Hêzên navneteweyî li ser bingeha nakokiyan
temenên xwe dirêj dikin. Zext û zora ku li dijî civakên bindest tê bikaranîn ji
bo van hêzan zêde girîng nîn e. Ya herî biqîmet pêþketina berjewendiyên aborî û
siyasî ye. Bi vê nêzîkatiyê mirov dikare rûyê rast yê van hêzan jî bibîne.
Dema ku mirov li nêzîkatiya heyî ya hêzên
weke Amerîka û Yekîtiya Ewropayê li Rojhilata Navîn dinêre cewhera wan baþ tê
dîtin. Ji sedsala 11’emîn vir ve van hêzan tu carê nexwestine ku ev herêm bibe
xwediyê rewþeke aram
û aþtiyane. Li ser esasê kûrkirina nakokiyên li herêmê berjewendiyên wan hatine
pêþxistin. Bi awayekî din, em dikarin bêjin ku dîrok tê dubarekirin.
Divê em nêzîkatiya îroyîn ya Amerîka û
Yekîtiya Ewropayê ji dîrokê qutbûyî negirin dest û nepejirînin. Çendî di
nêzîkatiya van du hêzan de der barê pirsgirêka kurd de hin guherînên stratejîk
çêbibin jî, ev ji bo hemû herêmê nikare were gotin. Ji bo van hêzan Rojhilata
Navîn tim weke herêmeke leystokan tê dîtin û bikaranîn. Lê belê hacetên vê
leystokê li gorî demê û berjewendiyan tê guhartin.
Der barê pirsgirêka kurd de amerîkî û
ewropî di nava hewldanên taybetî de ne. Van hêzan baþ fêm kirine ku çareseriya
vê pirsgirêkê êdî dikare bikeve xizmeta berjewendiyên wan. Lewre ew dixwazin
rengê xwe bidin vê çareseriyê. Hemû hewldanên wan li ser vî esasî tên dayîn.
Dewleta tirk çi dike û çi dixwaze bila bike
û bixwaze ew nikare tistekî cûda bike. Konjonktûra heyî ya navneteweyî li gorî
pêwîstiyên xwe dimeþe û pêþ dikeve.
Dibe ku bi me zehmet be lê belê ne daxwazên
me kurdan û ne jî yên dewleta tirk nikarin sedî sed serkevin. Her wiha hemû
daxwazên van hêzên navneteweyî jî wê sernekevin. Ji bo çareseriya pirsgirêka
kurd wê xaleke hevbeþ were dîtin. Ez naxwazim zêde xweþbîn bim, lê ji bo ku em
reþbîn bin jî zêde sedem tunene.
Heke were xwestin gelê kurd dikare hê bi
dehan salan têkoþîna çekdarî bimeþîne. Di vî warî de tu xem nîn e. Lê belê divê
were zanîn ku, bi taybetî ji vê astê þûnde, tenê bi rêbazên çekdarî
çareseriyeke maqûl dernakeve holê. Lewma pêwîstî bi rêbazên siyasî û dîplomatîk
heye. Hêza Rizgariya Demokratîk a Gelê Kurd di zanistiya vê rastiyê de ye.
Lewre çend hefte berê birêz Murat Karayilan daxuyaniyeke girîng weþand û diyar
kir ku ew ji çekdanînê re amade ne. Lê, divê berê her tiþtî projeyeke siyasî
were amadekirin. Ez wisa difikirim ku Amerîka û Yekîtiya Ewropayê jî di nava
amadekariyekê de ne. Rojên pêþde wê hin tiþt zelal bibin.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 26-11-2007 07:50. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 49 time. You can leave a comment.
Last update on 26-11-2007 07:50 Views: 572
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 572