• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
16
gulan
Mal arrow Mamosta Silêman arrow Kaosa li Tirkiyeyê û qada navneteweyî
Kaosa li Tirkiyeyê û qada navneteweyî Binivîse E-posta
 
Hefteya borî gelê kurd cejna Newrozê pîroz kir. Bi mîlyonan kurd hatin ba hev û bi yekdengî daxwazên xwe yên ji bo aþtî û biratiya gelan anîn ziman. Wateyeke Newrozê jî biratiya gelan e. Lewre kurdan careke din xwasteka xwe ya ji bo biratiya gelên Rojhilata Navîn dubare kir. Lê belê ev daxwaza wiha demokratîk û însanî ji aliyê hêzên dewleta tirk ve bi þidetê hate pêþwazîkirin. Li Wanê, li Colemêrgê, li Sêrtê û li pir deverên din yên Kurdistanê û Tirkiyeyê bi sedan însanên me hatin lêdan û binçavkirin. Lê dîsa jî helwesta gelê kurd der barê biratî û nirxên mirovahiyê de pêþ dikeve. Careke din ez cejna Newrozê li gelê kurd pîroz dikim û jê re siberojeke azad û dewlemend hêvî dikim.

***

Bi daxwaza dozger ku qedexeya AKP pêþniyar dike nêrînên der barê Tirkiyeyê de her diçe tên cemidandin. Di rojên destpêkê de saziyên YE’yê û her wiha yên Amerîqayê vê daxwaza dozger weke êrîþekê li dijî demokrasiyê pejirandin û di vî warî de daxuyanî weþandin. Pir saziyên YE’yê û her wiha ên sivîl banga rêzgirtina ji bo mafên demokratîk li rayedarên dewleta tirk kirin. Li Ewropayê tu saziyek jî helwesta dozger normal nedît û weke parçeyekî mafê dadî nepejirandin.

Lê belê, weke tê zanîn parastina mafê dadî ji berjewendiyên siyasî û aborî dûr nîn e. Lewma kaosa ku li Tirkiyeyê heye herî zêde derdorên siyasî û aborî eleqedar dike. Vê gavê di nava derdorên siyasî yên ewropî de nêzîkatiya li hember Tirkiyeyê hatiye cemidandin. Taybetî ên ku naxwazin ev welat bibe endamê YE’yê, di bin lêvan de dikenin û kêfa wan xweþ e. Lewre di qada navneteweyî de, taybetî ji çend rojan vir ve hêdî hêdî nêrîn û nêzîkatî sar dibin û dicemidin. Ez wisa difikirim ku wê ev rewþ heya demekê jî bidome.

Divê were zanîn ka kîjan derdor ji vê rewþa bikaos a li Tirkiyeyê sûd werdigire. Dema em bi nêrîneke rast û objektîf mêze bikin, mixabin rewþeke xeter derdikeve pêþ me. Dibe ku bi awayekî vekirî AKP weke aliyê bixisêr tê dîtin, lê belê ne wisa ye. AKP hacetek e û li gorî pêwîstiyan tê bikaranîn. Îro AKP, sibê partiyeke din. Lê heman rastî ji bo derdorên demokratîkxwaz xwediyê wate nîn e. Ên ku ji vê rewþa bikaos zêdetir diêþin ev derdor in.

Çi li Ewropayê, çi li Tirkiyeyê û çi jî li Kurdistanê ev derdor hene. Li Ewropayê derdorên ku alîgirên endametiya Tirkiyeyê ya ji bo YE’yê dikin di nava rewþeke tengav de ne. Ew nizanin ka çawa vê nêzîkatiya xwe biparêzin. Ez bawerim rayedarên Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê jî di nava tengasiyeke wisa de ye.

Gelê kurd jî tengasiya vê pêvajoyê dikêþîne. Ne ku ez AKP’ê diparêzim, lê belê rewþên wisa nahêlin ku mijarên demokratizekirina vî welatî werin nîqaþkirin. Tê dîtin ku di vê rewþê de dengê derdorên siyasetmedar, rewþenbîr û demokratên li Tirkiyeyê jî hatiye perçiqandin. Mixabin ji vê rewþê tenê dewleta muhafazakar, çeteyên rantxur û derdorên ku parastina îdeolojiya fermî dikin feydê dibînin.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be


24-03-2008 08:28 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 24-03-2008 08:28. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 14 time. You can leave a comment. Last update on 24-03-2008 08:28
Views: 217    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;