Hefteya borî Konferansa 4’emîn a ku di Parlamena Ewropayê de hate çêkirin bû dika nîqaþên cur bi cur. Di nava du rojên ku konferans hate lidarxistin de bi sedan kes hatin guhdarîkirin. Mirov dikare bêje ev konferans a herî zêde hate nîqaþkirin bû. Germahiya pêvajoyê jî bala pir derdorên ewropî kiþand ser konferansê.
Roja destpêka konferansê kesên weke Bianca Jagger, Leyla Zana û Serokê Koma Çep a Parlamena Ewropayê Francis Wurtz, Serokê Komisyona Hevbeþ a Tirkiye-Ewropa Joost Lagendijk, Ahmet Turk, Serokê Koma Dostaniya bi Gelê Kurd re Vittorio Agnoletto, dîplomatê tirk ê kevin Akin Ozçer û hwd. axifîn.
Weke hemû civîn û konferansan, axaftinên roja destpêkê zêdetir balê dikiþînin ser xwe. Di vê konferansê de jî wisa bû. Axaftinên zêdetir balê kiþandin yên roja destpêkê bûn.
Axaftinên xanim Leyla Zana û birêz Ahmet Turk bi me zêde biyanî nebûn. Kêm an jî zêde me dizanibû ew ê çi bêjin. Lê belê yên weke Joost Lagendijk û birêz Vittorio Agnoletto ne wisa bûn. Taybetî Joost Lagendijk tenê nêrîna xwe ya þexsî neanî ziman, wî nêzîkatiya Yekîtiya Ewropayê diyar kir.
Divê were zanîn ku nêrînên ku Lagendijk anîn ziman ji aliyê pir derdorên ewropî ve têne parvekirin. Ez, weke kesekî Ewropayê ji nêz ve diþopînim, axaftina Lagendijk zêde biyanî nabînim. Lê belê hemû beþdarên konferansê weke min nebûn. Lewma axaftina Lagendijk ji bo wan weke nêrîneke pir cuda û neyînî hate dîtin. Axaftina birêz Vittorio Agnoletto ji ya Lagendijk cudatir bû. Wî jî nêzîkatiya derdorên dostên kurdan anî ziman.
Di vê konferansê de jî derkete holê ku Ewropa hê jî naxwaze pirsgirêka kurd bi rêbazên siyasî û demokratîk were çareserkirin. Taybetî ji bo vê yekê ew naxwazin Hêza Rizgariya Gelê Kurd weke muxatab were naskirin û di pêvajoya çareseriyê de rolê bileyîze. Ewropî dizanin, heke Hêza Rizgariya Gelê Kurd weke muxatab were naskirin wê çareseriyek were dîtin. Ev jî li gorî hesabên wan nîn e. Divê hemû kurd û tirk vê rastiyê baþ bizanibin û li gorî wê li Ewropayê binêrin. Heya ku di çareserkirina pirsgirêka kurd de berjewendiyên ewropiyan tune be wê nêzîkatiya ewropiyan jî wisa be.
Di lîsteya axêvgeran de ji pir derdoran þexsiyet hebûn. Mirov dikare bêje di hemû axaftinan de pêwîstiya bi çareseriya pirsgirêka kurd hebû. Lewma cewherê vê konferansê ji ên demên borî hinek cudatir bû. Hin axêvger bi tirs nêzîkê mijarê bibin jî, bi awayekî giþtî atmosfereke baþ çêbû.
Rewþenbîrên weke Dogu Ergil, Cengiz Guleç û Baskin Oran jî di lîsteya axêvgeran de hebûn. Di axaftinên van sê rewþenbîran de jî tirsek hebû. Tirsa ji derdorên nijadperest ên tirk. Lê belê dîsa jî wan, weke rewþenbîrên Tirkiyeyê, pêwîstiya bi çareseriyê anîn ziman. Tenê di nêrînên birêz Baskin Oran de min nêzîkatiyeke post-asîmîlasyon (asimilasyoneke modern) dît.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 17-12-2007 13:54. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 24 time. You can leave a comment.
Last update on 17-12-2007 13:54 Views: 456
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 456