Meha adarê xwediyê wateyeke
girîng e. Di nava kurdan de meha adarê pîroz tê
dîtin.
Lê belê du aliyên vê
mehê hene, yek; di dîroka kurdan de vê mehê
ji destpêka pêvajoyên pir biwate re malxoyî
kiriye. 612 sal beriya mîladê 21’ê Adarê de
kurd û gelên din ên li Rojhilata Navîn xwe ji
bin zext û zordariya Împaratoriya Asûriyan
derxistine. Ji wê demê vir ve meha Adarê tim bûye
destpêka pêvajoyên binirx û biwate. Lewre ez
vê roja biwate li gelê kurd û hemû mirovahiya
cîhanê pîroz dikim.
Di pêvajoya 40 salên dawî
de jî ev meh bûye sedema pir bûyerên girîng.
Pir destpêkên girîng, weke îlankirina Eniya
Rizgariya Netewe ya Kurdistanê (ERNK) di vê mehê de
pêk hatine. Her wiha bûyerên lewendiyê jî
di vê meha pîroz de pêk hatine. Berxwedana Mazlûm
Dogan ji bîra tu kurdî naçe. Ji sala 1982’an vir
ve navê bi hezaran zarokên kurdan bûne Mazlûm.
Li gorî girîngiya sala
2008’an meha adarê a îsal jî xwediyê
cudahiyekê ye. Hê ne diyar e ka wê pîrozbahiyên
Newrozê çawa derbas bibin.
Lê belê tê dîtin
ku wê Newroza îsal di bin zexta dewletê de derbas
bibe. Ji niha ve diyar e ku wê tola þerê 9 rojan di
pîrozbahiyên cejna vejîna gelê kurd de were
girtin. Lewma pêwîst e gelê kurd û derdorên
demokrat ên li Tirkiyeyê pir baþ hiþyar bin. Heke bi
xemsarî nêzîk bibin, wê eniya þerê
qirêj serkeve.
* * *
Di qada navneteweyî de jî
atmosfera siyasî pir germ e. Hefteya borî li Brûkselê
zirveya YE’yê çêbû. Xala ku zêde
hate nîqaþkirin, fermîkirina (Yekitiya Behra Sipî)
bû. Ev daxwaz ji aliyê Serokomarê Fransayê
Nicolas Sarkozy ve hatibû pêþniyarkirin û ji aliyê
Þansuliya Alman Angela Merkel ve hate pesendkirin.
Yek ji xalên armanca fermîkirina
vê Yekîtiyê ew e ku piþtî bidawîkirina
pêvajoya guftûgoyan ku di navbera Tirkiyeyê û
YE’yê de dimeþe, Tirkiye dê tenê bibe endamê
vê Yekîtiyê. Derdorên ku endametiya Tirkiyeyê
ji bo YE’yê naxwazin vê pêþniyara Nicolas
Sarkozy destek kirin. Çendî qebûlkirina projeya
YBS li gorî daxwaza Nicolas Sarkozy nehatibe biryarkirin jî,
wisa diyar e ku, di demeke dirêj de wê Sarkozy û
Merkel bigehêjin armanca xwe.
Li Ewropayê mijara daxwaza ji bo
qedexekirina AKP’yê hê baþ neketiye rojeva saziyên
navneteweyî. Ez bawerim ku di vê hefteyê de wê
ev mijar were nîqaþkirin. Çi dibe bila bibe saziyên
navneteweyî qedexekirina partiyeke siyasî napejirînin.
Çendî armanca nîqaþkirina vê mijarê
çewtkirina rojevê be jî, wê ev mijar serê
hin rayedarên tirk bihêþîne. Her wiha, di nava
saziyên YE’yê de wê ev mijar weke amûrekê
li dijî Tirkiyeyê were bikaranîn.
Ji mêj ve min gotiye ku wê
sala 2008’an germ derbas bibe. Çi di qada neteweyî û
herêmî de û çi jî di qada navneteweyî
de wê atmosfera siyasî pirreng be. Ji bo dîtina
rêbazên çareseriya pirsgirêka kurd jî
wê ev sal pir cuda be. Lewre divê her kes xwe ji bo
guherînên girîng amade bike. Lê belê tu
garantî tune ku wê guherînên mijara gotinê
erênî bin.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 17-03-2008 10:52. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 18 time. You can leave a comment.
Last update on 17-03-2008 10:52 Views: 349
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 349