Di hefteya borî de rojên 3
û 4’ê adarê li Bruxellesê, di Parlamena
Ewropayê de Konferansekê hate lidarxistin. Çendî
navê wê “Projeya Destûreke nû li Tirkiyeyê
û Pirsgirêka Kurd” be jî armanca wê a esasî
nîqaþkirina rêbazên ji bo çareseriya
pirsgirêka kurd bû. Cara yekem e ku 3 Komên PE’yê
bi hev re wiha konferansekê tanzîm dikin. Ev weke gaveke
girîng dikare were dîtin.
Konferans ji aliyê komên
Lîberal, Kesk û Sosyalîst ve hatibû
amadekirin. Kesayetiyên weke Ahmet Turk, Serafettin Elçi,
Sertaç Bucak, Cengiz Çandar, Hasan Cemal û hwd
weke qiseker ji Kurdistanê û Tirkiyeyê hatibûn
vê konferansê. Ji saziyên kurdan li Ewropayê
jî pir kes hatibûn û di konferansê de amade
bûn. Komîserê berpirsyarê firehkirina YE’yê
Olli Rehn jî hat konferansê û axiftinekê kir.
Cîgirê Serokê Koma Sosyalîstan li PE’yê
Hannes Swoboda axiftina vekirinê kir. Piþtre endamên
heman Parlamenê yên weke Joost Lagendijk û Andew
Duff jî axifîn.
Dewleta tirk û partiyên wê
yên siyasî nehatibûn vê konferansê.
Rayedarên tirk tirsiyan ku ew ên nikaribin bibin bersiv
ji bo pirsên beþdaran. Dibe ku wan nexwestibin di platformeke
wisa de kurdan muxatab bigirin, ev jî nêrînek e.
Nivîskarê rojnameya
Milliyetê Hasan Cemal der barê vê Konferansê
de hin nêrînên xwe nivîsand û
konferansê nirxand. Bêguman ên weke Hasan Cemal ji
konferansê razî nebûn. Ji ber ku di wê
platformê de kêmasiyên dewleta tirk pir hatin
rexnekirin. Hasan Cemal dixwest ku hêza Rizgariya Gelê
Kurd jî li wê derê were rexnekirin. Taybetî
jî wî dixwest kurd hevdu rexne bikin. Lê belê
wisa nebû, hemû qisekeran kêmasiyên dewleta
tirk þermezar kirin.
Ez jî weke nûnerê
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê di vê konferansê
de amade bûm. Min jî du caran soz girt û hin
nêrînên xwe anî ziman. Di axiftinên xwe
de min xwest balê bikiþînim ser pêwîstiya bi
guherîna mantalîteya li Tirkiyeyê. Heya ku di
mantalîteya fermî de guherîn çênebe ez
bawer nakim ku li vî welatî çareseriyên rast
werin dîtin. Lewre min xwest ku rewþenbîrên tirk û
rayedarên ewropî dev ji durûtiya xwe berdin û
samimî nêzîkê lêgerîna li
çareseriyê bibin. Ji bo vê yekê jî
divê YE’yê rayedarên saziyên kurdan muxatab
bigirin û li ser lêgerîna çareseriyê
bisekinin.
Belê, bi tanzimkirina vê
konferansê jî diyar e ku wê YE’yê der barê
dîtina ji bo çareseriya pirsgirêka kurd de xwe
berpirsyar dibîne. Lê belê em nikarin bêjin
ku wê ev saziya ewropî çareseriyeke rast û
maqûl bibîne. Hê jî di nêzîkatiya
rayedarên vê Yekîtiyê de tê dîtin
ku ew dixwazin tenê çareseriyeke li gorî
berjewendiyên xwe bibînin. Ez wisa dibînim ku wê
sala 2008’an ji van lêgerînên ewropiyan re
malxoyî bike.
Divê em kurd ji van lêgerînên
ewropiyan netirsin. Çendî ew li gorî berjewendiyên
xwe li rêbazên çareseriyê bigerin jî
ji bo me ya herî girîng ew e ku em di riya xwe a rast de
têbikoþin û daxwazên xwe bi yek dengî bilind
bikin. Lewre lazim e em bi xwe bawer bin.
***
Di van saetên ku ez van peyvan
dinivsînim de Cejna Jinên Kedkar yên Cîhanê,
roja 8’ê Adarê tê pîrozkirin. Ez vê
rojê li hemû jinên cîhanê, taybetî
jî li jinên têkoþerker ên kurd pîroz
dikim.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 10-03-2008 08:18. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 16 time. You can leave a comment.
Last update on 10-03-2008 08:18 Views: 307
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 307