• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
16
gulan
Mal arrow Ahmet Dere arrow Li Rojhilata Navîn siyaset
Li Rojhilata Navîn siyaset Binivîse E-posta
 
Dîroka siyasî ya cîhanê de Herêma Rojhilata Navîn tim bûye xwediyê cihekî girîng. Hêzên ku xwestine di cîhanê de bibin xwediyê bandorê, beriya her tiþtî wan dest avêtine vê herêmê û xwestine li vê derê bi hêz bibin. Baþ hatiye dîtin ku hêzên di vê herêmê de bi hêz bûne li tevahiya cîhanê soza xwe dane derbas kirin û bi bandor bûne.

Çendî rewþa mirovahiyê û konjonktûra siyasî hatibin guhartin û diguherin jî wateya rastiya herêma Rojhilata Navîn cewherê xwe tim parastiye û diparêze. Digel hemû alozî û çelqandinan bala hêzên dagirker ji ser vê herêmê nehatiye belavkirin. Dema em li nêzîkatiya îroyîn a Amerîka, Yekîtiya Ewropa û Rûsyayê dinêre heman rastî baþtir derdikeve pêþiya me. Lê belê di her pêvajoyê de ev nêzîkatî bi cur bi cur rêbazan derdikevin pêþiya me.

Di navbera siyasetên hêzên navneteweyî de, ên destpêka sedsala 20’emîn û 21'emîn de cudahiyeke aþkere heye. Lewre paþeroja rewþa vê herêmê, a sedsala borî naþibe ya vê sedsalê. Di van salan de guhertinên bingehîn wê bikevin jiyanê.

Weke tê zanîn, ji salên dawî ên sedsala 20. vir ve Emerîka, bi hevkariya Yekîtiya Ewropayê, Projeya Rojhilata Navîn a Mezin lipêþ xistiye. Ji destpêka salên 2000'î vir ve ev proje tê niqaþkirin. Lêbelê heya niha heman proje net nebûye û hê kes nikare çarçoveya wê bide xûyan. Rayedarên amerîkî bixwe jî di vî warî de xwediyê nêrîneke zelal nîn in.

Divê were zanîn ku Amerîka û Yekîtiya Ewropayê hêzên pir pragmatîst in. Ev hêz bê pîvan gavan navêjin û nakevin nava hewldanên pratîk. Taybetî derbarê heman herêmê de ev hêzan wisa zû zû nabin xwediyê siyasetêtên net. Lewre pêwîste ku gelên herêmê li gorî vê rastiyê tevbigerin û bibin xwediyê helwestê.

Li gorî ku ez dibînim wê sala 2008'an di vî warî de bibe xwediyê rojeveke girîng û bi wate. Di çarçoveya vê pêvajoyê de wê nêzîkatiya Amerîka û ya Yekîtiya Ewropayê jî li pirsgirêka kurd were guhertin. Li gorî vê rastiyê wê rewþa gelê kurd di vê pêvajoyê de roleke sereke bileyze.

Serî de dewleta tirk, piþtre jî hin hêzên din ên paþverû çi dikin bila bikin ew ên nikaribin rastiyan berovacî bikin. Gelê kurd bi têkoþîna xwe bûye xwediyê hêzê û kes nikare wî ji derveyê plan û projeyên herêmê bigire. Di zelalkirina siyaseta derbarê Projeya Rojhilata Navîn a Mezin de ne Amerîka û ne jî Yekîtiya Ewropayê nikarin bibin xwediyê helwesteke cuda û siyasetekê dijkurdîtiyê pêþ bixin. Gelê kurd xeta mirinê û pelçiqandinê li piþ xwe hiþtiye.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be


28-01-2008 08:06 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 28-01-2008 08:06. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 26 time. You can leave a comment. Last update on 28-01-2008 08:06
Views: 419    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;