Meha nîsanê de (09.04.2008) li
paytexta Ewropa Brûkselê bûroyeke bi navê « Navenda Stenbolê »
hate vekirin. Armanca vê bûroyê ew e ku bala ewropiyan bikêþîne
ser tûrîzma Tirkiyeyê. Ji bo vekirina vê ofîsê pir parlementer,
þaredar, rojnamevan û nivîskarên tirk hatibûn Brûkselê. Li
gorî ku hate ragihandin hin rayedarên ewropî jî tev li merasîma
vekirinê ya vê bûroyê bibûn. Ji wê rojê vir ve di kolanên vê
paytexta ewropî de panoyên pir mezin hatine daliqandin û reklama
cihên tûrîzmê tê kirin.
Dema mirov li panoyan dinêre Tirkiye
weke welatekî pir demokratîk, asayî û ewle tê dîtin. Rengê
Tirkiyeyê yê di panoyan de xweþ û geþ dixûyê. Lê belê ewropî
tenê li panoyan nanêrin, ew her roj bi riya internetê û
televîzyonan rewþa welatê ku dixwazin biçin lê bigerin
diþopînin. Bûyerên ku li Kurdistanê diqewumin û ên roja Yekê
Gulanê di pir malpereyên internetê de û di televîzyonên ewropî
de pir hatin weþandin, heman rewþ hê jî berdewam dike.
Ji destpêka sala 2008’an vir ve
îmaja Tirkiyeyê ji aliyê raya giþtî ya ewropî ve tê zanîn. Ez
bawerim pir deverên din ji parzemîna Ewropayê cudatir nîn in. Bi
zêdebûna bûyerên siyasî ku li vî welatî diqewumin ve girêdayî
roj bi roj heman îmaj xerabtir dibe. Her roj, mirov dikare agahiyên
neyênî, yên der barê Tirkiyeyê de di rojnameyên biyanî de
bixwîne.
Ne zelaliya der barê Tirkiyeyê de di
nava saziyên ewropî de jî tê dîtin. Li gorî ku ez diþopînim,
di hemû platformên ku mijara wan Tirkiye ye rexne û analîzên
neyênî tên kirin. Bûrokratên tirk ku li Ewropayê wezîfedarin
neçar in ku berpirsyartiyên xwe bînin cih. Ev belengaz dixwazin
îmajekê baþ bidin xûyakirin lê belê bi pînekirinê jî tiþteke
çê nabe.
Çendî hukumeta AKP’ê hebe jî, di
rastiyê de li vî welatî tu hêza ku ji gelên Tirkiyeyê re
nûnertiyê dike tune. Hemû partî û saziyên tirk ketine nava
hewldanên parastina berjewendiyên xwe. Îmaja xerab a Tirkiyeyê ji
bo tu kesî û hêzan derd û meraq nîn e.
Êriþên hovane berdewam dikin
Di nava rewþekê wisa de artêþa tirk
jî bêdeng namîne û hêza xwe bikar tîne. Bi awayekî bênavber
operasyonên hewayî ên artêþa tirk li hember herêma baþûrê
Kurdistanê tên li darxistin. Ya herî dawî þeva 2’yê meha
gulanê pêkhat. Li gorî daxûyaniyên destpêkê, li herêma Þehîd
Harûn 6 xebatkarên çapemeniya kurde jiyana xwe jidest dane. Li
gorî ehlaqê rayedarên dewleta tirk tu rêbazên þer tinene û bi
hemû hêza xwe a hoviyane vî þerê qirêj kûr dikin.
Wisa dixûyê ku artêþa tirk û ya
Îranê ketine nava hewldanên pir qirêj da ku Têkoþîna Rizgariya
gelê kurd binpê bikin. Ya herî zêde mirov dixe nava fikaran jî
helwesta hêzên baþûrê Kurdistanê ye. Kes nikare bêje ku êriþa
hewayî a roja 2’yê gulanê bê agahiya hikûmeta herêmî pêk
hatiye. Ne tesadufî ye ku heman êriþ du roj piþtî hevdîtina
rayedarên tirk û Nêçîrvan Barzanî pêk hatibe. Divê gelê kurd
pêþketinên bûyeran baþ biþopîne. Pêvajo pir bi xeter e.
farasî
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 06-05-2008 08:47 . You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 1 time. You can leave a comment.
Last update on 06-05-2008 08:47 Views: 82
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 82