe nêzî YE’yê
bike. Piþtî van nîqaþan, çarçoveya
naveroka rapora xanim Oomen derket holê.
Di naveroka rapora xanim Oomen de hin
pêþketinên ku li Tirkiyeyê çêbûne
jî hatine ziman. Lê belê ev pêþketin li gorî
prosedûra guftûgoyan nayên pejirandin. Lewma di
raporê de hin rexne têne ziman û ji rayedarên
tirk hewldanên bilez tên xwestin. Li gorî ku ez
diþopînim, heke ji van daxwazên ewropiyan re bersiv
neyên dayîn, bi awayekî serîgirtî,
cemidandina hin xalên din, ên guftûgoyan jî
tê fikirandin.
Di rapora PE’yê a îsal de
der barê pirsgirêka kurd de jî hin xalên
pêþketî hene. Bi awayekî dorfireh nebe jî,
pêdiviya çareserkirina pirsgirêka kurd hinekî
baþtir hatiye ziman. Lê belê, taybetî der barê
rewþa kurdan de, weke demên borî di zimanê vê
raporê de jî durûtiya YE’yê tê dîtin.
Pirsgirêka kurd di asteke pir
asayî de tê dîtin. Ev jî diyar dike ku saziya
YE’yê hê jî naxwaze pirsgirêka kurd bike
xaleke ji ên rojeva pêvajoya guftûgoyan û bi
rayedarên tirk re nîqaþan bike.
***
Der barê naveroka vê raporê
û nîqaþan de, roja 3’ê nîsanê ez ê
di quncikê xwe yê Yenî Ozgur Polîtîkayê
de bi dorfirehî rawestim.
farasî
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 31-03-2008 10:15. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 14 time. You can leave a comment.
Last update on 31-03-2008 10:15 Views: 222
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 222