• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
16
gulan
Mal arrow Mamosta Silêman arrow Îmaja Tirkiyeyê
Îmaja Tirkiyeyê Binivîse E-posta
 
Meha nîsanê de (09.04.2008) li paytexta Ewropa Brûkselê bûroyeke bi navê « Navenda Stenbolê » hate vekirin. Armanca vê bûroyê ew e ku bala ewropiyan bikêþîne ser tûrîzma Tirkiyeyê. Ji bo vekirina vê ofîsê pir parlementer, þaredar, rojnamevan û nivîskarên tirk hatibûn Brûkselê. Li gorî ku hate ragihandin hin rayedarên ewropî jî tev li merasîma vekirinê ya vê bûroyê bibûn. Ji wê rojê vir ve di kolanên vê paytexta ewropî de panoyên pir mezin hatine daliqandin û reklama cihên tûrîzmê tê kirin.

Dema mirov li panoyan dinêre Tirkiye weke welatekî pir demokratîk, asayî û ewle tê dîtin. Rengê Tirkiyeyê yê di panoyan de xweþ û geþ dixûyê. Lê belê ewropî tenê li panoyan nanêrin, ew her roj bi riya internetê û televîzyonan rewþa welatê ku dixwazin biçin lê bigerin diþopînin. Bûyerên ku li Kurdistanê diqewumin û ên roja Yekê Gulanê di pir malpereyên internetê de û di televîzyonên ewropî de pir hatin weþandin, heman rewþ hê jî berdewam dike.

Ji destpêka sala 2008’an vir ve îmaja Tirkiyeyê ji aliyê raya giþtî ya ewropî ve tê zanîn. Ez bawerim pir deverên din ji parzemîna Ewropayê cudatir nîn in. Bi zêdebûna bûyerên siyasî ku li vî welatî diqewumin ve girêdayî roj bi roj heman îmaj xerabtir dibe. Her roj, mirov dikare agahiyên neyênî, yên der barê Tirkiyeyê de di rojnameyên biyanî de bixwîne.

Ne zelaliya der barê Tirkiyeyê de di nava saziyên ewropî de jî tê dîtin. Li gorî ku ez diþopînim, di hemû platformên ku mijara wan Tirkiye ye rexne û analîzên neyênî tên kirin. Bûrokratên tirk ku li Ewropayê wezîfedarin neçar in ku berpirsyartiyên xwe bînin cih. Ev belengaz dixwazin îmajekê baþ bidin xûyakirin lê belê bi pînekirinê jî tiþteke çê nabe.

Çendî hukumeta AKP’ê hebe jî, di rastiyê de li vî welatî tu hêza ku ji gelên Tirkiyeyê re nûnertiyê dike tune. Hemû partî û saziyên tirk ketine nava hewldanên parastina berjewendiyên xwe. Îmaja xerab a Tirkiyeyê ji bo tu kesî û hêzan derd û meraq nîn e.


Êriþên hovane berdewam dikin

Di nava rewþekê wisa de artêþa tirk jî bêdeng namîne û hêza xwe bikar tîne. Bi awayekî bênavber operasyonên hewayî ên artêþa tirk li hember herêma baþûrê Kurdistanê tên li darxistin. Ya herî dawî þeva 2’yê meha gulanê pêkhat. Li gorî daxûyaniyên destpêkê, li herêma Þehîd Harûn 6 xebatkarên çapemeniya kurde jiyana xwe jidest dane. Li gorî ehlaqê rayedarên dewleta tirk tu rêbazên þer tinene û bi hemû hêza xwe a hoviyane vî þerê qirêj kûr dikin.

Wisa dixûyê ku artêþa tirk û ya Îranê ketine nava hewldanên pir qirêj da ku Têkoþîna Rizgariya gelê kurd binpê bikin. Ya herî zêde mirov dixe nava fikaran jî helwesta hêzên baþûrê Kurdistanê ye. Kes nikare bêje ku êriþa hewayî a roja 2’yê gulanê bê agahiya hikûmeta herêmî pêk hatiye. Ne tesadufî ye ku heman êriþ du roj piþtî hevdîtina rayedarên tirk û Nêçîrvan Barzanî pêk hatibe. Divê gelê kurd pêþketinên bûyeran baþ biþopîne. Pêvajo pir bi xeter e.

farasî Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be

 


06-05-2008 08:47 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 06-05-2008 08:47. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 3 time. You can leave a comment. Last update on 06-05-2008 08:47
Views: 115    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;