• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
16
gulan
Mal arrow Qahir Bateyî arrow Helwesta rewþenbîrên kurd
Helwesta rewþenbîrên kurd Binivîse E-posta
 

Di pêvajoyeke wiha girîng de helwesta rewþenbîrên kurd xwediyê wateyeke pir girîng e. Di demên wisa de rewþenbîr dikarin «Rewþenbîriya» xwe îspat bikin. Di rojên hêsan de her kes dikare xwe lewend nîþan bide.

Roja 28’ê mijdarê 50 rewþenbîrên kurd li Brûkselê di Parlemena Ewropayê de civîneke çapemeniyê li dar xistin. Ev civîn bi pêþengiya KNK’yê hate lidarxistin û armanca wê ew bû ku; di demeke wisan dîrokî de gelê kurd hiþyar bisekine û neyê leystokên hêzên dujmin û cur bi cur hêzên din. Di peyama rewþenbîran de bang li hêzên kurdan hatiye kirin ku ew neyên leystokên dewletên dagirker û li dijî birayên xwe nekevin nava helwestên xerab. Bê guman ev xaleke girîng e. Pêvajo pir hesas e û xeterî jî hene. KNK û rewþenbîrên kurdan vê xala xeter baþ ferq kirine. Heke di vê demê de kêmasiyên kurdan çê bibin wê pir zerarên mezin derkevin hole.

Di Parlementoya Ewropayê de kurdan xwestin balê bikêþînin ser pozîsyona dewleta tirk jî. Ji dewleta tirk hate xwestin ku ew bizanibe pirsgirêka kurd bi rêbazên leþkerî nayê çareserkirin û doza gelê kurd jî tu car nayê tinekirin. Lewre, tê xwestin ku dewleta tirk dev ji þerê qirêj berde û xwe nêzîkê pêvajoyeke aþtiyane bike.

Di peyama KNK’yê de bang li Yekîtiya Ewropayê jî tê kirin. Tê xwestin ku YE’yê di vê pêvajoyê de roleke erênî bileyze û riya diyalogê di navbera kurd û dewleta tirk de vebike.

Dema ku mirov li girîngiya pêvajoyê dinêre, ev helwesta KNK û rewþenbîrên kurd watedar e. Dê rewþenbîr di pêvajoyên wisan de rola xwe bileyzin. Ne tenê li Ewropayê, pêwîste li her deverê (taybetî li Tirkiyê û li Ewropayê) zanyar û rewþenbîrên kurd bizanibin li berpirsyartiyên xwe xwedî derkevin. Rewþenbîr û zanyarên ku rojên wisa de nikaribin dengê xwe derxînin ew ne rewþenbîr in û ne jî zanyar in. Lewre dê li her deverê dengê kesên ku ji xwe re dibêjin em “zanyar” û “rewþenbîr in” derkeve.

***

Em nizanin Amerîka û Yekîtiya Ewropayê çi proje derbarê pirsgirêka kurd de amade dikin, lêbelê ez dikarim bêjim ku ev hêz di nava hin hewldanên taybet de ne. Bûyerên ku van rojan diqewumin îþaretên girîng in. Bi taybetî Amerîka di nava hin hewldanên bilez de ye. YE’yê jî bêhelwest nîn e.

Rojên 3 û 4’ê Kanûnê li Brûkselê di Parlemena Ewropayê de Konferansekî li ser mijara “Tirkiye, Yekîtiya Ewropayê û pirsgrêka kurd” tê lidarxistin. Ez bawerim di vê Konferansê de, bi hin aliyan ve, helwesta YE’yê were dîtin û naskirin. Ez ê di nivîsa xwe a hefteya pêþ de li ser encamên vê Konferansê bisekinim.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be

04-12-2007 08:38 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 04-12-2007 08:38. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 32 time. You can leave a comment. Last update on 04-12-2007 08:38
Views: 516    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;