• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
16
gulan
Mal arrow Mizgîn Aydin arrow Helwesta cîhanê
Helwesta cîhanê Binivîse E-posta
 
Ji 16’ê kanûna 2007’an vir ve dewleta tirk li baþûrê Kurdistanê operasyonê dimeþîne. Her roj bi dehan balafirên þer çiya û baniyên vê herêma Kurdistanê bombe dikin. Di gotinê de ev operasyon li dijî gerîlayên HPG be jî, armanca wê a sereke destkeftiyên gelê kurd e. Lewre di vê demê de hin gundên Kurdistanê hatine bombekirin, sivîl hatine kuþtin û birîndar hene.

Operasyona bejayî ku dihate nîqaþkirin ji roja 21’ê sibatê vir ve dest pê kiriye û dimeþe. Li gorî çapemeniya tirk û daxuyaniyên fermî yên rayedarên dewletê deh hezar leþker tev li vê operasyonê bûne. Lê belê ez wisa nabêjim, li gorî texmînên min bi kêmanî 20 hezar leþker ji bo operasyonê hatine wezîfedarkirin û hemû aktîf in. Dîsa, tê zanîn ku derdorê 240 hezar leþkerên tirk di herêma Bakurê Kurdistanê de bi cih kirine, dema ku pêwîst be ew leþker jî dikarin werin bikaranîn. Lewre divê were zanîn hêza ku dikare ji bo vê operasyonê were bikaranîn ne biçûk e.

Der barê jimara windayiyên gerîla û artêþa tirk de pir spekûlasyon têne kirin. Dema ku ez vê quncikê dinivisînim, ji aliyê rayedarên artêþa tirk ve tenê kuþtina 5 leþkeran hatiye îlankirin. Li gorî daxuyaniyên HPG û yên hêzên Baþûrê Mezin jî, bi kêmanî 20 leþkerên tirk hatine kuþtin. Der barê jimara windayiyên gerîla de cur bi cur agahî hene. Lê belê ez wisa bawerim gerîla xwe baþ diparêze.

Saeta ku operasyona dewleta tirk dest pê kir, roja pêncþemê, êvar bû. Lewre daxuyaniyên hin saziyên navneteweyî tenê roja înê hatin weþandin û hin saziyan jî hê daxuyanî nedane. Ez bawerim îro jî wê hin saziyên din, taybetî yên Yekîtiya Ewropayê, daxuyaniyan bidin û pozisyona xwe net bikin.

Lê belê bi awayekî giþtî helwesta Amerîkayê û ya Yekîtiya Ewropayê diyar e. Van her du hêzan jî alîkariya xwe ji bo operasyoneke hewayî û bejayî ji mêj ve diyar kiribûn. Dibe ku hin saziyên ewropî li dijî vê dagirkeriya tirkan derkevin, lê belê wê nikaribin tiþtekî girîng biguherînin.

Ez vê alîkariya Amerîka û ya YE’yê weke kemînekê li dijî Tirkiyeyê dibînim. Dibe ku rayedarên tirk vê helwesta hêzên navneteweyî ji xwe re weke alîkariyekê bibînin, lê di rastiyê de wisa nîn e. Ev hêz naxwazin Tirkiye bibe xwediyê rewþeke aramî. Ew dixwazin li vî welatî tim serobiniyek hebe û di nava wê mijê de ew jî bikaribin berjewendiyên xwe pêþ bixin.

Niha li vir ya ku ji bo me kurdan girîng ev e; beriya her tiþtî armanca vê operasyona dagirkeriya tirk ew e ku hemû destkeftiyên gelê me binpê bike. Lewre divê hemû kurd, çi ên bakur, baþûr, rojhilat û çi jî ên baþûrê rojava, li dijî vê dagirkeriyê têbikoþin û rûmeta xwe biparêzin. Tenê têkoþîn û berxwedan dikare navê me di rûpelên baqij yên dîrokê de binivîsîne.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be



25-02-2008 10:23 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 25-02-2008 10:23. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 21 time. You can leave a comment. Last update on 25-02-2008 10:23
Views: 382    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;